Peywendiya telefonê û hevdîtinê li Nesrîn Şakremî hate qedexekirin

Hate ragihandin ku rejîma Îranê peywendiya telefonê û hevdîtina li gel Nesrîn Şakremî ku 6 rojin hatiye binçavkirin, qedexekiriye.

Navenda Nûçeyan- Beriya hefteyekê xwişka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin Ayda Şakremî, li ser medya dijîtal a Înstagramê belav kiribû ku dayîka wê Nesrîn Şakremî li Tehranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.

Ayda Şakremî der barê rewşa dayîka xwe de li ser medya dijîtal agahiyên nû parve kir û diyar kir ku dayîka wê Nesrîn Şakremî li Girtîgeha demkî ya Wezareta Îstîxbaratê ya li Xurem Abad e û peywendiya telefon û hevdîtinê lê hatiye qedexekirin.

Her wiha Ayda Şakremî  da zanîn ku 6 rojin dayîka wê hatiye binçavkirin û hîna sedem û tometa girtina wê nizanin.

Hêjayî gotinêye ku dayîka Nika, Nesrîn Şakremî, beriya niha di peyameke vîdyoyî de ku ji Radyoya Ferda re şandibû, ragihandibû ku li gorî belgeyên pizîşkî, keça wê ji ber hinek derbên li serê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.