rojane
-

DFG: Di Sibatê de zext zêde bû, hejmara rojnamevanên girtî bû 30
DFG'ê di rapora xwe ya Sibatê ya binpêkirina mafên rojnamevanan de diyar kir ku girtin, binçavkirin, sansûr û zextên darazê li dijî rojnamevanan berdewam kiriye. Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hesabê du ajansan hate astengkirin.
-

Yenar Mihemed 23 sal ji bo parastina mafê jinan têkoşiya
Çalakvana siyasî û mafên jinan Yenar Mihemed ku roja 2’yê Adarê li ber deriyê mala xwe ya li Bexdayê di encama gulebarana kesên nediyar de hat qetilkirin, 23 salan bê navber li dijî fikir, rê û rêbazên pergala dagirker têkoşiya û mafên jinan diparast.
-

Li Koye ji bo Ebîr Sehlanî merasîma rêzdariyê hat lidarxistin
Li Koye ji bo endama parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Ebîr Sehlanî ku bi birandina keziya xwe û cil û bergên Kurdî piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê merasîma rêzdariyê hat lidarxistin.
-

Girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê piştî êrîşan bi fikar in
Beşek ji girtîgeha Evînê ya li Îranê, rastî êrîşeke mûşekî hat. Ev bûyer, di demeke ku rapor derbarê rewşa xirab a mafên mirovan a li çend girtîgehan de hişyarî didin de, fikaran zêde dike.
-

Ji çiyayên Kurdistanê heta bajaran: Jin parêzvanên xwezayê ne
Bi zêdebûna krîzên mezin ên avhewayê re, rola jinan weke karakterê sereke di parastina hevsengiya xwezayê û guhertina tevgerên ziyanê didin de derdikeve pêş. Jin bi xwezayî ji bo parastina xwezayê têdikoşin.
-

TAJÊ: Em Qetilkirina Yenar Mihemed bi tûndî şermezar dikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser qetilkirina Yenar Mihemed ku li Bexdayê hate qetilkirin daxûyanî da û got: ‘Em ê tekoşîna wê ya ji bo jinên Êzidî ên dîlgirtî meşandî ji bîr nekin û bibin şopdara ked û xebata wê.’
-

'Ne rejîm ne jî hêzên biyanî jinên Îranî divê riya xwe bi xwe vekin'
Her çiqas qelsbûna rejîma zextkar piştî êrîşên li ser Îranê bi baş were dîtin jî welat dixe nava bêewlehiyê. Jinên ji Bakur dibêjin; "Ne rejîm ne jî hêzên biyanî divê alîkariyê bikin; jinên Îranî divê riya xwe ronî bikin."
-

‘Parastina civaka Êzidî bi parastina Şengalê pêkan e‘
Di herêmê de hinek nakokiyên ku ne li ser esasê lihevkirinê hatine avakirin, ji dîrokê ve hatine çêkirin hene. Îro ev nakokî hîn bi awayeke dijwar xûya dibe. Di rastiyê de ger nakokî pozîtîv bin bi xwe re encamên pir mezin derdixîne holê.
-

‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, destkeftiyên Jinan Diparêzîn’
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Nûnertiya Jinên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Silêmaniyê bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, destkeftiyên Jinan Diparêzîn’ semînerk derbarê parastina destkeftiyên jinan yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.
-

Jiyana girtiyên di girtîgehên Îranê de di xeteriyê de ne
Weqfa Nêrgiz Mihemedî a girtiya siyasî û çalakvana mafên mirovan îro derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên Îranê de daxuyaniyek weşand.
-

Yenar Mihemed hate qetilkirin
Seroka Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê li Bexdayê hate qetilkirin.
-

Girtîgeha Dastgerd a li Îsfahanê, fikar zêde dibin
Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî ragihand ku hêjmareke mezin ji girtiyên siyasî û kesên girtî ji Girtîgeha Dastgerd a li Îsfahanê bi çend otobusan ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
-

Li Efganistanê di Çile û Sibatê de 26 jin û 2 zarok ji ber tundiya mêr mirin
Di mehên Çile-Sibatê de, jinên li Efgansitanê ne tenê bi şertên giran re, bi tundiya di nava malê, komkujî û mirinên bi guman ên zêde dibin re jî têdikoşin. Di van du mehan de 26 jin û 2 zarok ji ber tundiya mêr mirin.
-

Êrîşên DYE û Îsraîlê li hember Îranê dijwar dibin
DYE û Îsraîl, bi çekên giran êrîş bir ser gelek bajarên Îranê ku Tehran jî di nav de ye. Di êrîşan de fermandarên asta jor û derdorên nêz ên Xamaneyî mirin.
-

Li Îranê qonaxek krîtîk: Piştî Xamaney têkoşîna hêzê kûr dibe
Piştî êrîşên DYE û Îsraîlê yên li hember Îranê, kuştina rayedarên asta jor ên rejîmê, hevsengiya siyasî hejand. Civaknas Sosen Raxş diyar kir ku tabloya ku piştî Xamaneyî derbikeve, ji bo desthilatê derzê mezin dike.
-

Bi mebesta 8’ê Adarê jinên Til Temirê beşdarî seferberiyê bûn
Bi mebesta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, endamên Kongra Star xwe biçek kirin û beşdarî seferberiya giştî bûn.
-

Komcivîna Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê tê li darxistin
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, li Amedê li hev kom bûn. Komcivîn bi banga jinên ji çar aliyên Kurdistanê ya piştevanî û têkoşînê didome.
-

Îsraîl êrişê Lûbnanê kir
Îsraîl li taxên Başûrê Beyrûtê û deverên cuda kirin hedef. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
-

Suweyda di navbera agirê aloziya herêmî û êşa sivîlan de asê maye
Bilindbûna aloziyên herêmî yên di navbera Îsraîl û Îranê de, bajarê Suweyda ya Sûriyeyê kiriye navenda pevçûnekê ku ji sînorên wê jî wêdetir diçe û niştecihên wê di nav metirsiyên jiyanê de dijîn.
-

Rojhilat: Kêfxweşiya di nava ne diyariyê de
Gelê Rojhilat, di nava na diyarî û şertên şer de, mirina dîktator bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Têkoşîn û berxwedan jî wek rêya jiyanê pênase dikin.