'Ji ber ku zagonên parastina rojnamevanan pasîf dimînin mafên wan tên binpêkirin'
Rojnamevana Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ezraa Sedo diyar kir ku ji ber aktîfnekirina zagonên parastina mafên rojnamevanan, bi binpêkirin, gef û êrîşan re rûbirû dimînin.

NÛR EL-EHMED
Reqa- Sedsala 21'emîn sedsala azadiya jinê û şoreşa wan e. Ev yek bû sedem ku welatên serdest li dijî aktîvîst û rojnamegerên jin ên ku bi pênûs û kamerayên xwe dixwazin rastiya têkoşîn, hêz û şoreşa jinê ragihînin û rê li ber belavbûna wê ya li cîhanê bigrin, polîtîkayên sîstematîk bimeşînin.
Nîşaneya dawî ya vê polîtîkayê jî, girtina kêfî, îşkenceyên hovane û cezayên darvekirinê yên li ser rojnamevanên jin Pexşan Ezîzî û Warîşe Muradî ya bi destê desthilatdarên Îranê ye. Bi sedan kesên wekî wan di zîndanan de dimînin. Ev yek ji binpêkirinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li ser jinên rojnameger ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, wek tolhildana sûc û binpêkirinên ku li dijî şêniyên herêmê ji aliyê dagirkeriyê û çeteyên wê ve hatine belgekirin, dike hedef.
'Destkeftiyên jinan bi astengiyan re rû bi rû dimînin'
Rojnamevana Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ezraa Sedo di wê baweriyê de ye ku sedsala 21'an sedsala azadiya jinê ye. Ezraa diyar kir ku serhildan û şoreşên ku jinan ji bo bidestxistina azadiya xwe dane destpêkirin, vê yekê nîşan dide û wiha got: "Ev şoreş tenê bi jinên herêmên me re sînordar nebû. Jinan li welatên curbicur ên cîhanê cesareteke mezin nîşan dan û daxwaza mafên xwe kirin. Ev jî gefek li ser siyaseta welatên dîktator bû. Her gav û destkeftiyên jinan bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Li welatên cîhanê gelek aktîvîst, aktîvîstên mafên mirovan û siyasetmedar hene ku rastiya têkoşîna jinan li hember rejîmên serdest ên otorîter radighînin û rastî binpêkirinan tên."
'Jinên ku rastiyan tînin ziman rastî zext û çewsandinê tên'
Ezraa Sedo da zanîn ku armanca bikaranîna rêbazên zext û tirsandinê, pûçkirina îrade û ramana jinan e û wiha pê de çû: "Ev zext li Îranê bi taybetî piştî şoreşa 'Jin jiyan Azadî' bi awayekî zelal diyar dibe. Her jinek ku rastiya xwe anî ziman û daxwaza azadiyê kir, tevî endamekî malbata xwe rastî zext û çewisandinê tên û tên girtin. Di nav wan de Pexşan Ezîzî û Werîşa Muradî ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn jî hene. Gelek daxuyanî, kampanyayên daxwaznameyê û nerazîbûnên rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan û aktîvîstên siyasî ev binpêkirin şermezar kirin û daxwaza rawestandina van biryarên kêfî kirin. Lê bêdengiya navneteweyî serdest e."
'Rojnamevanên rastiyê radighînin dibin hedef'
Derbarê rola rojnamevanan a di gihandina rastiyê de û hedefgirtina wan a ji aliyê hêzên dagirker ve de Ezraa Sedo wiha got: "Rojnamegerên jin di ragihandina berxwedana gelên herêmên me yên li bendava Tişrînê ya ji bo parastina herêmê ji hilweşînê nîşan dan, roleke girîng lîstin. Van rojnamegeran rûyê rast ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kirin. Ji bo veşartina tawanên xwe yên li dijî sivîlan û binesaziya herêmê, gelek rojnamevan di nav de Cîhan Bîlgîn jî ku rastiya berxwedana gel li bendava Tişrînê radighand, bûn hedef. Her wiha rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behaddîn ku ji bo ragihandina rastî û destkeftiyên şoreşa jinê û têkoşîna wê di her astê de xebitîn û sûcên dagirkeriya Tirk eşkere kirin, bûn hedef."
'Li dijî binpêkirin û zextan rojnamevanên jin liberxwe dan'
Ezraa Sedo da zanîn ku tevî hebûna zagonên navnetewî ku parastina mafên rojnamegeriyê dikin jî kar û xebatên wan tên astengkirin û wiha got: "Tevî ku qanûnên taybet ji bo parastina kesên ku di warê rojnamevaniyê de kar dikin hene jî, pêkneanîna wan û nedarizandina berpirsyaran, dibe sedema zêdebûna binpêkirinan. Lê rojnamegerên jin serî netewandin û têkoşîna xwe ya di girtîgehê de jî ji bo bidestxistina edalet û azadiya hemû jinên cîhanê berdewam kirin."
'Divê cihên têkildar parastina rojnamevanan bikin'
Ezraa Sedo peyama xwe ji hemû jinên têkoşer û berxwedêr ên li pey rastiyê dimeşin re şand, banga xwe ji civaka navnetewî re ragihand û wiha bidawî kir: "Em hemû çalakvan, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan ên ku li girtîgehên Îran û Tirkiyeyê û li her derê li berxwe didin û têdikoşin û her jinek ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, hêja dibînin. Rojnamegerî pîşeyek hêja ye ku peywira wê gihandina rastî û heqîqetê ye. Ji ber vê yekê, divê kesên eleqedar rojnamegeran biparêzin û ji kesên sûcên li dijî wan dikin, hesab bipirsin."