rojane
-

Li Kongoyê keştiyek şewitî: 148 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kongoya Demokratîk agir keştiyeke bi motor ket ku 500 kes di keştiyê de bûn. Di encamê de 148 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda bûn.
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn ku beriya 44 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin.
-

Xizmên Wendayan cara 845’emîn li aqûbeta windayan pirsîn
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 845’emîn de hatin ba hev.
-

Li Kampa Holê 16 DAIŞ'î hatin girtin
Operasyona ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê di roja xwe ya duyem de didome. Di du rojan de 28 kesên bi guman ji wan 16 kes danûstandinên wan bi şaneyên DAIŞ'ê re hene û di nav de jin jî hebûn hatin girtin.
-

Kakayiyan li Helebceyê 5’emîn mihrîcana Bexşînê lidar xistin
Li gundê Hewar a girêdayî parêzgeha Helebceyê, Kakayiyên gundên Hewar, Hewarekun, Dertûyê, 5’yemîn Mihrîcana Roja Bexşînê lidar xistin.
-

‘Mîrasa rojnamegeriya azad xebata li ser cewhera jinan e’
Rojnameger Şoxan Mîrza diyar kir ku divê rojnameger bûyerên têkildarî kuştina jinan baş lêkolîn bikin û bibin bersiv ji nêrînên paşverû yên der barê wan bûyeran de.
-

Li Cezayirê mihrîcana çandî: Pirek di navbera çandan de
Helbestvanên jinên ku beşdarî mihrîcana Çandî ya Navetewî ya Helbesta Jinan li Cezayirê bûne destnîşan kirin ku mihrîcan pira çandî ye ku dikarin bi riya wê çand û mîrasa xwe zindî bikin.
-

Li dijî erîşên HTŞ’ê Baroya Amedê serî li DCN’ê da
Baroya Amedê li dijî sûcên şer ên HTŞ’ê li dijî sivîlan serî li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê û DCN’ê da.
-

Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê 5’emîn kongreya xwe lidar xist
Tevgera Jinên Ciwan a wargeha penaberan a Mexmûrê di 5’emîn kongreya xwe de balkişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî xwest.
-

Jinên Libyayî: Ji bo namzediya serbixwe zêdetir cesaret
Li gorî aktivîstên jin, pêdiviya jinên li Libyayê dijîn, ne zêdebûna zagonan e, ya esasî ew e ku feraseta civakî ya jinan kesên îtaetkar dibîne biguhere. Aktivîstên jin, dixwazin bi hewldan û keda xwe xwedî cesaret bin.
-

Jinên Xezayî ji ava paqij bêpar dimînin
Gelê Xezayê ji aliyek ve rastî êrîşên tund ên Îsraîlê tê, ji aliyê din ve jî hewl dide bighê pêdiviyên bingehi. Bi qutbûna çavkaniyên avê re nexweşîn ji nû ve zêde bûn. Jinên Xezayî diyar dikin ku mirin li wan tê ferzkirin.
-

Zanyara Siyasî Judith Goetz behsa çavdêriyên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Zanyara siyasî Judîth Gotz li ser vexwendina Kongra Star tevî şandeyekî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Judîth anî ziman ku herî zêde ji vê yekê bandor bûye ku ji bo guhertin û veguhertinê li gel jinan mêr jî perwerdê dibînin.
-

Li Hesekê 20’emîn salvegera KJK’ê hate pîrozkirin
Bi dirûşmeya "Azadî bi avakirina konfederalîzma demokratîk a jin, misoger dibe" Kongra Star a Hesekê bi boneya 20'emîn salvegera KJK'ê şahiyek li dar xist.
-

TAJÊ ji bo salvegera damezrandina KJK’ê dar çand
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 20’emîn salvegera damezrandina KJK’ê li Parka Dayê Erzan dar, gul û çîçek çand.
-

Di êrîşa hêzên rejîmê ya li ser gundên Belûc de sivîlek hat kuştin
Li Zahedana ku navenda eyaleta Sistan û Belûcistanê ye, hêzên rejîma Îranê êrîşê 4 gundan kirin. Di serdegirtinê de, 18 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn hatin binçavkirin, ciwanek jî hat kuştin.
-

Li Qamişlo û Kobanê salvegera 20’mîn a KJK’ê hat pîrozkirin
Kongra Star salvegera damezrandina 20’emîn a KJK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişloyê pîroz kir. Li Kobanê jî bi heman armancê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hat pîrozkirin.
-

Li Xezayê di nava mehek de 595 zarok hatin kuştin
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 18’ê Adare ve piştî xirakirina agirbestê dest pê kirin de herî kêm 595 zarok û 308 jin hatin kuştin.
-

Li kampa Holê operasyona ewlehiyê dest pê kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.
-

DYA êrişî Yemenê kir: 38 sîvîl jiyana xwe ji dest dan
Li gorî medyaya Hûsiyan, artêşa DYA’yê êrişî bendera petrolê ya Ras Îsa ya li rojavayê Yemenê kir. Hate ragihandin ku herî kêm 38 kes hatin kuştin.
-

‘Banga Civaka Demokratîk ji bo parastina xwezayê girîng e’
Ekolojîst Melîs Tantan got ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” derfetek ku pêşî li texrîbara li ser ekolojiyê were girtin çêkiriye û diyar kir ku tevgerên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê dikarin bi xebata bi hev re vê derfetê binirxînin.