rojane
-

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin û azadî – ÇAVDÊRÎ
Di serdana min a li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, asta rêxistinbûna civakî û siyasî ya li herêmê bala min kişand. Jin li van herêman wek aktorên sereke û bi bandor di hemû aliyên jiyanî de derdikevin pêş.
-

Ji bo jinên girtî yên li Yemenê bên berdan însiyatîf hat destpêkirin
Komeleya Dayikên Kesên Revandî ji bo jinên di girtîgehên Hûsiyan de serbest bên berdan însiyatîfa bi navê “Jinên Azadî û Aştiyê” da destpêkirin.
-

Li Iraqê darvekirin zêde dibin
Aktîvîstên jin diyar kirin ku bûyerên darvekirinê li Iraqê di van demên dawî de zêde dibin û wiha gotin: "Tunebûna Komîsyona Mafên Mirovan li Iraqê rê li ber bûyerên darvekirinê vedike."
-

Li Suweydayê xwepêşandan: Ji desthilata despotîzmê re na
Li bajarê Suweydayê li dijî rêveberiya HTŞ ya cîhadîst xwepêşandan hat lidarxistin. Şêniyan dirûşma "Sûriye ya Sûriyeyan e.. Ji desthilata despotîzmê re na" berz kirin.
-

Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 51 hezar û 201
Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê didomin. Hejmara kesên li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 51 hezar û 201.
-

Li Iraqê pirsgirêkên jinan ên di qada huner û çapemeniyê de hatin nîqaşkirin
Jinên ku beşdarî panela Foruma Jinên Iraqê bûn pirsgirêk û zehmetiyên di pîşeyên xwe de dibînin vegotin. Jinan diyar kirin ku ji ber feraseta mêr pirsgirêkan dijîn û bal kişandin ser girîngiya hevgirtina jinan di qada huner û çapemeniyê de.
-

‘Divê Abdullah Ocalan bang li gelê xwe bike û bi wan re bixebite’
Laura Quagliuolo xwest ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û got: “Divê karibe dengê xwe bigihîne gelê xwe, bi wan re bixebite û div3e bi hev re biryar bê dayîn bê ka divê çi bê kirin.”
-

Îlham Ehmed: Di demekî herî kin de dê Konferansa Kurd were lidarxistin
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku dê di demekî herî kin de Konferansa Kurd were lidarxistin û da zanîn ku divê di mûzakereyên destûra bîngehîn de komîteyek hevpar were avakirin.
-

SOHR: Di rojekê de li Sûriyeyê 8 kes hatin qetilkirin
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di nava 24 saetan de jin û zarok jî di nav de 8 kes hatine qetillkirin.
-

Gelo hatina desthilatê ya HTŞ’ê rê li DAIŞ’ê vedike?
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a kantona Cizîrê Zehra Semo da zanîn ku bi hatina HTŞ'ê re hêviya vegera DAIŞ’ê zindî bûye. Zehra Semo got: "HTŞ jî xwedî bîrdoziya îslama radîkal e û heman tiştî dike."
-

Hejmara 112'emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 112'emîn a Kovara Jin bi berga "Têkoşîna Jinan a li dijî Newekhevî û Zayendperestiyê" hate weşandin.
-

Li Afganistanê krîza tenduristiyê: Jiyana dayik û pitikan di xeterê de ye
Li Efganistanê gihîştina lênêrîna tenduristiyê pirsgirêkek cidî ye, bi taybet ji bo jinên ku li gund û deverên dûr dijîn. Li şûna ku hikûmeta Talîbanê ji pirsgirêkan re çareseriyan bibîne, qedexe û zextên li ser bijîjkên jin girantir dike.
-

'Li Misrê jin di qalibên civakê de tên sînordarkirin'
Aktîvîstên jin ên Misrî tekez kirin ku jin li Misrê bi kêşeyên çandî û civakî re rûbirû ne û gotin: "Çanda civakî jinan dixe nava qaliban. Jinên ku xwe ji van qaliban rizgar bikin jî tên demxekirin."
-

Narîn û Tala: Du zarokên ku dewleta Tirk malbatên wan qetil kirin
Dagirkeriya dewleta Tirk du keçikên bi navê Narîn û Tala, bê malbat hiştin. Yek ji wan hê li nexweşxaneyê ye û ji ber birînên giran ên laşê xwe, hê tê dermankirin. Yek jî, hê nebûye yek salî û nizane ku tofanek çawa bi ser wan de hatiye.
-

Li Xezayê pergala tenduristiyê hilweşiya: Ne derman, ne derziyek heye!
Jinên ducanî û yên zarokan dimijînin, di nava şerekî hovane de li Xezayê, di nava tunebûnê de têkoşîneke bêeman dimeşînin. Ew ji her tiştê ji bo jiyanê bêpar in, tu nexweşxaneyek ku biçin derman bibin tune ye.
-

‘Hikûmeta Iraqê nahêle tiştek bikeve nava wargeha Mexmûrê’
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak derbarê zextên Hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê de axivî û destnîşan kir ku hemû kiryarên Iraqê yên li ser wargehê, encama polîtîkayên di navbera Tirkiye û Iraqê de tên meşandin e.
-

Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
Li Îranê 16 rêxistinên mafên mirovan ji bo ku darvekirina 85 Belûciyan bê rawestandin, bang kirin.
-

Îranê 5 sal cezayê girtîgehê da mamosteya zimanê Kurdî
Hate diyarkirin ku Sirwe Mihemedî bi tometa ‘avakirina komên ji bo têkdana asayîa giştî’ ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine û Dadgeha Temyîzê ve, 5 sal ceza bi ser de hatiye birîn.
-

Li Kongoyê keştiyek şewitî: 148 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kongoya Demokratîk agir keştiyeke bi motor ket ku 500 kes di keştiyê de bûn. Di encamê de 148 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda bûn.
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn ku beriya 44 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin.