Der barê saziyên ku Mîtînga Azadiyê asteng kirin gilî hate kirin

DEM Partî têkildarî qedexekirina Mîtînga Azadiyê bal kişand ser sûcên hatîn kirin û der barê saziyên dewletê de gilî kirin.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî di 13’ê Cotmehê de li qada stasyona Amedê, ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê ve ‘Mîtinga Azadiyê’ hatiba li darxistin û hatî qedexekirin de der barê Walitiya Amedê û Miduryeta Emniyeta Bajarê Amedê de gilî kir.

Di giliyê sûcê ku li Serdozgeriya Komara Amedê hatî kirin bi hinceta ‘erkê xwe xirab bikaraniye’ hate kirin. Di giliyê sûc de di heman demê de der barê saziyên eleqeder de  xwest ku ji ber ‘Azadiya îfadeyê’, ‘bikarneanîna mafê protestoyê’ û ‘astengkirina bikaranîna mafê siyasî’, ‘astengkirina mafê huriyet û baweriyê’, ‘hêrs û cihêkarî’ ceza were dayîn.

Sûc hate kirin

Di giliyê sûc de biryara mînak ya Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropa (AÎHM), Peymana Mafê mirovan ya Ewropa (AÎHS) hate bibîrxistin, û hewldana astengkirina mîtîngê, binçavkirinên beriya mîtîng û piştî wê, gotinên li dijî parlementeran û îlegalkirina mitingê de sûc hatiye kirin. Di giliyê de wiha hat gotin: “Mekamên dozgeriyê erkdare ku lêpirsînek çalak û bi bandor bimeşîne, bi tesbîtkirina gumanbaran re ji sûcên hatî îşaretkirin  îdeaname were amadekirin.” Hat xwestin ku tişta pêwîst were kirin.