NY: Divê sivîl û rojnamevan bên parastin

Neteweyên Yekbûyî kuştina rojnamevana Lubnanî Emel Xelîl şermezar kir û tekez kir ku pêwist e rojnamevan bên parastin. Neteweyên Yekbûyî diyar ku: “Hedefgiritna sivîlan binpêkirina zagonên mirovî ne.”

Navenda Nûçeyan – Rojnamevana Lubnanî Emel Xelîl di encama êrîşeke hewayî ya artêşa Îsraîlê de li bajarokê El-Teyrî ya ku dikeve başûrê Lubnanê hat kuştin. Ev bûyer bû sedema nerazîbûn, şermezarkirineke berfireh. Her wiha bangên navneteweyî ji bo destpêkirina lêpirsînê û mîsogerîkirina parastina rojnamevanan di dema şopandinên meydanî de zêdetir bûn.

Hedefgiritna sivîlan binpêkirina zagonên mirovî ne

Rêxistinê xwest ku yekser lêpirsîneke bêalî di der barê bûyerê de bê vekirin. Her wiha destnîşan kir ku hedefgirtina sivîlan û astengkirina gihandina alîkariyan binpêkirina zagona mirovî ya navneteweyî ye. Her wiha Sekreterê Giştî yê rêxistinê tekez kir ku pêwist e rojnamevan bikaribin erkên xwe yên bingehîn bêyî destwerdan, tacîz, an jî di rewşên hîn xirabtir de pêk bînin.

Jîngeha kar li Lubnanê pir lawaz e

Derbarê rewşa mirovî ya ku li Lubnanê tê jiyîn de, berpirsê NY’ê  tekez kir ku pêdivî û hewcedariyên mirovî hê jî lezgîn in û jîngeha kar li Lubnanê pir qels û lawaz e. Her wiha destnîşan kir ku ji dema ragihandina agirbestê ve, gelek kes hê jî bê cih û war in û gihîştina wan bi xizmetên bingehîn sînordar e.

Şiyana mirovan a tevgerê tê astengkirin

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) rave kir ku ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê zerar li pir û binesaziyên bajar çêbûye, her wiha ji ber fermanên koçberîkirinê, hebûna teqemeniyên ku nehatine teqandin û metirsiyên din şiyana mirovan a tevgerê sînordar dike û gihandina alîkariyan li başûrê Lubnanê tevlihevtir dike.