Gorên kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin

Gorên kesên di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin ziyaretkirin.

Navenda Nûçeyan - Gorên kesên ku di xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadi” de ku piştî kuştina Jîna Emînî li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên “exlaq”ê ve li Tehrana paytexta Îranê dest pê kiribû, jiyana xwe ji dest dabûn, bi hinceta ku “Na. li gor Îslamê çarşef li xwe bikin" duh hatin ziyaretkirin.

Bi boneya Cejna Qurbanê bi sedan şêniyên bajarên Mehabad, Bokan, Sine û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê çûn serdana gorên çalakvanên di 9’emîn meha berxwedanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Li goristanan dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd Namirin" hat berzkirin.