rojane
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 90’an de didome
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 90’an de li 52 girtîgehên Îranê bi beşdariyek zêde didome. Girtî bi grevên birçîbûnê bertekên xwe yên li dijî cezayên darvekirinê tînin ziman.
-

Jiyana Zeyneb Celaliyan di xeterê de ye
Rêxistina Mafên Mirovan têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd a Îranê dimîne û cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, raporek parve kir û diyar kir ku jiyana Zeyneb Celaliyan di xeterê de ye.
-

Komîsyon vê hefteyê dê guhdarî jin û ciwanan bike
Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin dê vê hefteyê li rêxistinên ciwan û jinan guhdarî bike. TJA û Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin.
-

Li Silêmaniyê mirina bi guman a jinek
Li Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê cenazeyê jinek qenixandî di mala wê de hat dîtin û peyamek bi guman ku li pey wê ma.
-

Kembera Ereban û bandora wê ya li ser Kurdan - GOTAR
Projeya kembera Ereban, li dijî gelê Kurd yek ji polîtîkayên cûdakariyê ya sîstematîk a dîroka Sûriyeyê ye. Êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk jî bi heman armanc û polîtîkayê hatin pêk anîn.
-

Çîroka Nejlaya ji Serêkaniyê: Şer, koçberî û girtîgehên Tirkiyeyê
Nejla Silêman a neçarî koçberiyê dibe, bavê wê bi pismamê wê re dizewicîne. Li Tirkiyeyê di dema ducanîbûnê de tê binçavkirin, sê mehan di girtîgehê de bi sûcdariya ‘terorê’ tê girtin. Nejla dibêje ku cihê Tirk û çete lê bin, tu ewlehiya jiyanê tuneye.
-

Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber perwerde dide jinan
Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rohilat Mislim da zanîn ku armanca wan bi perwerdeyan rêxistinkirina jinan, xwe naskirin û zanîna rola xwe ya di civakê de ye.
-

Li Şehbayê 2 zarokên keç hat revandin
Komeke çekdarên rûgirtî 2 zarokên keç ji gundê Nêrebiyê revandin.
-

Nivîskar û aktîvîsta Kurd Gezîng Qazî li Tehranê hate girtin
Nivîskar û aktîvîsta sivîl a Kurd Gezîng Qazî, 9’ê Cotmehê li Tehranê hat girtin û heta niha der barê wê de tu agahî nehat bidestxistin.
-

Bi hezaran kes ji bo Rojîn Kabaîş edaletê xwestin
Platforma Jinan a Wanê û xwendekaran ji bo Rojîn Kabaîşê daxwaza edaletê kirin û gotin: “Ev pêvajoya di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hatine jiyîn, nîşan dide ku mafê jiyanê yê jinan tê bêqîmetkirin.”
-

Li Bexdayê li dijî bazirganiya mirovan semîner hate dayîn
Mala Çandî ya Feylî ya li Bexdayê, bi boneya Roja Cîhanî ya Dijî Bazirganiya Mirovan semîner hişyariyê li dar xist.
-

Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
-

Rojnamevan Şîrîn Saîdî hate berdan
Rojnamevana Şîrîn Saîdî ya li Tehranê dijî, ji Girtîgeha Evînê hate berdan.
-

Hunermenda Cezayîrî Dîdî Mebrouka koça dawî kir
Rayedarên Cezayîrê, cenazeyê hunermend Dîdî Mebrouka li mala wê ya li bajarê kevin ê Annabê dîtin. Hate diyarkirin ku cenazeyê wê pir zêde xirab bûye.
-

FJ’ê girtina rojnamevana Sûdanî Hajar Silêman şermezar kir
Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) girtina rojnamevana Sûdanî Hajar Silêman ku piştî raporên wê yên li ser gendeliyê hatiye girtin şermezar kir û banga "bêdengkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin; divê Hajar tavilê were berdan" kir.
-

Servînaz Ehmedî ji bo piştgiriya Nasîm Simyarî dest bi greva birçîbûnê kir
Nivîskar û girtiya siyasî ya berê Servînaz Ehmedî, aşkera kir ku ji bo piştgiriya bi Nasîm Simyarî ya li Girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye, wê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
-

‘Bi gotinên faşîst hedefgirtina siyasetmedarên jin tiştekî rasthatî nîne’
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî berevajîkirina gotinên siyasetmedarên jin ên Kurd û hedefgirtina wan da û got: “Di serdemeke hêviya aştiyê mezin dibe de hedefgirtina siyasetmedarên jin a bi gotinên faşîst, tiştekî rasthatî nîne.”
-

El-Faşêr 500 roj in di bin dorpêçê de ye
UNICEF’ê ragihand ku di êrîşekê de li bajarokê El Faşer ê Darfûrê ku sivîlên bêçare lê dijîn, 17 zarok hatine kuştin. Dorpêça ku zêdetirî 500 roj in didome, krîza birçîbûn, tîbûn û nexweşiyan li herêmê kûrtir dike.
-

Zêdetirî du meh in agahî ji jina Kurd Yelda Îmamdostî nayê girtin
Hat ragihandin ku ev zêdetirî du meh in jina Kurd a werzîşvan Yelda Îmamdostî li bajarê Esfehanê hatiye binçavkirin û heta niha ti agahî jê nayê girtin.
-

Ji Amnesty, ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan
Rêxistina Efûya Navnetewî, ji bo girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzayan da destpêkirin.