rojane
-

Amîne Lakreen bû Seroka Parlamentoya Zarokan a Cezayîrê
Amîn Lakreen, weke Seroka Parlamentoya Zarokan a Cezayîrê hate hilbijartin. Hilbijartin, di rûniştinek taybet a ji bo hilbijartina Seroka Parlamentoyê ji bo heyama 2025-2027’an de pêk hat.
-

‘Li Îranê di salekê de zêdeyî 2 hezar kes hatin darvekirin’
Kampanyaya ‘Şêşema na ji darvekirinê re’ ragihand ku li Îranê ji destpêka meha Kanûnê heta niha nêzî 350 girtî hatine darvekirin.
-

'Aştî ji bo hemû gelan hewcedariyek bingehîn e'
Endamên Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re pirsên rojnamegeran bersivandin, anîn ziman ku pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye û rapora hevpar a Komîsyonê jî di asta nivîsandinê de ye û tê payîn di meha Çileyê de amade bibe.
-

38 partî û tevgeran êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
38 partî, tevgerên jinan, tevgerên civakî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga piştevaniyê li gelên herêmê kirin.
-

Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûq û adaletê dikare bê mayîndekirin
Endamên Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re daxuyanî dan û diyar kirin ku aştî bi hiqûq û adaletê dikare bê mayîndekirin û ji bo wê jî peywîreke mezin dikeve ser milê Wezîrê Dadê.
-

Şer jinên ducanî dike hedef
Li gorî daneyên The Guardian û Security Insight li seranserê dinyayê, li herêmên pevçûn lê tên jiyîn nexweşxane û xizmetên tenduristiya jinan rasterast dibin hedefa êrîşan.
-

Meclîsa Jinê ya TEV-DEM’ê: Êrîş binpêkirina Peymana 1’ê Nîsanê ye
Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û got: “Ev yek bi taybetî jî peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Waliyê Helebê û rêveberiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatiye îmzekirin, binpê dike.”
-

KJK: Şehîdên me xeyala birêxistiniya li ser bingeha demokratîk ji me re hiştin
Koordînasyona KJK'ê şehîdên komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bi bîr anî û got: “Birêxistiniya li ser bingeha demokratîk, yekbûna li dora komunan û avakirina jiyana azad xeyala şehîdên me hemûyan bû û ev xeyal ji me re hiştin.”
-

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e
Komîsyona Jinan a KNK’ê, bi daxuyaniyek êrîşa li dijî Leyla Zana şermezar kir û got: “Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e. Leyla Zana ne bi tenê ye!”
-

Mamosteyên Mexribê daxwaza berdana Nezghe Macdî kirin
Konseya Koordînasyona Netewî ya Mamosteyan bi daxuyaniyek da zanîn ku rewşa mamoste Nezhe Mecdî ku li girtîgeha El Arjat a bajarê Salê di girtîgehê de xirab bûye.
-

Şehîn Mahmûdî li Îranê hate binçavkirin
Şehîn Mahmûdî, ku hemwelatiyê Îranî û hem jî yê Norwêcî ye, piştî ku bi rêya telefonê ji bo lêpirsînê hatibû gazîkirin, li Seqizê hate binçavkirin. Derbarê tohmetên li dijî Şehîn Mahmûdî û pêvajoya yasayî de agahî nehat dayîn.
-

Ji bo azadiyê 34 sal meşa bê rawestan: Evîn Goyî
Çalakvana siyasî Sara Reza got ku komkujiya duyem a Parîsê, berdewamiya komkujiyên din bûye û da zanîn ku dê jin bi xebat û têkoşîna xwe bersiv bidin kesên ku van komkujiyan dikin.
-

TAJÊ: Wê Jinên Kurd bi tekoşînê tola komkujiyên Parîsê hilînin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di seyemîn salvegera wê de bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên komkujiya Parîsê bibîr anî.
-

Şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşan rabûn ser piyan
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi xwepêşandanek şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan dan.
-

‘Manîfestoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ deriyek ber bi aştiyê ve ye’
Jinên Ereb ên li kantona Firatê herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojihilatê Sûriyeyê diyar kirin ku manîfestoya “Aştî û civaka demokratîk” bingeha avakirina jiyana azad û demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk e.
-

Li dijî şerê taybet bang: Em kom bibin û têbikoşin
Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Rûken Kiliç a balkişand ser şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin, destnîşan kir ku tiryak, fihûş û çekdariya ferdî encamên şerê taybet in û got: “Em hemû kom bibin û vî şerê taybet ê li Kurdistanê rakin.”
-

Çeteyan li Helebê jinek qetil kirin
Nûçegihana ajansa me ragihand ku di encama êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de, jineke 57 salî ya bi navê Fedwa Muhammed el-Kurdî li Helebê hatiye qetilkirin.
-

Fermandar Berfîn Nûrhaq li Şengalê hat bibîr anîn
Li Şengalê bi merasîmekî Şehîd Berfîn Nûrhaq, Medya Egîd û Ala Hêvî bi merasîmek hatin bibîranîn.
-

Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî Leyla Zana şermezar kir
Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê, bi tundî êrişa û sivkatiya faşîstên Tirkiye ya li ser jina siyasetmedar ya Kurd Leyla Zana şermezar kir û got: “Divê jiyan û rûmeta jinên çalakvan û siyasetmedaran bên parastin.”
-

Cîhadîstên HTŞ’ê taxên Kurdan ên Helebê hedef girt
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb, bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan êrişeke çekdarî ya komên girêdayî hêzên Rêveriya demkî ya Sûriyeyê li bajarê Helebê têk bir.