Li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Li Endama KJAR’ê Werîşe Muradî û rojanmevan Pexşan Ezîzî ku li girtîgeha Evînê tên girtin ji dosyayayek din li her yek ji wan 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Navenda Nûçeyan- Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtiye, ev 12 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem de ye.

Li gor biryara dadgeha tawanan a du kompleksên dadweriya Quds a Tehranê bi serokatiya dadwer Ebolfezl Amerî Şehrabî hatiye derxistin, roja şemiyê 19’ê Cotmehê li girtîgehê radestî van girtiyan hatiye kirin ku li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî her yek ji wan 6 meh cezayê girtîgehê hatine birîn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye roja 8’ê îlona 2024’an li ser tora Instagramê ya Nerges Mihemedî hatî parvekirinn hate diyarkirinn ku ji bo dozgeriya parêzgeha 33 a bajarê Erdebîl, bi mebesta ronîkirina tometa nerazîbûna li hember hukmên bidarvekirinê were ragihandin,  gazî 5 girtiyên siyasî hatiye kirin.

Li gor nûçeya ku li ser malpera Instagramê ya Nerges Mihemedî hatiye weşandin wiha hate gotin: “Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, li gel Nergîs Muhamedî, Mehbûbe Rezayî û Perwîş Muslim’ bi teblîxatek şandinê Serdozgeriya Komarê ya 33’yemîn a Muqdes ya Erdibîl. Ev di demeke ku  jinên li girtîgeha Evînê ragihandine ku ew dernakevin pêşberî dadgehê. Di dema danîşîna dadgehê de tenê Perweş Muslim amade bû û girtiyên din ên vê dosyayê red kirin ku biçin dadgehê.