rojane
-

Jinên Suweydayê banga rawestandina êrîşan kirin
Komîteya Bilind a Qanûnî, Rêxistina Cîhanî ya Durzî û rêxistinên mafên mirovan û jinan ên li Suweydayê, êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.
-

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir di bin bombebaranê de ye
Hikûmeta demkî ya cîhadîst a Sûriyeyê bi bombebaraneke giran Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kir hedef.
-

Çalakvanên Mexmûrê: Em dev ji têkoşîna xwe bernadin
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewigirtina koma 177’emîn, di roja 905’an de didome.
-

Jinên ji Başûrê Kurdistanê pêşengên têkoşîna azadiyê bibîr anîn
Jinên ji Başûrê Kurdistanê, bi daxuyaniyekî Komkujiya Parîsê şermezar kirin û gotin: “Emê vê komkujiyê di bîra xwe de zindî bihêlin heta ku edalet, azadî û demokrasî ne tenê bi daxwazê, bi xwerêxistinkirin û têkoşînê pêk were.”
-

Şêniyên Mexmûrê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo 13’emîn qetlîama Parîsê ya 9’ê çile yê ku sê pêşengên jinên Kurd hatibûn qetil kirin meşek girseyî hat lidar xistin.
-

Xwepêşandan li Firdewsê didomin: Zêdetirî 50 kes hatine kuştin
Di demekê ku xwepêşandanên gel li Îranê dikevin roja xwe ya 13’emîn de, li bajarê Firdewsa ku li rojavayê Tehranê ye, zêdetirî 50 kes ji ber gulebarana bêserûber a hêzên ewlehiyê mirin.
-

Koordînasyona jinên Êzidî êrişan şermezar kir
Koordînasyona jinên Êzidî bi daxuyaniyekî êrîşên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê şermezar kir.
-

Gelê Firatê bersiv da seferberiyê, berê xwe da Helebê
Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê tevlî seferberiya ji bo berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn û bi karwanekî berê xwe dan Helebê.
-

Meclîsa Jinan a DBP'ê sê siyasetmedarên jin ên Kurd bi bîr anîn
Meclîsa Jinan a DBP'ê derbarê Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got “Diruşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' ku li çar aliyê cîhanê deng vedidin ne tesaduf in. Ew encama hewldana mezin a ku ji hêla Sakîne Cansiz û jinên ku bi wê re meşiyan ve hatine afirandin e.”
-

Jinên Belûc li dijî hikûmetê çalakî li dar xistin
Jinên Belûc, li dora Mizgefta Mekî ya li Zahedanê kom bûn, dirûşmên daxwaza guhertinê qîr kirin û dijberiya xwe ya li dijî hikûmetê ragihandin. Hêzên ewlehiyê jî bi gaza rondikrêj û gulebaranê êrîşê jinan kir.
-

‘Hêzên Ewlehiyê yên Îranê xwepêşander û zarokan hedef digrin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan, daxuyaniyek hevpar weşandin û ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê, bi tundiya zêde xwepêşander û zarokan hedef digrin.
-

Li Xorasanê 2 jinên ciwan hatin binçavkirin û aqubeta wan nayê zanîn
Li Xorasanê di rojên dawî de du jinên ciwan ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin û heta niha aqubeta wan nayê zanîn.
-

Li pêşiya Nexweşxaneya Kindî ya Humsê êrîşa çekdarî
Di encama êrîşa çekdarî ya ji aliyê 2 çekdaran ve li pêşiya Nexweşxaneya Kindî ya bajarê Humsê pêk hat de, 4 xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû.
-

Hevya Sor a Kurd ji bo rawestandina êrîşan banga lezgîn kir
Hevya Sor a Kurd, banga lezgîn ji bo rawestandina êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kir û ji bo tehliyekirina birîndaran û gihandina alîkariyan daxwaza vekirina korîdorên mirovî kir.
-

Jinên Êzidî: Komkujiya Parîsê li dijî hemû jinên azadîxwaz bû
Jinên Êzidî sê pêşengên têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Leyla dogan û Fîdan Şaylemez bibîr anîn.
-

Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferberî ragihand
Meclîsa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyek diyar kir ku komên çete li ser şêniyên taxan û asayîşê teslîmiyetê ferz dikin, hewl didin komkujiyan bikin û wiha hat gotin: "Me biryar daye em ê li taxên xwe bimînin û taxên xwe biparêzin."
-

Li Yemenê şewba kolerayê zêde dibe: Zêdetirî hezar û 102 kes mirin
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Yemenê şewba kolerayê bi awayekî tirsnak belav dibe û di 22 mehên dawî de zêdetirî 339 hezar bûyerên gumanbar hatine tomarkirin, zêdetirî hezar û 102 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Di encama êrîşên Îsraîlê de 14 kesên din hatin qetilkirin
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de 5 jê zarok 14 kes hatin qetilkirin. NY’ê ragihand ku qeyrana mirovî li Xezayê gihîştiye astên xeternak û hat ragihandin ku li herêmê alîkariya bingehîn pir kêm e.
-

Sala 2026 bi dengên şer tê!
Di van rojên dîrokî ku gefên li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pir zêde bûne de, divê hemû gel, komên demokratîk, çepgir û sosyalîst ji bo pêşerojek azad û demokratîk rabin ser piyan û ji rejîma çeteyan re bêjin raweste.
-

Li Îranê înternet bi tevahî qut bû
Li Îranê bi qutbûna înternetê re, li bajarên Kerec, Kamyaran, Kirmaşan û bajarên din nûçeyên qetilkirina xwepêşanderan tên. Li gorî raporan, tenê li Kerecê, bi gulebarana hêzên ewlehiyê zêdetirî 50 kes hatin kuştin.