rojane
-

Jinên Mexribê bi derbaskirina sînoran xwe didin pejirandin
Jinên li gundên çiyayî yên Mexribê dijîn, tevî ku hay ji gelek mafên xwe tune ne jî sînorên li pêşiya xwe derbas dikin û bi avakirina komeleya bi navê “Rûmeta Jinan” hem di warê aborî de hem jî civakî de xwe didin pejirandin.
-

Hevriyên dayika Sakîne: Bila çavên wê vekirî nemînin dê têkoşîna aştiyê bidome
Hevriyên Sakîne Arat a ku temenê xwe bi têkoşîna ji bo aştiyek bi rûmet derbas kir bi gotinên; “Dayikek bi cesaret bû” behsa wê kirin û gotin ku dê têkoşîna ji bo aştiyê bidome.
-

‘Em ê perspektîfên Rêber Apo bikin bingeha xebata ji bo aştiyê’
Endama koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Hesûn têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê got: “Peyam û perspektîfên Rêber Apo ji bo me destûra jiyana azad û demokratîk e.”
-

Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em danezana destûrî qebûl nakin
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li ser danezana destûrî ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat îmzekirin got: “Destûra Bingehîn bi zîhniyeta serdest a mêr hatiye amadekirin. Em vê destûrê qebûl nakin.”
-

Çalakiya nobetê a li Mexmûrê bi koma 119’emîn didome
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê bi biryardariyeke xurt didome. Çalakî bi dewirgirtina koma 119’an berdewam dike.
-

Li Îtalyayê ji bo Abdullah Ocalan hembajariya rûmetê
Li bajarê Bologna ya Îtalyayê biryar hat dayîn ku hembajariya rûmetê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
-

TJA: Em ê Sakîne Arat di têkoşîna xwe de bi bîr bînin
TJA'yê ragihand ku wê Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku 13'ê Adarê jiyana xwe ji dest da, her tim di têkoşîna xwe de bi bîr bînin.
-

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da gelê li perava Sûriyeyê
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan şermezar kirin û peyama piştgiriyê da gelê peravê.
-

Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê
Di danişîna doza Dayikên Aştiyê de ku ji ber hefteya 700’emîn 44 kes dihatin darizandin, ji bo tevahiya kesên tên darizandin biryara beraetê hate dayin.
-

Çarenûsa 4 çalakvanên Kurd ên Îranê binçav kiribû nediyar e
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çarenûsa 4 çalakvanên Kurd ên ji ber beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûyîn hatîn binçavkirin, nediyare.
-

Dayika Aştiyê Sakîne Arat hat oxirkirin
Cenazeyê Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate oxirkirin.
-

Ji 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang
85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî ku li Îranê bi destûra demkî hatibû berdan û girtiyên siyasî bêşert bên berdan, bang kirin.
-

Kovara jinên Cezayirê ‘La Place’ bal dikşîne ser têkoşîna jinan
Hejmara sêyemîn a ‘La Place’ hat weşandin. Yek ji damezrînerên kovara jinan a "La Place" Saadîa Kasim destnîşan kir ku ev kovar ji bo piştgiriya têkoşîna jinên Cezayîrî tevkariyê dike.
-

Sembola berxwedan têkoşîn û aştiyê: Sakîne Arat
Dayika Aştiyê Sakîne Arat, di têkoşîna gelê Kurd de salên dirêj cihê xwe girt, tevî êşên ku kişandin jî heta dawiya jiyana xwe ji bo aştî û edaletê têkoşîna xwe domand.
-

Li Sûdanê çeka şer: Destdirêjî – 2
Ji destpêka pevçûnên ku li paytexta Sûdanê Xartûm dest pêkiriye jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve weke amûrê şer tên bi karanîn. Jin bi revandin û zewaca bi zorê re rûbirû ne.
-

Di nav şerê dijwar de ji bo zarokan cihek bi ewle: El-Wefaa
Rêvebera projeya "Gundê El-Wefaa" û pisporê axaftin, rehabîlîstasyon û perwerdeya taybet Wefaa Ebû Celalê ji bo zarokên sêwî cihekî ku zaroktiya xwe bijîn ava kir û piştevaniya wan dike.
-

Navenda El-Herayêr ji bo jinên Tûnisî derfetê kar ava dike
Navenda El-Herayêr a ji aliyê Yekitiya Jinên Tûnisê ve hatiye vekirin ji bo jinên Tûnisî derfetên kar û fêrbûna pîşeyê ava dike.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiyên Elewiyan şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiyên li herêmên peravên Sûriyeyê şermezar kirin û ji bo hesabpirsînê jî daxwaza avakirina komîteyeke lêkolînê kir.
-

Nazê Nayîf di 8’emîn salvegera xwe de li Şengalê hat bibîranîn
Nazê Nayîf Qewala ku di sala 2017’an de ji aliyê pêşmergeyên Roj ve hatibû şehîdxistin, di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê endamên TAJÊ ve li ser gora xwe hat bibîranîn.
-

Li Mexmûrê pêşbirkek zanistî hat lidarxistin
Li wargeha penaberan a Mexmûrê pêşbirkên 17’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê yên 4’ê Nîsanê didomin. Di çarçoveya pêşbirkan de dinavbera xwendekarên dibistana amedeyî de pêşbirkek ya zanistî hat lîstin.