rojane
-

Îran çawa hat ber têkçûna jîngehê?
Li Îranê agahiyên jîngehê krîzeke kûr nîşan didin ku ji hişyariyên sade wêdetir diçe û digihîje qonaxek guhertinên bêveger. Di demekê ku cîhan ber bi çareseriyên kesk ve diçe de, jîngeha Îranê bi lezeke zêde ber bi ‘têkçûna jîngehê’ ve diçe.
-

Rejîma Îranê Parêzer Fatîma Ruhende ji ber çalakiyên medyayî girt
Li Kermana Îranê, karê parêzer Fatîma Ruhendeh ê parêzeriyê ji ber binpêkirina “qedexeya çalakiyên medyaya dîjîtal” hat rawestandin û niha jî Fatîma hat girtin.
-

Li Zahedanê krîza avê
Li Zahedanê bi kêmbûna avê re krîza avê her diçe kûrtir dibe. Welatî neçar dimînin ku ava avdanê ya parkê bikar bînin da ku hewcedariyên xwe yên rojane yên avê bi cih bînin.
-

Rêxistinên Mexrîbê: Beşdariya demokratîk di sererastkirina qanûnê de kêm e
Rêxistinên jinan û mafên mirovan ên Mexrîbê li hember qanûna hejmar 31,26 a ku beşdariya jinan a di mekanîzmayên cihê biryardayînê de dike xeterê, bertek nîşan dan gotin ku di sererastkirina qanûnê de beşdariya demokratîk kêm e.
-

TJA: Em biryara ku armanc dike mafê nefeqeyê xesp bike nas nakin!
Tevgera Jinên Azad TJA'yê têkildarî biryara betalkirina nefeqeyê ya AYM’ê bertek nîşan da û got: “Em vê êrîşa aşkera ya li ser mafên destkeftî yên jinan û vê biryara ku armanc dike mafê nefeqeyê xesp bike, nas nakin!”
-

Rêxistina Mossawat: Pêwîst e siyaseta bêcezatiyê bi dawî bibe
Li Tûnisê belavbûna vîdyoyên êrîşên li dijî koçberên ji welatên başûrê Sahrayê, bûn sedema nîqaşan. Bi zêdebûna gotinên nefretê û rageşiya siyasî û civakî re careke din eşkere bû ku siyaset û civak di warê mafan de bi ezmûnek re rûbirû ne.
-

Jinên Kobanê: Emê xweseriya YPJ’ê li Sûriyeyê mîsoger bikin
Jinên ji bajarê Kobanê li dijî siyaseta înkarkirinê ya li hember YPJ’ê gotin ku “Emê xweseriya YPJ’ê li Sûriyeyê mîsoger bikin. Em hebûna xwe di wan de dibînin, ew nûnertiya vîna me dikin û di sekna xwe de hemû jinên Rojavayê Kurdistanê nîşan didin.”
-

Ji bo rojnamevanên Sudanî yên li Lîbyayê asê mane banga lezgîn
Sendîkaya Rojnamevanên Sudanî ragihand ku rojnamevanên Sudanî yên li Lîbyayê asê mane rastî gef, tacîz û kiryarên cudakar tên. Sendîkayê banga avakirina mekanîzmayên parastinê yên lezgîn ji bo rojnamevan û malbatên wan kir.
-

5 sal cezayê girtîgehê ji Humeyra Şerîfî re hate birîn
Li gorî raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, welatiya Efganî Humeyra Şerîfî piştî ku di xwepêşandanên li Îranê yên Çileya 2026’an de hatiye girtin, pênc sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Êrişek eşkere li dijî mafê jinan
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bertek nîşanî rêziknameya nafakayê ya Dadgeha Destûra Bingehîn da û got: “Ev biryar êrîşeke eşkere li dijî mafê jinan ê hatî bi destxistin e. Em biryarek ku mafê nafakayê xesb dike nas nakin.”
-

MGK: Zextên li ser rojnamegeran piralî û sîstematîk bûne
MKG'ê rapora xwe ya meha Gulanê aşkere kir û got: "9 platformên dîjîtal hatin astengkirin. Her wiha êrîşê du rojnamegeran hat kirin, rojnamegerek hat binçavkirin û rojnamegerek jî hat girtin."
-

Parêzvana mafan Nîhale Şehîdî hat girtin û şandin girtîgehê
Li Îranê parêzvana mafên zarokan û welatiya Behayî Nîhale Şehîdî hat girtin û ji bo cezayê xwe yê 6 salan ê girtîgehê bikşîne wê şandin girtîgeha navendî ya Kermanê.
-

Derhênera Îranî Marjane Satrapî koça dawî kir
Nivîskar û derhênera Fransî ya bi eslê xwe Îranî ya navdar a cîhanê Marjane Satrapî koça dawî kir. Fîlma wê ya bi navê "Persepolis", ku zilm û zordariya li Îranê nîşan dide, di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Juriyê wergirt.
-

2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gurbetellî Ersoz dest pê dikin
MKG’ê ragihand ku serlêdanên ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gurbetellî Ersoz dê di navbera 8’ê Hezîranê û 25’ê Îlonê de werin qebûlkirin.
-

Lubnan: Agirbesta di siya zextên navneteweyî û zêdebûna şerê li herêmê de
Tevî agirbesta di navbera Lubnan û Îsraîlê de hate îlankirin, piştî êrîşên ku Îsraîlê tevahiya şevê pêk anî, li başûrê Lubanê aramiya bi pîvan serdest e. Di vê pêvajoyê de hişyariyên derbarê xeteriyên bermahiyên şer de didome, hejmara miriyan zêde dibe.
-

Meclîsa Jinan a Partiya DEM’ê bertek nîşanî pêşnûmeya Pakêta Dadwerî ya 12’emîn da
Meclîsa Jinan a Partiya DEM’ê, derbarê pêşnûmeya Pakêta Dadwerî ya 12’emîn de got ku “Mîna rêbazek ji bo ji nû ve sêwirandina civakê ya bi kodên yekreng, zayendperest û serdestiya mêran tê bikaranîn.”
-

Êrîşên li dijî Xezayê didomin: 8 kes mirin
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî bajarê Xeza û kampa penaberan a Şatî de, herî kêm 8 Filistînî mirin, 15 kes jî birîndar bûn. Tevî agirbestê jî li herêmê bûyerên tundiyê didomin.
-

4’ê Hezîranê: Zagon û civak bi berpirsyariya parastina zarokan re rûbirû ne
4’ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Şer e lê hê jî mafên zarokan hem ji aliyê civakî hem jî zagonî ve nayên parastin. Li Iraqê bi guherîna zagona der barê mafên zarokan re, zarok bi destdirêjiya sîstematîk û zewacê re rûbirû ne.
-

Dayîkek û 2 zarokên wê ku li Suweydayê hatibûn revandin hatin berdan
Saba Zarîfe û her du zarokên wê ku li ser rêya Şam-Suweyda ya Sûriyeyê ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin, piştî zêdetirî hefteyekê dîlgirtinê hatin berdan.
-

Koçberên Serêkaniyê: Ewlehî ji bo me tiştê herî girîng e
Koçberên Serêkaniyê ku tevî hevpeymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de jî nikarin vegerin ser axa xwe, ragihandin ku di demên dawî de gelek caran behsa yekbûn û entegrasyonê hatiye kirin, lê wan bandora wê nedîtine.