rojane
-

Romannivîsa Mexribî bi nivîsên xwe dengê jinan derdixe pêş
Romannivîsa Mexribî Samîa el-Qerafadî bi nivîsên xwe hewl dide deng û rengên jinên Mexribî derxe pêş û dibêje: “Bi riya nivîsandinê balê dikşînim ser jinên hatine jibîrkirin, bindest û yên bêdeng li berxwe didin."
-

MKG û DFG: Em ê şopandina rastiyê bidomînin
MKG û DFG'ê bi wesîleya 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: " Em bêdeng namînin. Em ê şopandina rastiyê bidomînin."
-

YRJ'ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî da
Bi boneya salvegera 127'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek nivîskî weşand û soza têkoşîn û berxwedanê nûjen kir.
-

Berxwedana gelan li Bendava Tişrînê didome
Dayîkek ku di nav nobedarên Bendava Tişrînê de cîh digre, destnîşan kir ku pêwîst e ne tenê Bendava Tişrînê, hemû Sûriye azad bibe ku gel hemû bikaribin vegerin ser axa xwe.
-

‘Rojnamegerên jin ên Kurd pêşengên hişyarkirina gel in jî’
Xebatkara RONAHÎ TV’yê Hebûn Omer destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên Kurd, bi her dosya û mijarên ku parve dikin ne tenê pirsgirêkên rojane yên gelê Kurd radixin berçavan, di heman demê de pêşengên hişyarkirina gel in jî.
-

Li Şamê qedexeyên Talîbanê: Dê jin di beşa dawiya otobusan de rûnin
Li Şamê qedexeyên mîna yên Talîbanê ketin meriyetê. Li otobusan li ba hev rûniştina jin û mêran hat qedexekirin, dê jin li dawiya otobusê bikaribin biçin û bên. Ev pêkanîn ji aliyê jinan ve rastî bertekan hat.
-

Aktivîsta Mafê Jinan: Bila kiryarên sûcên li dijî jinan bên darizandin
Parêzvana Mafên Jinan Rabab Baldo, xwest ku kesên êrîşa zayendî li jinan kirine hem li Sûdanê û hem jî di asta navnetewî de werin darizandin, bang li jinan kir û got: “Hûn hêza guherînê ne. Pêşerojek baştir ewê bi destê we bê avakirin.”
-

Ji Rojnameya Kurdistan heta îro: Îsrara wan a di rastiyê de mamostetiya me kir
Rojnamevanên jin di Roja Rojnamegerên Kurd de hevalên xwe yên hatine qetilkirin û dîlgirtin bibîr xistin û bi gotina “Îsrara wan a di têkoşîna rastiyê de ji me re mamostetiyê kir” dan zanîn ku ewê her tim bibin dengê rastiyê.
-

‘Ji bo alîkarî bighîjin peravê pêwîstî bi vekirina korîdorên bi ewle heye’
Endama Însiyatîfa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalîde Botî ku di nava kerwanê alîkariya ji bo Perava Sûriyeyê de cîhê xwe digirt, bal kişand ser astengkirina alîkariyan û got: “Ji bo alîkarî bighîji peravê pêwîstî bi vekirina korîdorên bi ewle heye.
-

Ji Abdullah Ocalan ji bo pêvajo û Sirri Sureya Onder peyam
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de got: “Ez hevî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”
-

Jinan li Qamişlo li ser rola jinan di avakirina Sûriyeyê de nîqaş kirin
Beşdarên panela diyalogê ya li bajarê Qamişlo teqezî bi pêkanîna edaleta civakî li Sûriyeyê da û girîngî da rola sereke ya jinan di pêvajoyên siyasî yên avakirina Sûriyeyê de.
-

Şande ji Îmraliyê vegeriya
Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirin, ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
-

‘Yekane riya rawestandina darvekirinan berxwedan e’
Shaghayegh Norouzi ya ku kampanya û bertekên navnetewî yên li dijî darvekirinên li Îranê ji ajansa me re nirxand, got ku “Bi hêza berxwedanê em bibin sedem ku Komara Îslamî ya Îranê nikaribe gavek wiha bavêje, ev tê bibe tekane rêya rastîn.”
-

Li Koye cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
Xirîstiyanên bajarê Koye piştî 50 rojên rojiyê cejna Paskalyayê pîroz kirin
-

Li Afrîkayê jin agir berdan tesîsên madenê
Li bakurê rojavayê Guinea-Bissau, bi sedan jinan duh agir berdan tesîsên madenê yên ku zirarê didin jîngehê û ji hêla şîrketek Çînî ve têne rêvebirin.
-

Jinên Îraqî yên li Kampa Holê: Em dixwazin vegerin welatê xwe
Jinên DAIŞ’iyan ku di operasyona ewlehî û lêgerînê ya li Kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin de axivîn. Jinan diyar kirin ku hatine xapandin, poşman in û dixwazin vegerin ser axa xwe ya ku lê ji dayîk bûne.
-

‘Paqijkirina jîngehê erka her kesî ye’
Di Roja Jîngeha Kurdistanê de, jin ji bo şînkirina bajêr hewl didin û dibêjin: “Paqijkirina bajar erkê hemwelatî û aliyên peywendîdar in. Paqijgirtina jîngehê erka herkesên ku li ser vê xakê dijîn e.”
-

Heyeta DEM Partî çû Îmraliyê
Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol ku di Heyeta Îmraliyê ya DEM Parî de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
-

Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Deraa bi jinan re civiya
Meclîsa Jinên Sûriyeyê cara yekem bi jinên li bajarê Deraa ya Sûriyeyê re civiya. Jinan pirsgirêkên ku pê re rûbirû ten nîqaş kirin.
-

‘Li Lubnanê nebûna zagonên parastina jinan tundiyê zêde dike’
Çalakvanên jin ên Lubnanê bal kişandin ser zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan û gotin: "Nebûna zagonên ku parastina jinan dikin, rê li ber zêdekirina rêjeyên tundiyê vedikin."