rojane
-

Kobanê li ser piyan e: Em li gel Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê ji bo piştevaniya bi berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re daketin qadan.
-

Sê pêşengên têkoşîna azadiyê li Qamişlo hatin bibîr anîn
Sê jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 13’yemîn salvegera xwe de li Qamişlo hatin bibîr anîn.
-

Li Kirmanşan û Abdanan tevî zextan xwepêşandan didomin
Xwepêşandanên Kirmanşanê ku ev zêdeyî hefteyekê didomin, tevî tedbîrên tund ên ewlehî û hêza leşkerî jî, her ku diçe belav dibe.
-

Bîlançoya êrîşan giran dibe: 7 kesan jiyan xwe ji dest dan
HTŞ’ê ya cîhadîst û çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin. Li gorî bîlançoya nû 7 kesan jiyan xwe ji dest dan, 46 kes jî birîndar bûn.
-

Xwepêşandanên li Îranê di roja 11’emîn de ye
Xwepêşandanên li Îranê di roja 11’emîn de ye. Duh li seranserê Îranê de bajarên nû yên wekî Qesr-Şirîn û Senqer-Keliya tevlî xwepêşandanan bûn. Lê belê navenda giraniya pêşketinan, Abdanan û Melekşahî bû.
-

‘Bi manîfestoya Jin Jiyan Azadî em dikarin guhertinê biafirînin’
Sosyolog Sûzan Raxş têkildarî xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê axivî, destnîşan kir ku rejîm hewl dide ku yekparebûna tevgerê têk bibe û got: “Ger em manîfestoya Jin Jiyan Azadî wek bernameyek pêşkêşî civakê bikin, em dikarin guhertinê biafirînin.”
-

TJA’yê banga piştevaniya jinên Îranê kir
TJA’yê daxwaz li civaka navneteweyî kir ku li hemberî tundiya hêzên rejîmê li Îran û rojhilatê Kurdistanê dike bêdeng nemînin. Bang li jin, raya giştî û aktorên navneteweyî kir ku ji bo mafê jin û azadiyê xwedî helwest bin û li ber xwe bidin.
-

Êriş didomin: Nexweşxaneya Osman a Helebê ji xizmetê derket
Komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de rasterast Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir, di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.
-

Dîmenê heyî yê li Îranê: Qeyran, birçîbûn û xizanî
Li Îranê zêdebûna bihayê xurekê, rewşa malbatên ku jixwe ji aliyê aborî ve xirab bû anî asteke wisa ku tenê bi nan û birincê xwe têr bikin û birçî bimînin. Dane nîşan didin ku ev qeyran ne demkî ye, encama polîtîkayên pergalî û têkçûyî ye.
-

‘Mafên jinan li Tunisê bi têkoşînên demdirêj hatin bidestxistin’
Zeyneb El-Şernî diyar kir ku rêxistinên jinan li Tunisê di misogerkirina mafên jinan û bicîhanîna qanûnên parastina jinan ji tundiyê de roleke girîng dilîzin û destnîşan kir ku ev maf bi têkoşînên dirêj hatine bidestxistin.
-

Li kampên penaberan berxwedana jinan didome
Konên peritandî, weke sarincokan in, kesên ku xwe spartine wan bi şev û roj nikarin ji sermaye di cihê xwe de bisekinin. Kampên penaberên ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man koçber bibin vediguhere stargehên berxwedanê.
-

Di êrişa HTŞ’ê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan: 38 birîndar
Bîlançoya birîndarên êrişên cîhadîsên HTŞ’ê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd derket 38 kesan.
-

Eyşe Efendî: Berxwedana Tişrînê rêveçûna dîrokî guhert
Eyşe Efendî ku 3 caran şahîdiya berxwedana bendava Tişrînê kiriye, da zanîn ku li Tişrînê soz bûn rastî, berxwedanê bi serket û çarenûsa welatekî hat guhertin.
-

Kongra Star li dijî êrişan bang kir
Kongra Star li dijî êrişên li ser taxên Helebê daxuyanî da û got: "Pirsgirekên di nava Sûriyeyê de bi şer nayên çareserkirin, lê rêya yekane ya çareseriyê diyalog e. Bêdengmayîna li hember van êrişan wê bi xwe re rê li ber êrişên mezintir veke."
-

Ji 5 tevgerên jinên Kurd ji bo xwepêşandanan daxuyaniya hevpar
5 tevgerên jinên Kurd, daxuyaniyek hevpar weşandin û êrîşa Muhafizên Şoreşa Îranê ya li dijî xwepêşanderên gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û bang kirin ku piştgirî bidin xwepêşanderan û bertek nîşanî êrîşan bidin.
-

Qetlîamên li herêmên cîhadîst ê HTŞ’ê didome
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 5 jin hatin qetilkirin. Êrîş û qetlîamên ku ji aliyê kesên çekdar ên nenas ve tên kirin, nîşan dide ku tundiya li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de didome.
-

Li Helebê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn
Di encama bombebaranên bêserûber ên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de 2 jê jin 3 kes jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.
-

Binçavkirina xwepêşanderan didome: Gelek kes hatin biçavkirin
Çavkaniyên mafên mirovan, ragihandin ku Rahîle Zerdkuhî ya ji Meşhedê, Rîzvan Reyhanî ya ji navçeya Amleş, Zehra Emînî ya ji bajarê Parand a li Tehranê û Faîze Shemayîlî ya ji Senqor a Kirmaşanê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
-

Jinên futbolê yên Îranê piştgirî dan xwepêşandanan
Lîstikvanên jin ên futbol û futsalê yên Îranê, bi peyama ku li ser medyaya dîjîtal parvekirin re qeyranên aborî û siyasî yên li Îranê şermezar kirin û piştgirî dan xwepêşandanan.
-

Tulay Hatîmogûllari: Pêdiviya me ne bi çekan, bi diyalogê heye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir xurtkirina aştiya navxweyî ya Sûriyeyê ya li ser bingehek demokratîk, him ji bo Tirkiyeyê û him jî ji bo herêmê xwedî girîngiyek jiyanî ye.