Li Pakîstanê zextên li ser rojnamevanên Efgan zêde dibin

Rêxistina Piştgiriya Medyayê ya Efganistanê li hember rewşa girtin û dersînorkirina rojnamevanên Efganî yên li Pakîstanê bertek nîşan da.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Piştgiriya Medyaya Efganistanê (AMSO) li hember rewşa girtin, tacîz û dersînorkirina rojnamevanên Efganî yên li Pakîstanê, bi taybetî jî jinan ku wekî gefek cidî ya li ser civaka medyayê ye, xemgîniya xwe ya kûr nîşan da.

3 rojnamevanên Efganî hatin girtin

Rêxistinê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di nav du hefteyên dawî de sê rojnamevanên Efganî ji aliyê polîsên Pakîstanî ve hatine girtin. Li gorî daxuyaniyê, rojnamevaneke jin ligel malbata xwe ji Pakîstanê hatiye dersînorkirin û vegeriyaye Efganistanê, di heman demê de du rojnamevanên din hîn jî di bin çavdêriyê de ne.

Rojnamevan ne sûcdar in ew rastiyê tînin ziman

AMSO’yê bang li hikûmet û dezgehên ewlehiyê yên Pakîstanê kir ku li gorî erkên xwe yên navneteweyî, dest ji girtin û tacîza rojnamevanan berdin. Rêxistinê got ku “Rojnamevan ne sûcdar in, kesên ku rastiyê tînin ziman in.”

Dersînorkirina rojnamevanan bi peymanên navnetewî re nakok in

Her wiha daxuyaniyê destnîşan kir ku dersînorkirina rojnamevan û malbatên wan dikare wan bi xetereyên ewlehiyê yên cidî re rû bi rû bihêle. AMSO’yê got ku ev mijarek e ku li gorî rêxistinê, bi peymanên navneteweyî yên mafên mirovan re bi awayekî eşkere nakok e.

Rêxistina Parastina Medyaya Efganî bang li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên mafên mirovan kir. Rêxistinê xwest ku tedbîrên pratîkî bigirin da ku piştgiriyê bidin rojnamevanên Efganî û zextê li hikûmeta Pakîstanê zêde bikin da ku ewlehî û aramiya wan mîsoger bikin.

Rojnamevanên Efganî rastî gefên mezin tên

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rewşa rojnamevanên Efganî li Pakîstanê di salên dawî de her ku diçe lawaztir dibe, nemaze ji dema ku Talîban vegeriya ser desthilatê. Gelek rojnamevan ji ber gef û qedexeyan neçar mane ku ji Efganistanê derkevin. Li Pakîstanê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, di nav de nebûna statuyek rûniştinê ya zelal, nebûna parastina qanûnî û xeteriya girtin an dersînorkirinê hene.

Fikarên li ser rewşa rojnamevanan bi taybetî jinan zêde dibin

Di heman demê de, rêxistinên azadiya medyayê bi berdewamî hişyarî dan ku nebûna çarçoveyek zelal a parastinê, ji bo rojnamevanên penaber dibe sedem ku bi zextên ewlehî û îdarî re rûbirû bimînin û ew bêparastin hiştine. Raporên dawî yên girtin û dersînorkirina rojnamevanan, nemaze jinan, fikarên li ser pêşeroja çalakiyên medyayê û ewlehiya wan li welatên cîran, zêde kirine.