rojane
-

Li Kongoyê 27 bûyerên nû yên Ebolayê: Hejmar zêde dibe
Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê ragihandin ku hejmara bûyerên Ebolayê yên tesbîtbûyî gihîştiye 515’an û ji vana 91 kes mirine. Rêxistinên navneteweyî hişyarî dan ku ger tedbîrên pêwîst neyên girtin, dibe şewb bi pir belav bibe.
-

Bi meşê re keşfa xwenasînê
Bi riya meşên xwezayî, jin hem tenduristiya xwe ya fizîkî hem jî ya derûnî diparêzin. Di heman demê de vê yekê wekî derfetek ji bo danûstandina ramanan û xurtkirina têkiliyên xwe yên civakî dibînin.
-

Hezar Nerexî: Kongreya me di pêşengiya jinan de pêngaveke nû çêkir
Di 1’ê Hezîranê de li wargeha Şehîd Rustem Cudî Kongreya 4’emîn a gel hat lidarxistin. Hevseroka nû Hezar Nerexî got ku di kongreyê de hêz û îradeya jinê di asteke bilind de derketiye pêş.
-

‘Piştgirî û hişyariya civakê bingeha parastinê ye’
Jinên bajarê Hesekê xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê pêşwazî kirin û gotin ku ev yek dê bi piştgiriya gel misoger bibe û gotin: “Xweparastin erka hemû kesan e.”
-

YRJ: Êrîşa li ser Ajansa Nûjinha destdirêjiya li ser azadiyê çapemeniyê ye
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ)’ê têkildarî êrîşa sîber a ku duh êvarê li dijî ajansa Nûjinha pêk hat daxuyaniyek çapemeniyê da. YRJ’ê tekez kir ku ew ê her dem piştgiriya dengê rastiyê bin.
-

Li Iraqê li dijî Qanûna Sivîl a Caferî xwepêşandan
Li Iraqê nîqaş li ser sepandina paşverû ya bendên Qanûna Sivîl a Caferî yên derbarê welayeta zarokan de zêde dibe. Dayik û parêzvanên mafên jinan xwepêşandanek lidar xistin û diyar kirin ku ev rêzikname bandorek neyînî li ser mafên zarokan û dayikan dikin
-

Li Mexrîbê, dayîkên girtiyên Tevgera Rîf bi salan e li benda vegera zarokên xwe ne
Parêzvanên mafê mirovan li bajarê El-Hoceymayê, yê bakurê Mexrîbê li hev kom bûn, piştgirî dan malbatên kesên ji ber Tevgera Rîf hatine girtin. Dayîkan carek din daxwaza berdana zarokên xwe kirin.
-

Meclîsa Îştar: Êrişên li dijî jina Kurd hişmendiya pergala qirker e
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî gotinên zayendperest û netewperest ên Rahmî Koç daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî êrişên ser jinan dê bersiva wan bilindkirina asta rêxistinbûna jinê be.
-

Dayîkên Aştiyê: Mafê kesî tune ye û dê qet nebe ku heqaretê li jinan bike
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê çapemeniyê gotinên zayendperest ên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd pêkanîbû helwestên xwe raber kirin.
-

Hiqûq û teknolojî li Cezayîrê dicivin
Di roja duyemîn a Foruma Nûjeniya Hiqûqî ya Afrîkayê de ku li Cezayîrê hat lidarxistin, li ser hevgirtina hiqûq û teknolojiyê hat nîqaşkirin.
-

Daxuyaniya ajansa me der barê êrîşa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
Ji ber êrîşa sîber a duh êvarê li ser ajansê çêbû, rêveberiya ajansê daxuyaniyek da û hat gotin ku li hemberî êrîşên ku rojnamegeriyê hedef digrin ew ê bêdeng nemînin, karê xwe berdewam bikin û bibin dengê rastiyê dengê jinan û çapemeniya azad.
-

Qedexekirina cil û bergên jinan: Talîbanê gefa girtinê li jinên Heratê xwar
Bi daxuyaniya nû ya Talîbanê ya li Heratê re, fikarên jinan ên der barê girtina biryarên ji ber cilan zêde dibe. Talîbanê ragihand ku jinên li gorî ‘hîcaba Îslamî’ ya ku bi xwe ‘pênase dike’ tevnegerin dê werin girtin û wan bişînin girtîgehan.
-

Li Îranê du xwişkan cezayê girtîgehê hat birîn
Mîna Kuçekî û xwişka wê Semîra Kuçekî di nav kesên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine girtin de bûn. Ji aliyê dadgeha Komara Îslamî ya Îranê ve li her yekê ji wan 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn û niha li Girtîgeha Evînê ya Tehranê ne.
-

Li Wanê di salona mesajê de tora fuhuşê
Hate diyarkirin ku li bajarê Wanê di lêpirsîna li dijî saloneke yê masajê de îdayên ku jinan dikin nava fuhuşê de ketin dosyayê. Di çarçoveya lêpirsînê de 7 kes hatin girtin.
-

Kovara Jin bi berga ‘Li dijî talanê Jiyan!’ derket
Hejmara 171’an a Kovara Jinê bi berga ‘Li dijî talanê Jiyan!’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

JINNEWS: Di meha Gulanê de 18 jin hatin kuştin 25 jî bi guman mirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê ya JINNEWS’ê 18 jin hatine kuştin û 25 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Parêzer Sevda Çetînkaya: Qanûn nafaqayê wekî mafekî daîmî pênase nake
Parêzer Sevda Çetînkaya diyar kir ku peyva “nafaqaya bêdawî” rastiyê nîşan nade û got ku ev biryar destwerdanek li mafên qezenckirî yên jinan e.
-

Tevgerên jinan gotinên zayendperest yên Rahmî Koç şermezar kirin
Tevgerên jinan li Îzmîrê li dijî gotinên zayendperest û neteweperest ên Rahmî Koç daxuyaniyek dan. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku jinên Kurd di navenda pergala mêrperest û tirkperestî de rûbirûyî cudakariyeke piralî tên.
-

Li girtîgehên Tehranê girtî bi darê zorê tên xebitandin
Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê şert û mercên giran ên li girtîgehên rejîma Îranê de raporek parvekir û diyar kir ku beşek ji girtiyên li Girtîgeha Tehranê dimînin bi darê zorê di sektorên çandinî û pîşesaziyê de tên xebitandin.
-

Li Iraqê li dijî Qanûna Sivîl a Caferî xwepêşandan
Li Iraqê nîqaş li ser sepandina paşverû ya bendên Qanûna Sivîl a Caferî yên derbarê welayeta zarokan de zêde dibe. Dayik û parêzvanên mafên jinan xwepêşandanek lidar xistin û diyar kirin ku ev rêzikname bandorek neyînî li ser mafên zarokan û dayikan dikin