Hewşana 80 salî: Kobanê bajarekî resen yê Kurmancan e
Dayîka Hewşan Mustefa yek ji stûn û hafîzeyên civaka resen a Kobanê ye. Hewşan dibêje ku ji serdema dayîk û dapîrên xwe ve bajarê wan bi navê Kobanê tê nasîn ku bi temamî warê Kurdan e.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Civak bi qasî hafîzeya xwe ya dîrokî dibe hebûn. Ev tesbît jî herî zêde ji bo rewşa gelê Kurd derbasdar e ku di dirêjahiya dîroka xwe de li dijî her cûre qirkirin û tunekirinê bi riya bîra xwe a civakî hebûna xwe heta roja îro dewam kiriye.
Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di dîroka gelê Kurd a nujen de xwedî roleke girîng û çarenûsiye, bi salên dirêj rû bi rû yê êrîşên asîmle û tunekirinê hatiye. Bi taybet jî ku Rêjîma Baas li ser guhertina demografî û nasnameyî gelek lîstok pêşxistine û hewil dane navê wê yê resen ji Kobanê veguherînin Ayn El-Ereb. A niha di vê pêvajoyê de hikûmeta demkî a nû ya Sûriyê li ser şopa heman hişmendiyê, careke din hewildana înkarkirin û nenaskirina nasnameya Kobanê ya resen tê kirin.
Hewşan Mustefa a 80 salî ku ji gundê Til Xezal ê ye û buka gundê Xizênî ye, di civaka Kobanê de jineke navdar e ku bi riya torên civakî her tim reseniya çand, folklor, ziman, nasname û hebûna gelê Kobanê nîşan daye. Lewra jî Hewşan yek ji jinên ku weke hafîzeya civakî a Kobanê ye, tê dest girtin.
Ajansa me ku berê xwe da gundê Xizênî yê li Başûr-Rojhilatê Kobanê, ji nêz ve li gel Hewşanê li ser reseniya dîrok, çand û nasnameya Kobanê pirs kir.
Hewşan ku di 18’e saliya xwe de di encama paşverûtiya berdêliyê de dizewice, 14 zarokên wê hene. Jineke xwedî kesayeteke cesaret û bihêz e û taybetmendiyên wê yên rêvebertiya xwezayî a jin berz dibin, xwedî tendirustî û hafîzeyeke baş e û dewlemend e. Tevî temenê wê yê mezin jî, kar û barên xwe yên malê, kedîkirina lawiran, çandina baxçeyan û bazirganiya genim û ceh bi xwe dike.
‘Kobanê parçeyek ji kezeba me ye’
Hewşan Mustefa bi van gotinan bal kişand ser girêdana xwe a bi Kobanê re: “Kobanê bajarê Kurdan e ku ji destpêka avabûna wê de wiha ye, di nava me de Ereb nebûn û tenê çend malbatên Ermen li gel me jiyan dikirin. Ji ber vê jî Kobanê bajarekî ku bi temamî Kurd in û tu kes jî nikare vê rastiyê înkar bike. Warê me ye, zaroktî, ciwantî û extiyarbûna me lê derbas bû. Ji ber vê jî dema êrîş li ser bajar pêşdikevin, agir bi kezeba me dikeve.”
‘Li dijî erebkirina Kobanê em her tim di nava têkoşînê de bûn’
Hewşana 80’ê Salî bibîr xist ku li dijî nasnameya Kobanê ya Kurdewarî her tim êrîş hebûn û got: “Hikûmetê her tim navê bajarê me diguhert, lê me weke gelê Kobanê tu caran ev yek qebûl nekiriye ku şerê me her tim li ser erebkirina navê wê bû. A niha jî dema em, zarok û neviyên me diçin herêmên hikûmetê, dibêjin em ji Kobanê ne em ne ji Ayn El-Ereb in. Ev helwest jî hîn ji dema me de hebû û heta vê rojê dewam dike.”
‘Wê warê me her tim bimîne Kobanê’
Hewşan Mustefa herî dawî teqez kir ku wê nasnameya bajarê wan reseniya xwe biparêze: “Kobanê destpêkê weke bajar li ser xeta sînor avabû, pişt re êdî dorfereh bû ku a niha bajarbûna wê gihîştiye gundên dora wê. Temenê min 80’ê sal in navê bajar Kobanê bû, di dema bavê min de Kobanê bû û her wisa bavê min digot ku ji dema dapîr û bapîrên wan de jî Kobanê bû. Ji ber vê wê Kobanê bi nav, nasname, dîrok û hebûna xwe her wiha bimîne, bajarekî Kurmancan.”