Zêdeyî 500 kesayetan banga betalkirina cezayê Nilûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî kirin

Zêdetirî 500 kesayetan bi nameyekê bang li serokê Desteya Dadwerî ya Îranê kirin ku cezayê girtîgehê ya li rojnamevan Nilûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî hatî birîn, betal bike.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 500 rojnamevan, hunermend, çalakvan û rewşenbîran nameyek ji bo serokê Desteya Dadwerî ya Îranê Xula Mihsîn re şandine. Di nameyê de bang li serokê Desteya Dadwerî kirine ku ji bo betalkirina cezayê li Nilûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî hatî birîn, desthilatdariya xwe bikarbîne.

Di heman nameyê de tê gotin ku berpirsên Îranê ji her du rojnamevanan xwestine ku di nava 5 rojan de xwe radestî girtîgeha Evînê bikin. Hêjayî gotinê ye 5 sal cezayê girtîgehê li her du rojnamevanan hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye di 16’ê Îlona sala 2022’an de jina Kurd, Jîna Emînî bi hinceta ku pora xwe baş ne pêçaye, ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên rejîma Îranê ve hate êşkencedan û piştre jiyana xwe ji dest da. Bi qetilkirina Jîna Emînî re serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku destpêkirî, pêşî ji aliyê Rojnamevan Nîlûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî ve hate ragihandin.