rojane
-

Jinên ciwan bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, li kantonên Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî hate li dar xistin.
-

FAO: 673 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye
Tê texmînkirin ku ji dawiya sala 2024’an û vir ve nêzî 673 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye.
-

Aqûbeta kesên li Peravên Sûriyeyê hatine revandin nayê zanîn
Aqûbeta hinek kesên li herêmên peravên Sûriyeyê hatine revandin hêj nayê zanîn. Sumer Îsmaîl bi nîşanên derbê vegeriya û Hadil Ejderî di vîdyoyekê de xuya bû, lê têkildarî sedema windabûna wê tu agahî nehat dayîn.
-

Li Sûdanê sektora tenduristiyê di bin zexta nexweşî û pevçûnên çekdarî de hildiweşe
Sûdan, di xizmetên tenduristiyê de xirabûnek cidî dijî. Bi zêdebûna bûyerên tayê û kêmbûna xizmetên tibî re, binpêkirinên li dijî xebatkarên tenduristiyê jî zêde dibe. Ji destpêka pevçûnan û vir ve 233 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.
-

Çalakiyên mamosteyan lewaziya hikumeta demkî nîşan didin
Saziyên perwerdeyê û xebatkar ên girêdayî hikumeta demkî ku li Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrir el-Şam ve tê rêvebirin, daxwazên wan ên herî asan jî nayê pêkanîn. Polîtîkayên îdarî, veguherîne amûrên dûrxistin û parçekirinê.
-

Li Kerkûkê mihrîcana ‘Destkeft û qonaxa nû ya ji bo vegera li zimanê dayîkê’
Li Kerkûkê bi amadebûna berpirsên îdarî û perwerdeyê, mamoste û xwendekarên zimanê Kurdî mihrîcana ‘Destkeft û qonaxa nû ya ji bo vegera li zimanê dayîkê’ hat lidarxistin. Di mihrîcanê de behsa girîngiya zimanê Kurdî hat kirin.
-

Girtiyên li girtîgeha Qezel Hîsar li dijî cezayê darvekirinê ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Qezel Hîsar a li bajarê Kerecê, komek girtî ji bo hevalên wan ên ku ji bo darvekirinê birin hucreyên yek kesî ketin greva birçîbûnê.
-

Roja Jinên Gundewarî ya Navnetewî: Gavek ber bi edaleta çandiniyê ve
Rêvebera Yekîneya Jinên Cotkar a Yekîtiya Cotkaran e Lamîa Qam Rajaybî, tekez kir ku pêwîst e Roja Jinên Gundewarî ya Navnetewî ji wateya sembolîk wêdetir biçe, divê bo baştirkirina rewşa jinan û xurtkirina rolên wan were hesibandin.
-

Bi vegera sivîlan re li Xezayê hişyariya ji ber madeyên neteqiyayî
Saziya alîkariya navneteweyî ya bi navê Handicap International, diyar kir ku madeyên neteqiyayî yên li Xezayê xeterek mezin in û hişyarî kir. Rêxistinê xwest bi vegera şêniyên bajar divê ku komên paqijkirina mayînan dest bi xebatê bikin.
-

‘Li Başûrê Kurdistanê hunera jinê ji aliyê desthilatê ve tê paşguhkirin’
Seroka Komeleya Ronakbîrî ya Gelawêj Îbtisam Îsmaîl destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê jin bi ezmûnên xwe di qada raman, huner û şano de hene û got ku lê belê ji ber astengiyên aborî û paşguhkirina desthilatê, jin nikarin hunera xwe bipêş bixin.”
-

Li tevahiya Iraqê û li Silêmaniyê hejmara namzedên jin gelek kêm e
Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên li Iraqê di meha Mijdarê de çêbibin, hem li tevahiya welat, hem jî li Silêmaniyê, hejmara namzedên mêr, sê carî jinan e. Vê rewşê nîşan dide ku jin hê jî ji derfetên ji bo namzediya wekhev bêpar in.
-

Dadgeha Gel: Jinên Efgan zilma Talîbanê vegotin
Li Dadgeha Gel a Efganistanê ku yekem kursiyê jinan ê di bin desthilatdariya Talîbanê de ye, êş û bêdengiyê cihê xwe ji dengek yekgirtî û wêrek ê jinên Efgan re hişt.
-

Li Tûnisê bi beşdariya jinên karsaz pêşengehek hate li dar xistin
Îro li paytexta Tûnisê bi boneya Roja Jinên Gundewar a Cîhanê, pêşengehek hate li dar xistin. Di pêşengê de berhemên jinên gundewar hate pêşkêşkirin û gelek jinên karkaz beşdar bûn.
-

NY’ê bernameya ji nû ve avakirinê ya Xezayê ragihand
Îsraîlê agirbest binpê kir û Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir pêwistî bi vekirina hemû deriyan heye ku ji bo Zîvala Xezayê gihandina alîkariyan bi hêsanî pêk were.
-

Rojnamevan Hajar Silêman bi kefaletê hate berdan
Rojnamevan Hajar Silêman a gendeliyên li Banka Navendî belge kir û piştre hate girtin, piştî bertekan bi kefaletê hate berdan.
-

Qeyrana aborî ya li Îranê bêkariya jinan zêde dike û cudahiya zayendan kûrtir dike
Li gorî rapora Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, zêdetirê 170 hezar jinên ku sala borî di sektora pîşesaziyê de dixebitin, karên xwe winda kirin. Ev hejmar nêzîkî sê qat ji rêjeya bêkariyê ya mêran zêdetir e.
-

Ji DMME’ê biryara Aysel Tugluk: Xalên AÎHS’ê hatin binpêkirin
DMME têkildarî biryara girtina Aysel Tugluk, diyar kir ku girtina wê xwe naspêre gumana maqûl a têrker, biryar da ku xala 18’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (AİHS) hatiye binpêkirin.
-

Parlamenterên Îranê di bin navê parastina jinan de zagona ‘îffet û hicabê’ careke din anîn rojevê
Di çarçoveya paketa zagonê ya bi sernavê “Pêşîgirtina Şîdeta li Dijî Jinan” de hinek parlementerên jin ên Îranê careke din “zagona îfret û hicabê” anîn rojevê. Ev rewş nîşan dide ku hewl didin astengiyên berê bi awayekî din ferz bikin.
-

Kongra Star: Ji Rêber Apo re ji Qamişloyê hezar û 575 name hatin şandin
Kongra Star ragihand ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hezar û 575 name ji Qamişloyê hatine şandin û got: “Rêber Apo, pêşengiya çareseriya hemû pirsgirêkan dike.”
-

Yekem firina jinan li Zirganê hate vekirin
Komîteya Aborî ya Kongra Star vekirina Kooperatîfa firina Zirganê diyarî wan jinên ku 6 sal in li Zirganê li ber xwe didin, kir.