Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan konferansek li dar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pisgirêka Kurd re Çareserî ”konfransek li dar xist.

Qamişlo- Îro li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi amadebûna bi dehan jinên ciwan, rêxistin, tevger û saziyên jinan, Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadi ji pisgirêka Kurd re çareserî ” konfransek li dar xist.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Her wiha li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo jinan û ciwanan sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Paşê konferans bi nîqaşên amadekaran berdewam kir.

‘Jinên ciwan di belavkirina ramanên Rêber Ocalan de rol dilîzin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Sorya Simo têkildarî konferansê ji ajansa mere axivî û got: “Weke Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa ku me li dar xist li ser du mijaran e, yêk der barê Komploya Navneteweyi de ye yêk jî der barê krîza Rojhilata Navîn de ye. Weke Jinên Ciwan em ê her dem xwe rêxistin bikin û perwede bikin heta ku em azadîya Rêber Apo mîsoger bikin. Roja iro ne tenê  li ser Rêber Apo tecrîdê didin meşandin di şexsê Rêber Apo de li ser tevahîya gelên azadîxwaz û demokrat de tê meşandin.”

‘Yekîtiya Jinên Ciwan dê her tim di nava hewildanan dabe' 

Sorya Simo destnîşan kir ku ew ê wek jinên ciwan ji bo doza Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her di nav xebatê de bin û wiha bi dawî kir: “Em jî weke  Yekîtiya Jinên Ciwan her tim di nava hewildanan de bin. Ew çi konfrans, komxebat dibe, em ê bi her şêwazê kar bikin heta ku em Rêberê xwe azad bikin. Yê ku fikrê netewa demokratîk da pêş û hîşt ku wek jinên ciwan em bikevin ferqa rola xwe, dîsa fikir û felsefeya Rêber Apo bû.”

Konferans bi encamnameya li ser bingeha azadî û xortkirina rola jinan, her wiha xebatên ji bo belavkirin û pesendkirina ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo wekhevî û demokrasiyê, bi dawî bû.