rojane
-

Ji Kampanyaya Parastina Şerîfe Muhammedî daxuyaniya 1’ê Gulanê
Koma "Kampanyaya Parastina Şerîfe Muhammedî" bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek weşand û daxwaza serbestberdana Şerîfe Muhammedî û hemû çalakvanên girtî kir.
-

Talîban cilên xwe li xwendekaran ferz dike
Rêveberiya Talîbanê li Afganistanê ragihand ku ji sala nû ya xwendinê ya ku di Adarê de dest pê kir pê ve, dê tînika kevneşopî ya dirêj ji bo hemî xwendekarên xort mecbûrî be.
-

Dadgeha Îranê ceza li bijîşka Kurd birî
Ji piştî serhildana ‘jin jiyan azadî’ ve zextên rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li bijîşka Kurd a bi navê Beyan Salihyan ya xelkê bajarê Seqizê ye, 5 meh cezayê girtîgehê yan jî 150 milyon tûmen ceza lê hat birîn.
-

Hêzên Desteka Bilez li El Faşerê 12 sivîl qetil kirin
Hêzên Desteka Bilez RSF’ê li bajarê El Faşer a Sûdanê dîsa komkujiyek pêk anîn. RSF’ê jin û zarok jî di nav de 12 sivîl qetil kirin, 7 kes jî birîndar kirin.
-

Şêniyên Mexmûrê ji ambargoya Îraqê re gotin ‘Êdî Bes e’
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya hikûmeta Îraqê ya li ser wargehê, meşek girseyî lidar xistin.
-

KJK: Hevrê Pelîn li her devera ku lê ma asta rêxistiniya jinê bilind kir
Koordînasyona KJK'ê Pelîn Yilmaz bi bîr anî û got: “Di avakirina sîstema jinê ya konfederal a demokratîk de kedeke mezin da, li her deverê asta rêxistiniya jinê bilind kir. Em li ser rêya wan soza Rêbertiya Azad û avakirina Jiyana Azad didin."
-

Ji Kombûna Jinan a Zenûbiya peyama Roja Karkerên Cîhanê
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Roja Karkerên Cîhanê peyameke pîrozbahiyê ji hemû jin û mêrên kedkar re şand.
-

TJK-E wê ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ li darbixin
TJK-E'yê raihand ku di 3'yê Gulanê de bi dirûşmeya "Diyalogên bi jiyana azad re" wê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên cuda lidar bixe.
-

Li Şirnexê mamoste Muammer Ugur dest avêt 4 zarokan
Derket holê ku Muammer Ugur ê li Şirnexê mamostetiyê dikir ji ber ku îstîsmara zayendî ya li 4 zarokan kiriye hatiye girtin. Danişîna doza Ugur dê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin.
-

Li Îranê pergala perwerdeyê di bin tundiyê de tê dayîn
Di pergala perwerdeyê ya Îranê de tundî çavkaniya xwe ji bingehê wê pergalê digre. Tundiya mijara nûçeyê bi awayê sembol, derûnî, fîzîkî û nêzîkatiyên xwe dispêre serîdanînê û îdeolojiya dewletê.
-

‘Yekrêziya Kurdî encama ked û fedekariya bi salan e’
Jinên kurd yên kantona Cizîrê Konferansa Yekîrêzî û Yekhelwesta Kurdî pîroz kirin û destnîşan kirin ku yekîtî, encama ked û destkeftiyên bi salan yên Şoreşa Rojava ye. Jinan gotin “Jin ji bo yekîtiya Kurdan her dem di nava tekoşîn û berxwedaniyê de bûn.”
-

TAJÊ xwest tavilê êrişên li ser Qadên Parastina Medyayê rawestin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla daxuyanî da. TAJÊ diyar kir ku tevî agirbesta gerîla jî êrîşên dewleta Tirk qet nesekiniye berovajî êrîşên xwe hîn dijwartir kiriye û xwest tavilê êriş rawestin.
-

Helebçe bû bajar
Serokkomarê Iraqê qanûna ku Helebçeyê dike bajar îmze kir.
-

Di doza Narîn Guran de ji bo kiryaran ceza hat xwestin
Dozgerê ku li doza Narîn Gurana 8 salî dinhêre, nêrîna derbarê 6 girtî û 15 kiryaran de aşkera kir. Dozger ji bo kiryaran ji 6 mehan heta 5 salan ceza xwest.
-

Rapora Amnesty: Îsraîlê di weşana zindî de qetlîam pêk aniye
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê weşand. Di raporê de bal kişandin ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û hat gotin, "Îsraîlê di dema weşana zindî de qetlîam pêk anî."
-

Pelîn Zozan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da
Koordînasyona PAJK'ê ragihand ku Pelîn Zozan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.
-

Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk: Jin bûn berdevkên aştiya her serdemê
Ji “Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk, destnîşan kir ku jinan di her serdemê de rîskan girtine berçav û berdevkiya aştiyê kirine.
-

'Konferansa Yekrêziya Kurdî dê mafên Kurdan li Sûriyeya nû misoger bike'
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah dan zanîn ku konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dê mafên gelê Kurd di pêşerojê de misoger bike.
-

Dulce Maria: Jinan li Rojava rêxistinbûnek girîng ava kirine
Ducle Maria ya ji gelên xwecihî yên li Abya Yala Emrîkaya Latîn e, têkildarî serdana xwe ya yekem a li Rojava destnîşan kir ku li vir jinan rêxistinbûnek girîng ava kirine û got “Ez vê rêxistinbûna girîng bi rêzdarî silav dikim.”
-

Rojnamevan Ceren Kaynak Îskit hat oxirkirin
Rojnameger Ceren Kaynak Îskit a jiyana xwe ji dest dayî bi tevlîbûna gelek kesan ve hate oxirkirin.