rojane
-

Huda Kaya: Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e
Parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya ku tevlî Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bû, got: “‘Aştî’ ne tenê rawestandina pevçûnan e, başkirina dil û civakê ye. Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e.”
-

Jinên Êzidî: Em ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin
Jinên Êzidî ku sala 2025’an bi têkoşîn û berxwedanê derbas kirin, bi hêvî û baweriyek mezin sala nû pêşwazî dikin. Jinan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin.
-

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo beşdariya mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, di daxuyaniya xwe de banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" kir ku dê di 4'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amed bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin kir.
-

Tora Bîjîşkên Sûdanê: Li Bakurê Darfûrê komkujiyek hovanê pêkhat
Li Eyaleta Bakurê Darfûrê ya Rojavaya Sûdanê, komkujiyek tirsnak pêkhat. Di encama tundiya li ser bingeha etnîkî de jin û zarok jî di nav de zêdetirê 200 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Îsfahanê 8 jinên Bahaî hatin girtin
Aktîvîstan û çavkaniyên civaka Bahaî, ragihandin ku li Îsfahanê 8 jinên Bahaî hatine girtin û ji bo pêkanîna biryarên darezê sewqî Girtîgeha Dolatabadê hatine kirin.
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
Di 1084'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de, aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku 31 sal berê di binçavan de winda bûbû, hate pirsîn.
-

Li Sanayê otobusên ji bo jinan bû sedema bertekan
Di nava rexneyên berdewamiya pêkanînên berê yên armanc dikin tevger û azadiyên jinan sînordar dikin de, li Sanayê saziyên girêdayî Hûsiyan xebatekî nû ya tehsîskirina otobûsên veguhestinê ya tenê ji bo jinan, ragihandin.
-

Li Derayê jinek hat qetilkirin
Li Derayê jina binavê Reem Bekir a 29 salî ji aliyê hevjinê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin.
-

400 çalakvan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin
400 çalakvanên mafên mirov û xelatgirên nobelê yên ji welatên cûda, bi daxuyaniyek hevbeş cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li girtiya siyasî Zehra Şehbaz Teberî biriyî şermezar kirin.
-

Girtiyên li girtîgeha Evînê nayên derman kirin
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ragihand ku rewşa girtiyên siyasî yên jin yên li girtîgeha Evînê xirabe. Hat gotin ku girtî nayên derman kirin û ev yek rewşa girtiyên bi temen û nexweşên demdirêj dixe nava metirsiyê.
-

Notên derûnnasekî: Jinên ku xweparastinê kirin
Vegotinên derûnnas Sara Dehqan ên ji Girtîgeha Sine eşkere dikin ku şîdeta navmalî, zewaca bi zorê û qanûnên newekhev piştî kiryarên parastina xwe, dibin sedema cezayên giran ji bo jinan; û zarok neçar dimînin ku di girtîgehê de mezin bibin.
-

HTŞ’ê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike
Cîhadîstên HTŞ’ê çekên giran li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê bi cih dikin.
-

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jin dîmenên jinan û veguherîna civakî
Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê piştî vederkirina bi salan, jin di warê siyasî, civakî û aborî de bi her awayî li pêş in. Bi vê veguherîna dîrokî ya ku mînakên wê kêm in, li saziyên Rêveberiya Xweser di mekanîzmayên biryaran de aktorên sereke ne.
-

Jinên Sûdanî bi hêviya aştiyê dikevin sala 2026’an
Tevî êşên şer, bombebarana li ser bajaran jî û koçberiyê jî; jinên Sûdanî hêviya xwe ya ji bo aştiya li welatê xwe û pêşerojeke ronî diparêzin.
-

Mala Jinan mekanîzmeyên parastina jinan xurt dike
Rêvebera Mala Jinan ya Qamişloyê Mebrûka Ibrahîm da zanîn ku Mala Jinê parastina herî bi ewle ji jinan re peyda dike û mafên jinan di riya zagonê de diparêze.
-

Xwendekara bijîşkî ya girtî bi xetereyên tenduristiyê re rû bi rû ye
Negîn Dadgostaranjad, ku ji nexweşiya dil dikişîne, dema ku di girtîgehê de ye, ji mafê betlaneya bijîşkî û perwerdehiyê bêpar dimîne. Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku rewş krîtîk e û daxwaza mudaxeleya bilez ji rayedaran dikin.
-

Krîza li Sûdanê kûr dibe: 30 milyon kes li benda alîkariyê ne
Piştî şerên sê salan, ketina paytexta Darfûrê El Faşerê ya destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û koçberbûna bi hezaran kesan, krîza mirovahî ya li Sûdanê hîn girantir kir.
-

Li Sûriyeyê valahiya ewlehiyê: Herî zêde jin bandor dibin
Li Sûriyeyê, binpêkirinên mafên mirovan ên zêde dibin, têkçûna paqijkirina bermahiyên şer û mekanîzmayên parastinê yên nebaş gefê li jiyana sivîlan, bi taybetî jinan dixwe.
-

Di nava du rojan de 3 zarok û 2 jin hatin kuştin
Tawanên li dijî jin û zarokan li Tirkiyeyê zêde dibin. Li gorî nûçeyên di medyayê de, di du rojên dawî de 3 zarok û 2 jin li bajarên cuda hatine kuştin.
-

Îsraîl li Şerîaya Rojava êrîşî zeviyên Filistîniyan dike
Grûpeke Îsraîlî êrîşî fermeke miyên Filistînî kirin, êrîşî du karkeran kirin û berî ku ji herêmê derkevin, 150 mih dizîn.