Zêdetirî 500 jin beşdarî Yogaya herî mezin a Cezayîrê bûn
Bi sedan jinên ku bedarî çalakiya yogaya herî mezin a Xezayê bûn diyar kirin ku pêwîstî bi rêxistinkirina cureyên werzîşê ji bo jinan heye.
NECWA RAHÎM
Cezayîr- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek welatan çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî li Cezayîrê, çalakiya yogaya spî ya yekem û herî mezîn bû. Çalakî bi beşdariya pisporên di qada tendirustiyê de, li ser penceşêra pêsîrê û bijîjkên jin, bi beşdariya zêdetirî 500 jinan ku li baxçeyên ceribandinan hat lidarxistin. Di çalakiyê de armanc jin bûn û ji bo zarokan vekirina atolyeyên şêwekarî û hunerî bû.
Ew çalakiya ku di 10’ê Adarê de hat lidarxistin, çalakiya herî mezin û ya yekem bû. Mamosteya Yogayê Nesrîn Bûrwîna der barê xebatên rêxistina vê çalakiyê de destnîşan kir ku jinên li kar, mal weke dayik û hevjîn cihê xwe di vê çalakiyê de digrin û wiha got: “Divê haya jinan ji tendirustî û bedana wan hebe. Em bi hemû hêza xwe hewl didin di her warî de alîkariyên derûnî bedenî û tedirustî pêk bînin. Pêwîstiya jinan bi aramiya derûnî û werzîşî heye û di vê çalakiyê de zêdetirî 500 jin beşdar bûn. Divê ev cureyên çalakiyan berdewam bikin lewre aramiyê didin jinan û li bajarên Oran û bajarên din çalakiyên din ên bi vî awayî em ê hewl bidin li dar bixin.”
‘Werzîş ji bo baweriya jinan bi wan zêde bibe girîng e’
Mamoste û pospora zombayê Emîre Merah kêfxweşiya xwe ya ji bo vê çalakiya werzîşa jinan anî ziman û got: “Ez gelek kêfxweş im weke mamosteyek ku di çalakiyek bi vî awayî de zêdetirî 500 jinan di hewayek xweş de beşdar bûne û ez rastî gelek jinên di temenên cuda de hatim. Werzîş bi jinan re bawerî û bihêzbûnê çêdişke û ji bo tendirustiya ruh û bedenê gelek girîng e. Divê çalakiyên bi vî awayî ji bo jinan her dem werin lidarxistin. Ji derveyî alîkariyê ji bo bidestxistina baweriya bi xwe her wiha ez spasiya rêxistinên çalakiyê li dar xistine jî dikim. Daxwaza min ji jinên Xezayê ew e ku beşdarî hemû çalakiyên derûnî û bedenî yên ku hêz û aramiyê didin jinan bibin.”