rojane
-

Dayîkên Aştiyê destek dan çalakiya ‘Dîwarê Aştiyê’ ya li Hatayê
Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Kavuk da zanîn ku Dayîkên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî beşdarî çalakiya ‘Dîwarê Aştiyê’ ya ji bo piştgiriya bi jinên Elewî yên li Sûriyeyê tên qetilkirin re hatiye lidarxistin bûn.
-

Ev zilm ne encama biryareke takekesî ye
TJA'yê li dijî gotinên hikûmetê yên li ser bedena jinan daxuyanî da û got "Polîtîkayên jidayikbûnê ji bin kontrola dewletê bên derxistin"
-

ÎHD'ê rapora xwe ya sala 2024’an eşkere kir
Li gorî rapora ÎHD'ê, di sala 2024’an de li Kurdistanê 7 hezar û 431 binpêkirinên mafên mirovan çêbûne û mafê jiyanê yê 117 sivîlan jî hatiye binpêkirin.
-

Ji Belûciyan li 20 bajaran çalakiya li hember îşkenceya li girtîgehan
Belûciyên ku li eyaleta Belûcîstan a Pakîstanê dijîn, li hember sirgûniya kêfî û îşkenceya li girtîgehan li ser Belûciyan tên kirin, li 20 bajaran daketin qadan.
-

Heyeta DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re rûnişt
Heyeta DBP’ê û DEM Partiyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne. Heyet bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re rûnişt.
-

Li Yemenê malbatên girtiyan di çalakiyê de ne
Yekîtiya Dayîkên Yemeniyên Revandî daxwaza azadiya dîlan kir da ku di dema bombebarana berdewam a Emrîkayê de tiştek neyê serê wan.
-

28’êmîn Komcivîna Stargehên Jinan dest pê kir
28’êmîn komcivîna Stargehên Jinan Mor Çati û Navendên Şêwirmendiyê li Wanê dest pê kir.
-

Konferansa ku çav û dilê Kurdan lê ye sibê ye
Konferansa ku ji bo Kurdan gelek girîng e û ji bo yekrêziya Kurdan wek destpêk tê dîtin, sibê li Qamişloyê dê bi beşdariya 400 kesên ji Rojava, Bakur, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Sûriyeyê bê lidarxistin.
-

Di roja cîhanê ya pirtûkan de, çar pirtûk hatin nasîn
Li bajarê Koye, mersîmek ji bo nasîna pirtûka Qubad Celzîde û nivîskarên bi nav û dengên Kurd hate li darxistin. 4 pirtûk hatin nasîn, hejmarek berbiçav a jinan di merasîmê de amadebûn.
-

'Perwerde û hînbûn, hêvî û riyeke ku jiyana jinan diguherînin'
Jinên Lîbyayî yên ku ji ber şert û mercên jiyanê dev ji hînbûnê berdane û niha di temen mezin de dixwînin wiha dibêjin: "Ji jinên bindest re ev derfetek nû ye. Perwerde hêvî û riyeke ku jiyana jinan diguherîne."
-

Perçekirina dara 2 hezar saleyî ya li Yemenê hat şermezarkirin
Jîngehparêz û geştiyarên dîtin ku Dara Xerîb a yek ji mezintirîn darên herdemî yên nîvgirava Erebîstanê ye hatiye perçekirin, xemgîniya xwe anîn ziman û bang li rayedaran kirin ku xwedî li vê darê derkevin.
-

PYD’ê li Til Temirê dewreya ‘Şehîdên Bendava Tişrînê’ vekir
Partiya YekÎtiya Demokratîk (PYD) li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê vekir. Jinên ku beşdarî dewreyê bûn gotin: “Bi perwerdeyê re xwegihandina civakeke demokratîk pêkan dibe.”
-

Li Girtîgeha Evînê xwepêşandanek hat li dar xistin
Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê darvekirina Hemîd Huseyînnejad Heydaranlu şermezar kirin.
-

Heyeta DBP û DEM Partî yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne
Heyeta ku di nav de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM’ê jî hebûn derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.
-

Der heqê du rojnamegeran de îdianame: Ceza dan rojnamegerek
Îdianameya der heqê rojnamegerên girtî Mehmet Uçar û Bîlge Aksu de hat qebûlkirin. Hat xwestin ku rojnameger ji sûcên ‘endamtiya rêxistinê’ werin cezakirin.
-

'Ji ber ku zagonên parastina rojnamevanan pasîf dimînin mafên wan tên binpêkirin'
Rojnamevana Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ezraa Sedo diyar kir ku ji ber aktîfnekirina zagonên parastina mafên rojnamevanan, bi binpêkirin, gef û êrîşan re rûbirû dimînin.
-

‘Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê didomîne’
Meclîsa Civakî ya Ermen di salvegera 110’emîn a komkujiya Ermenan de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.
-

Piştî hevdîtina bi wezaretê re heyeta Îmraliyê daxuyanî da
Piştî hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re, Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da û got: “Dê şansê me çêbibe ku di demên pêş de hinek geşedanan bibînin.”
-

Ji Bijîşka aktîvîst Mehrang Beluc xeber tune
Li Pakîstanê 3 aktîvîstên ku bijîşk Mehrang Beluc jî di nav wan de ye, ji girtîgehê bi lêdanê hatin derxistin û nayê zanîn ku birine kuderê.
-

Birînên ji ber komkujiya 24’ê Nîsanê vebûne hê jî nekewiyane!
Di vê serdema ku cudakarî ji her aliyê ve didome de, rûpelên dîrokê komkujî û qirkirinek din tînin bîra me. Êşên ji ber sirgûnî, komkujî û destdirêjiyê hatin kişandin, ev 110 sal in didomin.