rojane
-

Dayikên Şemiyê 1106’emîn çalakiya xwe li dar xistin
Pervîn Buldan di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û got, "Em careke din ji Yekîneya Lêpirsîna Kuştinên Nediyar daxwaz dikin: Pêwîst e ku ne tenê kuştinên di vê heyamê de hatine kirin, lê hemû kuştinên ku di demên berê de hatine kirin werin ronîkirin.”
-

Li Kobanê komxebat: Xweparastin garantiya azadî, edalet û wekheviyê ye
Meclîsa Jin a partiyên siyasî li Kobanê ji bo parastina hebûna YPJ’ê di pêşeroja Sûriyê de komxebatek li dar xistin. Komxebat bi sernavê “Di bin ala Yekîneyên Parastina jin YPJ de yekbûna jinên Sûriyê ji bo azadî, edalet û wekheviyê”.
-

Îran di bin siya darvekirinan de ye
Gelek rapor ji zindanên Arak, Reşt, Şîraz, Hemedan, Gorgan, Tebrîz, Kerman û Îsfahanê nîşan didin ku di hefteyên dawî de di darvekirinan de zêdebûnek cidî heye. Tenê li Zindana Adelabadê ya Şîrazê, di rojekê de 10 girtî hatine darvekirin.
-

Peyama Abdullah Ocalan a ji 24'emîn Kongreya KNK’ê re: Em nirxên xwe biparêzin
Abdullah Ocalan, di peyama xwe de ya ji bo 24'emîn Lijneya Giştî ya KNK'ê şandî de got ku “Mezinkirina lêgerîna Kurdan ya ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsyariya me hemûyan a hevpar e
-

Zarok û jinên Helebceyê astengiyên zîhniyeta baviksalar afirandine derbas dikin
Helebce, ku bi dîrok û mîrata têkoşîna xwe tê nasîn, îro serkeftinên nifşek nû ya keç û jinên ciwan dibîne. Ev nifş bi biryardarî berê xwe dide karateyê. Di salên dawî de, hejmara keç û jinên ku beşdarî klûbên karateyê.
-

Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn
TAJÊ ji bo girîngiya avakirina komînan û xweparastinê ji bo jinên Êzidî perwerdeyeke du rojan da. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn ji bo rastfêmkirin û avakirina komînan bal kişandin ser girîngiya perwerdeyê.
-

Lêpirsîn hate destpêkirin, Rahmî Koç lêborîn xwest
Serdozgeriya Komara Îzmîrê, derbarê Rahmî Koç de ji ber gotinên dijî jinên Kurd, lêpirsîn da destpêkirin. Piştî bertekan Rahmî Koç daxuyanî da û ji ber gotinên xwe lêborîn xwest.
-

Bertekên dijî gotinên Rahmî Koç mezin dibin: Baro ketin tevgerê TJA banga lêborînê kir
Rêxistinên hiqûqî û jinan bertekên tund nîşanî gotinên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd da. Baroyên Wan û Şirnexê, giliyê sûc kirin, TJA’yê gotinan wek ‘gotinên nefretê yên zayendîperest û mêtinger’ bi nav kir. Wezareta Dadê lêpirsîn da destpêkirin.
-

2 ji wan zarokên Sûriyeyî 21 kes di êrîşên Îsraîlê de li Lubnanê mirin
Li gorî agahiya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ve hatî weşandin, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî herêmên cuda yên başûrê Lubnanê de, zarokên Sûriyeyî jî di nav de 21 kes hatine kuştin.
-

Li Tûnisê krîza azadiya ramanê kûrtir dibe
Li Tûnisê di bin pêşengiya însiyatîfa "Nafas" de meşek bêdeng bi armanca şermezarkirina zextên zêde yên li ser çapemeniyê Tûnisê hat lidarxistin. Di meşê de hat xwestin ku destkeftiyên şoreşê werin parastin.
-

Ji bo derbaskirina xitimîna pêvajoyê ji Abdullah Ocalan hin pêşniyar
Heyeta DEM Partiyê li ser çerçoveya qanûnê bi heyeteke AKP’ê re hevdîtin pêkanî. Li ser vê çerçoveya dixebite û bi partiyên siyasî re jî di nava danûstandinê de ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xitimîna pêvajoyê derbas bibe hin pêşniyar kirine.
-

Li Şerîda Xezayê jinek hat kuştin û 16 kes birîndar bûn
Çavkaniyên Bijîşkî yên Filistînê ragihandin ku di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê li ser kampeke penaberan li herêma El-Mewasî ya Xan Yûnisê de jinek hat kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
-

Ji Hevserokên DEM Partiyê ji bo ‘mafê hêviyê’ name
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, têkildarî “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.
-

RÊPAK: Jin dikarin rolek Pêşeng di pêşxistina Yekîtiya Neteweyî de bilîzin
RÊPAK’ê di bultena xwe ya Gulanê de, şerê Îran-Îsraîlê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand. Destnîşan kir ku têkoşîna desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê li pêşiya yekîtiya neteweyî astengiyan ava dike.
-

Nedîm Muqereb: Li Îranê darvekirina jinan di asta cîhanê de di rêza yekem de ye
Çalakvana mafên jinan a Îranê Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê bilind bûye, di salek de 61 jin hatine darvekirin û ev yek di asta cîhanê de di rêza yekem de ye.
-

UNAMA: Jin û zarok di asta pêş a krîza avê ya li Efganistanê ne
Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA) li ser encamên berfireh ên krîza avê ya li welêt, hişyarî da û diyar kir ku jin û zarok ji komên din bêtir ji kêmbûna avê û negihîştina xizmetên tenduristî û paqijiyê bandor dibin.
-

WFP: Şerê Rojhilata Navîn krîza birçîbûnê ya cîhanî û mirovî girantir dike
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hişyarî da ku zêdebûna pevçûnan li Rojhilata Navîn krîza birçîbûnê ya cîhanî girantir dike, bi bilindbûna buhayên sotemenî, xwarinê û astengkirina rêyên şandinê. Somal û Efganistan rastî rîskên bêewlehiya xwarinê ya tund tên.
-

TKDF: Di 31 rojan de 31 jin hatin kuştin
Federasyona Jinên Tirkiyeyê (TKDF) ragihand ku di meha Gulanê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Li gorî raporê, 16 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
-

Tewanbarên ku ji ber îstîsmara zayendî hatibûn girtin hatin berdan
Tewanbarên ku ji ber îstîsmara zayendî li ser zarokên ku li parlamentoyê dixebitin hatine girtin, hatin berdan. Piştî darizandinê daxuyaniyek hat dayîn, biryar hat rexnekirin û hat gotin ku bi îhtîmala reva gumanbaran biryarek wiha bêwijdanî ye.
-

Li Seqiz û Sinê xalên kontrolê mirovan bêzar dikin
Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê behsa berfirehkirina xalên kontrolê û destwerdana hêzên ewlehiyê di nav nepeniya mirovan de dikin. Çalakvanên sivîl vê yekê wekî beşek ji xurtkirina jîngeha ewlehiyê û kontrola civakî dibînin.