Li Xezayê jiberçûnên ji ber birçîbûnê bîst hezarî derbas kirin
Li morga Xan Yûnisê, trajediya 18 pitikan rûyê rastîn ê krîza mirovî diyar kir. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji ber birçîbûn û şer, di 6 mehan de nêzîkî 4 hezar bûyerên jiberçûnê çêbûne û ev yek gefê li paşeroja nifûsê dixwe.
Navenda Nûçeyan – Li morga Kompleksa bijîşkî ya Nasir li Xan Yûnis a li başûrê Zîvala Xezayê, cenazeyên 18 pitikên pêşwext hatin dinê an jî nû zayîn li kêleka hev hatibûn rêzkirin.
Piştî di nihêrîna pêşîn de, dihat fikirin ku ev cenazeyên pitikan di dema şer de di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, rastiyek cuda û tarî derket holê. Hate gotin ku ev pitik qurbanên jiberçûna neçarî û zayînên pêşwext ku di encama pirsgirêkên tenduristiyê yên ku dayîkên wan ji ber şert û mercên şer û birçîbûnê jiyan dikirin, çêbûne.
Di dema ku bandora krîza mirovî ya giran a li herêmê li ser jinên ducanî zêde dibe, hat ragihandin ku tenê di mehekê de 921 bûyerên jiberçûnê hatine tomarkirin. Hat ragihandin ku rêjeya jiberçûnê ji her 1000 zayîna zindî bûye 460.
Di 6 mehan de 4 hezar bûyerên jiberçûnê hatine tomarkirin
Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê, bûyerên jiberçûnê ne tenê tenduristiya zarok û dayîkan, di heman demê de rasterast gefê li nifûsa herêmê dixwe. Li gorî daneyan di nîvê yekem ê sala 2026’an de li Xezayê nêzî 4 hezar bûyerên jiberçûnê hatine tomar kirin. Rayedarên tenduristiyê destnîşan dikin ku bandorên şer, kêmbûna xwarinê û xirabûna şert û mercên jiyanê rewşa jinên ducanî xirabtir dikin.