Sembola vejîn û berxwedana jinên Kurd: Zîlan

Zeynep Kinaci ya ku dixwaze bibe "sembola vejînê ya jinên Kurd" û navê xwe li têkoşîna azadiya Kurd nivîsand, 27 sal in berxwedana ku bi navê xwe ya nemir Zîlan li pey xwe hişti, rê nîşandana xwe berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Li ser çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci bi navê xwe ya nemir Zîlan a bi gotina “Em naxwazin bimirin û bikujin, lê ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din nîne" ragihand, 27 sal derbas bûn. Zîlan a ku dixwaze "bibe sembola vejîna jinên Kurd" îro ji Rojava heta Rojhilat dibe ronahiya têkoşîna jinên Kurd.

Dema li zanîngehê dixwîne, têkoşîna azadiyê nas dike

Malbata Zîlan a ku di 10'ê Tebaxa 1972'an de li gundê Elmalî yê Meletî wek herî biçuk ya 7 xwişk û birayên xwe ji dayik dibe, wek "Mamûrekî" tê naskirin. Zîlan a ku Dibistana Amedeyî ya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Haydarpaşayê qedand, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê ya Rihayê wek teknîksana rontgenê dest bi xebatê dike.  Zîlana ku di sala 1990’an de li Zaningeha Înonu beşa Şêwirmendiya Derûnî û Derûnînasiyê qezanç dike, cihê erka xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya girt, ji aliyekî vê dixebite û ji aliyekî vê jî diçe zanîngehê. Zîlana ku dema dibistanê Amedeyî dixwend, eleqeya wê ya bi fikrên çepgir û Kurdbûnê pêşket, di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji PKK’ê pêş dikeve.

Li Edeneyê xebatên xwe didomîne

Zîlan ku bi hevalê xwe yê zanîngehê re zewicî, ​​bi hev re tevlî têkoşîna azadiya Kurd dibin. Zîlan di sala 1995’an de li Edeneyê çalakiyên eniyê dimeşîne. Zîlana ku di sala 1995'an de derbasî Dêrsimê bû, di vê pêvajoyê de hemû aliyên kesayeta xwe nasdike û pêşketinek diyar bi dest dixe.  Zîlan a ku ev pêvajo wiha pênase dike: “Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve ez bi hêztir bûm”, ji bo PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah wiha dibêje: “ Gelê Kurd ji vê xewa mirinê hişyar kir, rakir ser pîyan û anî astek ji bo azadiya xwe şer dike û dide şêr kirin.”

‘Ez dixwazim bibim sembola vejînê ya jinên Kurd’

Zîlan çalakiya fedaî ku dixwaze pêkbîne, di nameya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên jin û hemû gelên cîhanê de nivîsandiye vedibêje. Zîlana ku di rêzên ji bo Abdullah Ocalan nivîsandiye de dibêje, “Ez xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim”, di berdewamiya nameya xwe de wiha dibêje:

“….Ez kêmkiriri û ji navê rakirina kêmasiyên xwe, di şer û geşkirina şer de dibînim û ez bawer dikim ku divê mirov vî we­zîfeyî bi cîh bîne. Dixwazim xwedî li berxwedana hevrêyên Mazlûm, Hayrî, Kemal, Ferhat, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim û bibim şopdarên wan. Dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiyê ya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên ku jinê dikin kole, dixwazim bombeyê bi xwe ve biteqînim û hêrsa xwe ya mezin nîşan bidim, bibim sembola vejînê ya jinên Kurd. Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Dixwazim bibim xwedî çalakiyeke mezin û jiyaneke bi wate. Di pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Li ser vê bingehî carekê din nêzîkayî û sadaqetiya xwe ji Serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xu­yakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim.  Ji bo jîyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jîya­neke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jîyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.”

‘Ne mumkun bû ku behsa hebûn û vîna jinê bikin’

Zîlan diyar kir ku artêşa jinê, Konferansa Jinê û Kongreya Jinê di dîroka şoreşa cîhanê de cara yekemîn di PKK’ê de pêkhat, di rêzên ku ji bo “Têkoşerên Azadiya Jinên Kurdistanê” nivîsandiye de, der barê rewşa jinên Kurd de van nirxandinan dike:

“…Ji civata koletiyê derbasî civata feodalî, ji civata feodalî derbasî civata kapîtalîst û emperyalîst bû. Di her civata çînî de, çewsandin û pelçixandina jinê berdewam kir lê bi tenê rengê wê hat guhartin û hîn bi zanabûn û hûnermendî rewş berdewam kir. Teorîya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her aliyî ve azad dike, dijberiyên nav çînan radike û wekheviyê dipa­rêze. Ji bo pêkanîna mercên jîyaneke azad îmkanan çêdi­ke û ji bo jinê îmkanên jîyaneke wekhevî û mirovîhî pêk tîne. Lêbelê sosyalizm a ku hebûn û jîyan dît, her çiqas ji bo jinê hewil da ku bixebite, ji rê û rêça xwe derket, azadiya jinê bingeheke azad û rast negirt, xwest wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giştî çareseriyekê bibîne, ji ber vê yekê, ew hewildanên ji bo azadiya jinê jî teng û bi tixûb ma. Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsa jinê binêre, dibîne ku ketin û perçixandina jinê him ji bo ku jin e û him jî, ji bo ku jina welatekî dagîrkirî ye, pirs girantir û kûrtir e. Berî ku têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dest pê bike, mirov nikare li Kurdistanê behsa hebûn û vîna jinê bike. Ev ne mumkun e. Jin ne tu tişt bû. Hejmara jinên Kurd ji nîvê hejmara Kurdan zêdetir e. Heta pirsa jina Kurd neyê çareserkirin, mirov nikare behsa azadiya jina Kurd bike.”

‘Azadiya jinê di şer de derbas dibe’

Zîlana ku diyar dike riya azadbûnê di têkoşîn û şer de derbas dibe, ji bo ku mirov baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be, gotinên xwe wiha berdewam dike: “Ger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa vîyaneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna jinê bi şerkirin û têkoşînê ve girêdayî ye. Ha, madem ku weha ye, wê demê armanc û hedefên me dîyar in. Pêwîst e em nîştîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta jina Kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Wê demê, em dibin xwediyê xebat û hewildaneke mezin û pîroz. “ Zîlan a diyar kir ku hemû jinên têkoşerên azadiyê yên şer dikin moral û cesareteke mezin didin, vê peyame dide:

“Divê em li dij paşvexistina civata Kurdistanê û bi taybeti li dij koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk -polîtîk bikin yek, wezîfe û berpirsîyariyên xwe yê dema niha bi cîh bînin. Em ji bo şerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk bavêjin. Li ser vê bingeh û rastiyê, biryara min a bibim gerîllayê ‘întiharî’ ne bi tenê li ser navê şexsê xwe, di serî de ji bo ku ez layîqê Serok Apo û partiya me PKK bibim, bi giştî jî, ji bo hemû mirovên ku keda wan tê xwarin, tên zêrandin û bindest in, bi taybetî jî, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û bersiva azadiya jinên Kurd bidim û nûnertiya wan bikim vê biryarê didim û bi cîh tînim. Ev biryar moral û cesareke mezin û xurt dide min.”

‘Em naxwazin bimirin û bikujin, lê ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din nîne’

Zîlan di rêzên ku bi sernavên "Ez ji hemû cîhanê re diqîrim" û " Ez bang li hemû mirovahiyê dikim" dewam dike de, vê peyamê dide:

Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin!… Em zarokên neteweyeke weha ne ku nîştîmana me ji destê me hatiye girtin û dagîrkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav-welav bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê nexewî û mirovatiyê ye. Êdî divê xwîn, rondik (hêstir-fer­misk), koçbarî, zordarî û barbarî ne çarenûsiya gelê Kurd be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aştî, dilovanî, mirovahî û xweristiyê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiştan hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer, mirin, kuştin û wêrankirinê. Lê, hezar mixabin ku ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din jî, ji me re nehiştine. Tawanbarên vî şerê han hêzên împeryalîst û xulamên wan Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî mezin û giran e. Heger hûn bi çavên serê xwe vê xwîna herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne. Ez bang li hemû mirovahiyê dikim! Heger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bi milê gelê Kurdîstanê bidin, zinga ser mêjî û dilên xwe yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vê dengê de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.

Li Dêrsimê çalakiya xwe pêk tîne

Zîlan, di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda Dêrsimê di merasîma alê yê artêşa Tirk de çalakiya fedayî pêktîne. Piştî çalakiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Zîlan de wiha dibêje: "Zîlan bi çalakiya pêkanî re min matmayî kir. Ji niha û pê ve ez tenê dikarim encax bibim milîtan û şopdarê Zîlan."

Heta niha jî li ser navê wê stran tên çêkirin

Vê çalakiya Zîlan li Tirkiye û Kurdistanê deng vedide. Zîlan a ku heta niha ji navê wê re sratn tê nivîsandin û navê wê ji bo gelek zarokên keç tê dayîn, di salvegera şehîdbûna xwe de ne tenê li seranserê Kurdistanê, li gelek welatan jî bi çalakiyen cuda tê bibîranîn. Ji sala 2004'an û vir ve li Elmanyayê di bin navê " Festîvala Jinan A Zîlan A Navneteweyî " de çalakî tên lidarxistin, li paytexta Îngiltereyê Londonê jî her sal "Festîvala Jinên Kurd a Zîlan" tê lidarxistin.