Zeynep Kinaci li Şengalê hat bibîr anîn: Bi hezaran Zîlan hene

Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li navenda Şengalê û komelgeha Xanesorê bi semînerek hat bibîr anîn.

Şengal – Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî dewleta Tirk çalakiya fedaî pêkanî li Şengalê hat bibîr anîn.

Bi beşdarbûnaendamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclis û Dezgehên Rêveberiya Xweser, bi deqeyek rêzgirtinê bîranîn dest pê kir, paşê bi sînevîzyonek li ser kesayet û têkoşîna Zeynep Kinaci hat nîşandan. Her wiha nameya Zeynep Kinaci ya li pey xwe hiştibû ji aliyê hevseroka desteya rêveberiya xweser a Şengalê Riham Hesen ve hat xwendin. 

‘Bi sedan Zîlan hene’

Hilwa Feqîr a beşdarî çalakiya bîranînê bû wiha got: “Çalakiya ku hevala Zîlan li dar xist cîhanê bi xwe re hejand, ji ber ku çalakiya wê ne ji rêzê bû. Hevala Zîlan jineke ciwan bû, bi fikrên xwe yên mezin ji jinên azadîxwaz re di nav de ji jinên Êzidî re bû hêzeke mezin. Hevala Zîlan canê xwe fedayî felsefeya Rêber Apo û riya azadiyê kir.”

Hilwa Feqîr di berdewamiya axaftina xwe wiha domand: “Heta ku em bijîn weke keçên Êzidî em ê Zîlana xwe bi bîr bînin û di her salê de bi sedan keçên ciwan wê riya Zîlanê ji bo xwe esas bigrin. Îro bi sedan keçên Êzidî û ji netewên cuda navê Zîlan li xwe kirine û di çeperan de li deşt û çiyan şer dikin. Di çeperên şer de bi sedan Zîlanên me îro hene û ji bo azadiyê û gelê xwe şer dikin. Bandora hevala Zîlan li ser hemû civakê û ciwanan heye. Îro pir ciwan çekê radikin û dibêjin hevala Zîlan destpêkê wekî me bû, bi şer û têkoşîna xwe bû Zîlan. Ew îradeya hevala Zîlan hêzeke mezin dide ciwanan û her ciwan dibêjin em jî dikarin ji civaka xwe re tiştekî bikin.”

‘Em ê li ser vê xetê bimeşin’

Hilwa Feqîr di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser fedaiyên xeta Zeynep Kinaci ya li Şengalê jî berdewam e û wiha got: “Nimûneyên xeta şehîd Zîlan îro bûye mînaka ber bi çav. Yek ji wan jî şehîd Canpolat bû ku çalakiya fedayî li Şengalê kir. Nimûneyên wisa nayên jimartin. Gotina hevala Zîlan a ku dibêje “Tiştek ji canê min zêdetir nîn e ger hebûya min ê fedayê vê riyê kiribûya” gotinek ji vê gotinê mezintir tune ye û wê tunebe. Em ê jî wek jinên Êzidî tekoşîna Zîlan, Bêrîvan, Mam Zekî, Dijwar û Çekoyan bidîmînin. Tu tişt ji îradeya me mezintir nîn e. Vê îradeyê şehîdan ava kiriye û em ê di wê xetê de bimeşin.”

Semîner bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.