rojane
-

Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê, sibê di daxuyaniya ku wê li Stenbolê bidin de banga dîrokî ya Abdullah Ocalan wê parve bikin.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 588 roj li pey xwe hişt
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya nobetê di roja xwe ya 588’emîn de bi biryardarî didomînin.
-

Rapora Freedom House: Tirkiye di nava welatên ‘ne azad’ de ye
Saziya civaka sivîl a Amerîkayê Freedom House diyar kir ku sala borî li cîhanê asta azadiyan gelek ketiye û rêveberiyên otorîter bandora xwe zêde kirine.
-

Jinan soza bilindkirina têkoşîna li hember kujerên jinan dan
Di panêla ku li bajarê Hesekê ji bo cezakirina kiryarên li hemberî jinan hat lidarxistin de, soza bilindkirina têkoşîna jinan a li hember van kiryaran hat dayîn û biryarên girîng hatin girtin.
-

Gelê Suweydayê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin
Bi sedan welatiyên Suweydayê, ji bo şermezarkirina daxuyaniyên Îsraîlê yên têkildarî mudaxelekirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê daketin qadan û bi gotina ‘Em, Îsraîl, Rusya û Tirkiye jî di nav de li dijî her cûrê dagirkeriyê ne’ bertekên xwe anîn ziman.
-

Panêla jinan didome: Divê kujerên jinan bên darizandin
Panêla jinan ya ji bo darizandina kujerên jinan li Hesekê tê li darxistin, bi xwendina xalên panêlê û nîqaşên beşdaran didome.
-

Nameya Zeyneb Celaliyan: Li dijî darvekirin, girtin û hejariyê bibin yek
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku cezayê muebetê girtiye bo boneya salvegera girtina xwe nameyek nivîsand û bang li gel kir ku li dijî darvekirin, girtin û hejariyê bibin yek.
-

KJK: Sevîm Bellî bû nirxek ku ji nifşên nû re bibe mînak
KJK'ê nivîskar Sevîm Bellî ya jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got: “Bi nivîsên xwe, bi wergerên xwe, bi keda xwe ya şoreşgerî ya bê dawî û jiyana xwe ya têr û tijî ya bi têkoşînê, bû nirxek ku ji nifşên nû re bibe mînak.”
-

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê starta çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ em Sûriya demokratîk ava bikin” da.
-

DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdulah Ocalan re serlêdan kir
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku ji bo cara sêyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
-

Li Hesekê panêla ji bo darizandina kujerên jinan destpê kir
Jinên ku bi armanca darizandina qatilên jinan li Hesekê di panêlek de hatin cem hev, diyar kirin ku ewê kiryarên kuştina siyasetmedarên jin belge bikin û ji saziyên navnetewî re bi tevî daxwaza xwe ya darizandinê, bişînin.
-

Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin
Meclisa Jinên Sûriyeyê der barê ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ de ku duh li Şamê hate lidarxistin, daxuyanî da û got: “Jinên Sûriyeyê dê qebûl nekin careke din kirasê zilmê li xwe bikin. Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin.”
-

Rojnameger Oznûr Deger sirgûnî Girtîgeha Erzînganê kirin
Hate hînbûn ku Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê bû, sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hat kirin.
-

Endama Parlamentoya Ewropayê: Li Rojava jin ji bo mafên xwe têdikoşin
Endama Parlamentoya Ewropayê Katrîn Langensiepen li ser têkoşîna jinan a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Jin ji bo mafên xwe li Rojava têdikoşin û cihên xwe di rêveberî û siyasetê de girtine."
-

Çareserî bi hêza Rêber Abdullah Ocalan pêkan e – ANALÎZ
Li Kurdistanê, herêmê û cîhanê wê tansiyon bilind be, wê bi rêjeyeke girîng êdî diyar bibe ku ewê sedsala 21’emîn şeklekî çawa bigire. Riya hêviyê, çareseriyê, azadiyê û xilasiyê bi hêza Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
-

Şems Antar: Jin ji bo pêşxistina civakê xwedî roleke pêşeng in
Aktivîsta mafên jinan Şems Antar, diyar kir ku jin ji bo avakirin û pêşxistina civakê xwedî roleke sereke ne, bal kişand ku ger di warê çandî, siyasî û civakî de rê li jinan were girtin û rola wan were astengkirin dê civak tune bibe.
-

‘Guhertina bîrdoziya mêrê serdest çareseriya hemû pirsgirêkan e’
Endama Koordînasyona Mala Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa tekez kir ku jin ji bo avakirina jiyanek wekhev û azad, ji dîrokê heya vê kêliyê şerê guhertina hişmendiyê dike û ji bo nûkirina riyên tekoşînê di nava lêgerînê de ye.
-

Li Lîcê bertekên li dijî tacîza zayendî: Emê hesab bipirsin
Li Lîcê kiryarê bi navê AÇ. Tacîza zayendî herî kêm li 8 zarokan kir. Kiryar hate girtin. DEM Partî diyarkir ku tiştên hatî jiyîn parçeyek ji polîtîkayên şerê taybete û got: “Ki be bila bibe wê hesab bide.”
-

Li dijî darvekirinê kampanya hashtagê hate destpêkirin
Li ser medyaya dijîtal ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî kampanyayek hashtagê (WeProtestExecution#) hatiye destpêkirin û banga tevlîbûnê hate kirin.
-

TAJÊ starta çalakiyên 8’ê Adarê da
TAJÊ starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Em bi Jin Jiyan Azadî nirxên şoraşa jinan biparêzin” da.