Li Îranê ji ber bahoza tozê 191 kesan rakirin nexweşxaneyê

Ji ber bahoza tozê ya ku ev nêzî hefteyekê ye li parêzgeha Sîstan-Belûçistan a Îranê berdewam dike, hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyan û kesek jî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên eyaleta Belûçistan a Îranê, di nava 6 rojên dawî de hezar û 191 kes ji ber bahoza tozê sewqî nexweşxane û navendên tenduristiyê hatin kirin.

 Hat diyarkirin hezar û 19 kesên ku sewqî nexweşxaneyan hatin kirin wek nexweşên derve hatin dermankirin û tedawiya 171 kesan jî dewam kir. Hate hînbûn ku ji ber bahoza tozê kesek miriye.