rojane
-

Jin di Rêveberiya Xweser de stûna bingehîn e
Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe re êşên şer jiyan kir, lê belê tecrûbeya xweparastinê ya jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, di asta pêşengiyê de ye.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Ev êrîş hewldana têkbirina îradeya jina azad e
Kombûna Jinan a Zenûbiya şewitandina baregeha komîteya xwe ya li Dêrazorê şermezar kir û tekez kir ku ev hewldanek ji bo tepeserkirina dengê jinên azad û têkbirina têkoşîna wan e.
-

Zexta pergala Îranê ya li ser jinan: Piştî zanîngehê here mala dê û bavê xwe
Jinên biperwerde yên li Îranê, piştî zanîngehê rastî bazara kar a bin serweriya mêran û zextên civakî tên û neçar dimînin vegerîn nava malên xwe; ev veger ji bijarteyek zêdetir, îfadeyek polîtîkaya zayendî û cudakariya avahiyê ye.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 160’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 160’an, di roja xwe ya 820’emîn de didome.
-

‘Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vegera Efrînê mîsoger dike’
Endamên Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê anîn ziman ku bi pêşengiya jinan berxwedanek li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin û gotin: “Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vegera Efrînê mîsoger dike.”
-

Gelê Tûnisê ji bo rizgarkirina jîngeh û mirovan xwepêşandanek li dar xistin
Gelê Tûnisê, xwepêşandanek li dar xistin û li dijî belavbûna nexweşî û rewşên xeniqandinê yên ji ber qirêjiyê, daxwaza veguhestina yekîneyên pîşesaziyê yên qirêj ji Gabesê kirin.
-

Cezayir Roja Jinên Cotkar a Cîhanê pîroz kir
Li Cezayirê bi boneya Roja Jinên Cotkar a Cîhanê ku her sal di 15’ê Cotmehê de tê pîrozkirin, çalakiyên cûrbecûr ên neteweyî û herêmî hate li dar xistin.
-

KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hat kirin bi tundî şermezar dikin!
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew heqaretên li meclîsê li Rêber Apo û Pervîn Buldan hatin kirin qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin û vê yekê weke sûcê sorkirina şer dibînin. KJK'ê bang li alîgirên aştiyê kir ku helwestê nîşan bidin.
-

Ayşegul Dogan: Divê komîsyon guhdarî Abdullah Ocalan bike
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan îşaret bi civînên komîsyonê kir û got: “Divê rasterast komîsyon guhdarî Abdullah Ocalan bike.”
-

Gefên kuştinê li Rojnamevan Rabîa Önver dixwin
Rojnamevan Rabîa Önver piştî ku nûçeyek li ser angaştên avabûnên DAIŞ û Hizbullahê weşand, gefên kuştinê lê tên xwarin.
-

Mayînên milîsên Husiyan dibin sedema mirina sivîlan
Tora Maf û Azadiyê ya Yemenê, ragihand ku di nava 8 mehan de ji ber mayînên ku ji aliyê milîsên Husî ve hatin çandin 64 sivîl mirine, 83 kes jî birîndar bûne. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.
-

Ji bo rojnamevanên jin ên Tûnisê beşdarî ‘Fîloya berxwedanê’ bûne merasîm
Rojnamevana Tûnisî Olfa Lamlum, diyar kir ku ceribandina ‘Fîloya berxwedanê’ mînaka zindî ya piştevaniya cîhanî ye û got: “Divê ceribandina ku jinan bi awayekî balkêş cih girtin de, li dijî zilm û qirkirinê seknek hevpar hat raberkirin.”
-

Jînûs Muhamedî ya Bahayî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin
Jînûs Muhamedî ya Bahayî ku li bajarê Ûrmiyê dijî, ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin û nayê zanîn birine ku.
-

Terorîstan Encûmena Jinên Zenûbiya ya li Dêrazorê şewitandin
Avahiya Encûmena Jinên Zenûbiya ya li Dêrazorê, rastî êrîşa komeke çekdar hat. Êrîşkaran avahî şewitandin. Di encamê de zirarek mezin a madî çêbû.
-

Kampanyaya “Hemwelatîbûyîn ji bo min û malbata min maf e” pêşnûmezagonek pêşkêş kir
Jinên ku tevlî civîna çapemeniyê bûn diyar kirin ku zagona ku pêşniyera guherînê ya kampanyaya “Hemwelatîbûyîna min ji bo min û malbata min maf e” dê ji bo bi hezaran jinên Lubnanî û zarokên ku rastî cudakariya zayendî tên bibe temînata mafan.
-

Jinên li gundewarê Misrê bi rêya sendîkayan bihêz dibin
Roja Jinên Gundewarî ya Navneteweyî ku her sal di 15’ê Cotmehê de tê pîrozkirin, wek hewldanek ji bo naskirina rola wan a navendî ya di civakê de tê dîtin. Jinên gundewaran tevî zehmetiyan hêzek hilberîner a girîng pêk tînin.
-

Di ragihandina cenaze û kevirên goristanan de nav û wêneyê jinan tê jêbirin
Di civakê de mirin jî nikare jinan ji veşartina navê wan xilas bike û kevirên goran jî dibin pênaseyek din a jêbirina jinan. Sembolên wek kulîlk, find û kevok dikevin şûna navê wan û wêneyên wan ji ser kevirên goran tên jêbirin.
-

'Jineolojî rola jinan a di civakê de ronî dike’
Endama Komîteya Jineolojî ya Lubnanê Elaa Farah got ku “Jineolojî, rêbazek ji bo piştgiriya jinan û ronîkirina rola wan a di civakê de ye.”
-

Ji bo pêşxistin û hêzdarkirina jinan kampanyaya hişyariyê
Rêvebera Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hûriyş Şemdîn ragihand ku bi armanca pêşxistina jinan kampanyaya 6’emîn lidar xistine û got ku “Jina azad pêşenga avakirina Sûriyeyek demokratîk e.”
-

HRW’ê: Divê hikûmeta Mexribê guh bide xwepêşandanên ciwanan
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), tundiya li dijî xwepêşanderên Mexribê şermezar kir û da zanîn xwepêşandaran “bi zext û tundiyê re rû bi rû ne” û bang li rayedaran kir ku bersiva daxwazên gel bide.