rojane
-

Hîlala Zêrîn Sîdar Andok bi bîr anî
Koordînasyona Hîlala Zêrîn Sîdar Andok (Nîhal Ay) bi bîr anî û diyar kir ku Sîdar Andok, ji roja destpêkê ya tevlîbûnê heta kêliya ku nemir bûye, li gelek qadên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ked daye.
-

Xebatên Komîsyona Meclîsê du mehan hate dirêjkirin
Civîna 20’yemîn a Komîsyona Meclîsê bi dawî bû. Di civînê de biryar hat girtin ku komîsyon du mehan xebatên xwe dirêj bike.
-

Li Sûdanê pevçûn didomin: Li Kordofan bi hezaran kes koçber bûn
Rêxistina Koçê ya Navnetewî, ragihand ku ji ber zêdebûna pevçûnên li Başûr û Bakurê Kordofanê, zêdeyî 2 hezar kes neçar mane koç bikin, krîza mirovî ya li Sûdanê her ku diçe kûr dibe.
-

Ji Meclîsa Jinê ya PYD’ê banga ‘sivîlan biparêzin’
Meclîsa Jinê ya PYD’ê li dijî êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê banga “Bila rêxistinên mirovî, mafên mirovan û jinan, tedbîrên lezgîn bigirin û zextê bikin” kir.
-

Ji Hûsiyan di sê mehan de li dijî Taîzê 80 binpêkirin
Li gorî rapora Mafên Mirovan, li bajarê Taîz yê başûr û rojavayê Yemenê, ji aliyê Hûsiyan ve di nava sê mehan de gelek binpêkirinên wek êrîşên bê navber, dorpêç û xirabbûna şertên mirovî hatiye belgekirin.
-

Li Îdlibê di êrîşek de jinek ciwan hat kuştin birayê wê birîndar bû
Li bajarê Îdlibê jineke ciwan û birayê wê dema ku bi otomobîla xwe li ser rêya Dana-Tarmaninê bûn, ji aliyê êrîşkarên nenas ve hatin gulebarankirin. Jina ciwan hat kuştin, birayê wê birîndar bû.
-

Li Binarê Qendîlê Evîn Goyî û hevalên xwe hatin bibîranîn
Li Binarê Qendîlê bi beşdariya welatî û nûnerên saziyên sivîl, Evîn Goyî û hevalên wê ku di Komkujiya Duyemîn ya Parîsê de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.
-

‘Tavilê darvekirina Zehra Şehbaz Taberî rawestînin’
Pisporên Serbixwe yên Mafê Mirovan a NY, xwest biryara cezayê darvekirinê ku derbarê Zehra Şehbaz Taberî ya 67 salî ku li girtîgeha Reşt Lakan tê girtin de, xirab bikin.
-

Li Îranê 32 jin û 9 zarok hatine kuştin, 6 jin bi guman mirin
Li Rojhilat û Îranê tundiya mêr-dewletê zêde dibe. Di mehekî de 32 jin û 9 zarok hatine kuştin û 6 jin bi guman mirin. Îran cezayê darvekirinê li 7 jinan birî.
-

Diyarî Ferîdûn: Jin di parastina jîngehê de pêşengiyê dikin
Aktîvîsta mafên jin û zarokan Diyarî Ferîdûn, diyar kir jin ji dîrokê heta îro di parastina jîngehê de bûne pêşeng, bi domdarî ji bo paqîjgirtina jîngehê gelek hewl dane û got: “Ev nîşan dide ku di navbera jin û jîngehê de pêwendiyek nayê veqetandin heye.
-

Jinan bertek nîşanî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan
Jinan êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û gotin, "Em ê destûr nedin ku ev êrîşan îradeya we bişkîne. Berxwedana we, berxwedana me ye; têkoşîna we têkoşîna hemû gelê Sûriyeyê ya azad e."
-

Jinên Mexrîbê ji bo jiyan û mafên xwe têdikoşîn
Jinên ji gundên dûr ên Mexrîbê an jî herêmên mîna "Mexrîba Kûr" tên zanîn, bêdengiya li dijî vederkirin û sînordarkirinên li ser jiyana wan hatine ferzkirin şikandin û dest bi derketina kolanan kirin.
-

Dosyaya kesên di Bahoza Danîel de mirin hê nû di rojeva hiqûqî de ye
Parêzer Ferîha Huseyîn el-Ceylanî diyar kir ku “Bahoza Danîel” tenê karesateke xwezayî nîn e, valahiya hiqûqî ya li Libyayê nîşan dide û bal kişand ku dosyaya kesên di bahozê de mirine, ketiye bin siya mercên şer.
-

Bîranîna Komkujiya Parîsê: Em ê li hesabê komkujiyê bipirsin
Li Parîsê, yek ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, stranbêj Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil ku 23’yê Kanûna 2022’yan hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.
-

Fûara Pirtûkan a Tûnisê rastî eleqeyek mezin hat
Fûara Pirtûkan a Tûnisê, di tevahiya betlaneya zivistanê de rastî eleqeyek mezin hat. Zarok, xwendekar û dayik ji bo kirîna pirtûkên dersê û pirtûkên çandî berê xwe dan fûarê.
-

Kurdên Lubnanê: Em li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne
Kurdên li Lubnanê, fikarên xwe yên li ser êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anîn ziman û gotin: “Em van êrîş û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û careke din diyar kirin ku em li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne.”
-

NY hişyarî da: Pevçûnên li Sûdanê gihişt astekî cidî
NY, hişyarî da ku pevçûnên li Sûdanê dibe ku belavî herêmê bibe û banga parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî bê astengî kir.
-

Zirgan berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kir
Bi armanca silavkirina berxwedana gelê her du taxên Kurdan li bajarê Helebê gelê bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê meşiyan û êrîşên ku şevê din çêbûn şermezar kirin.
-

Evîn Goyî li Mexmûrê hate bibîr anîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de Cangorî Evîn Goyî ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê bi rêhevalên xwe Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re hat qetilkirin, hat bibîr anîn.
-

Li Îranê bendav zûha ne: Qeyranê avê kûrtir dibe
Rûxmê ku di salên dawî de gelek bendav hatin avakirin jî, piraniya wan bêyî nirxandinên bandora jîngehê hatine çêkirin û îro piraniya wan bê av mane. Bi vê yekê re jÎ qeyrana avê ya li Îranê kûrtir dibe.