Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt, bi dewirgirtina koma 197’an di roja 1015’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt, bi dewirgirtina koma 197’an di roja 1015’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 196’an Bahadîn Şîn axivî.

‘Em bangî cîhanê dikin ku xwedî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derbikevin

Bahadîn Şîn di destpêka axaftina xwe de li ser armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û di şexsê azadiya Rêber Apo de azadkirina gelê Kurd e. Em bangî tevahî cîhanê, gelê Kurd yê çar beşên Kurdistanê û welatparêzan dikin ku xwedî li pêvajoya aştiyê û Rêber Apo derbikevin.”

‘Kurd ne lewazin û Kurd rojên azadiyê jiyan dikin’

Bahadîn şîn di berdewamiya axaftina xwe de li ser hêza Kurdan axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd ne lewazin, Kurd rojên azadiyê jiyan dikin û tu hêz û tu dewlet nikarin pêşiya Kurdan bigirin. Em bangî dewletên Ewrupa dikin ku di şerê DAÎŞ’ê de Kurdan bi fikra Rêber Apo û pêşengiya tevgera azadiyê gelê Ewrupa yê ji DAÎŞ’ê parast. Feqet dewletên Ewrupa yê û dewleta Emerîka yê pişta xwe dan gelê Kurd. Em bang gelê Kurd dikin ku bila pişta xwe nedin tu dewleta û yekitiya xwe xurt bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 197’an û dirûşmeyan dawî bû.