Yekemîn kovara femînîst a Cezayîrê "La Place" serî li medya mêr hildide

Yekemîn kovara femînîst a Cezayîrê "La Place" li dijî medyaya mêr ji bo jinan zemîna xwe îfade kirine pêşkeş dike, ji pirsgirêkên jinan re jî çareserî digere.

NECWA RAHIM

Cezayîr- Yekemîn kovara femînîst a Cezayîrê "La Place" ku hejmara yekemin di 8'ê Adara 2022'an de bi keda kolektîf a komek jinan hat weşandin, armanc dike ku bi çîrok, lêkolînên zanistî, gotarên dîrokî û siyasî yên bi Erebî û Fransî hatine nivîsandin, ji pirsgirêken jinan re çareseriyan bigere û têkoşîna hevpar mezin bike.

Em bi yek ji damezrînerên La Place Saadîa Qasim re li ser kovar û pirsgirêkên jinan ên li Cezayîr axivîn.

La Place bi keda kolektîf derdikeve

Saadîa Qasim diyar kir kunev kovar bi lêgerîna bersivên pirsên wekî li Cezayîrê cihê jinan li ku ye? Hebûna jinan xuya dike? Em kîjan pirsgirêkan dijîn? Divê çareserî çawa be? avabû û wiha axivî: "Organên cudayên çapemeniyê jêhatibûna jinan a rast nabîne, berovajî vê yekê îmaja kevneşopî ya klîşe ronî dikin. Me xwest ku La Place a ku di lehçeya Cezayîrî de ye, qadek tenê aîde jinan be. Gelek jinên Cezayîrî wek Weşanger Maya Abadi û nivîskar Maysa Bey û Newal Lourad, dîroknas Malîka Rahal, hunermend Amal Zan û derhêner Habîba Jahneen, di derxistina kovarê de qedek mezin dan. Me di rûpela duyemîn a kovara xwe de şervantî û têkoşîna azadiyê ya efsaneya Cezayîrî Lalla Fatima N'Soumer teyîsand. Me ji gotara bi sernavê "Li Cezayîr û cihanê li dijî feminîzmê û li dijî guhertinên di civakê de pêk tê” ya romannivîsa Cezayîrê Sarah Haîdar. Em di nivîsên xwe de girîngî didin wekheviya zayendî.”

'Em ê ji bo hay jê hebûn û guhertinê pir bixebitin'

Saadîa Qasim bal kişand ku jin li hemû cîhanê tenê ji ber jin in rastî tundiyê tên û wiha got: “Em dixwazin bi kovara xwe li ser mafên jinan û wekheviya zayendî hay jê hebûn ava bikin û guhertinekê çêbikin. Em armanc dikin ku rolên civakî yên li ser jinan biguherînin. Ew ê di şevekê de pêk neyê, lê em ê ji bo vê yekê pir bixebitin."

Saadîa Qasim ya got, "Me bi La Place re ji jinan re ji bo îfade kirina xwe qad avakir û me der barê pirsgirêkên di civakê de dijîn de, deriyê diyalog û axaftinê vekir”, da zanîn dê di hejmara seyemîn de li ser rola jinan a di şoreşê Cezayîrê de bisekinîn.