Parêzera Tûnisî: Divê jin li dijî pergala mêr hêza xwe bikin yek
Parêzer Nawras Al-Zoghibî, bal kişand ku li Tûnisê desteserkirina mafan ji ber rêveberiya serdest a mêr e û diyar kir ku divê hemû tevgerên jinan ên cîhanê li dijî zîhniyeta baviksalar hêza xwe bikin yek.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis- Li Tûnisê di warê mafên mirovan de binpêkirin gelek zêde ne. Jin, ciwan û beşeke mezin a civakê bertekên xwe yên li hemberî binpêkirina mafan li her derê tînin ziman. Biryarnameya 54’emîn a ku sûcên têkildarî pergalên agahî û ragihandinê yên li Tûnisê sererast dike, di sala 2022’an de hat weşandin.
Xala 24'an a biryarnameyê wiha hat sererast kirin: "Her kesê ku bi qesdî torên agahî û ragihandinê ji bo hilberandin, belavkirin, weşandin, şandin an amadekirina nûçe, dane, bi kar bîne, bi cezayê girtîgehê û cezayê pere tê cezakirin." Di heman demê de der barê kesên ku ji bo reşkirin, biçûkxistina îtîbara kes, nûçeyan çêbike, belge, daneyên ku agahdariya kesane yan jî referansên diderewînin biweşînin, bi qesdî pergalên agahdarkirinê bi kar tînin, heman cezayên hatine diyarkirin, ji bo wan tên dayîn. Yek ji parêzerên sînornenas Nawras Al-Zoghbî ku behsa binpêkirinên li Tûnisê di warê mafên mirovan de kir, diyar kir ku di pêvajoya bi navê "Bihara Ereban" de têkoşîna jinan gelek tişt bi dest xistine lê bêîstîqrariya siyasî bandorê li ser wê rewşê kiriye.
'Em bi kabûsek vê sibeyê şiyar bûn'
Tûnis di nav welatên ku weke "Bihara Ereb" tên binavkirin de cih digre. Yekane welatê ku serkeftin lê dihat dîtin, siyaseta destûrî ya ku ji Tîrmeha 2021’ê ve ji aliyê Serok Qeys Seîd ve tê meşandin nîşan da ku destkeftiyên destûrî û siyasî yên li Tûnisê jî bi nakokî ne. Di encama protestoyên gel ên di 25’ê Tîrmeha 2021’ê de ji ber sedemên aborî û siyasî, Serokomar Qeys Seîd li gorî xala 80’yan a Destûra Bingehîn a 2014’an rewşa awarte îlan kir. Di vê pêvajoyê de serokwezîr ji wezîfeyê hat girtin, saziyên bingehîn ên destûra bingehîn ji holê hatin rakirin. Nawras Al-Zoghbî bi van gotinan bertek nîşanî bûyerên qewimîn da, “Tişta Qeys Seîd kir pir matmayî bû” û wiha got: “Gel bawer dikir ku ew ê di nava pergaleke demokratîk de bijîn. Axaftina Serokomar Qeys Saîd di nava mirovan de şikestinek çêkir û em bi kabûsek vê sibehê şiyar bûn.”
‘Koordînasyona hevpar a jinan girîng e’
Nawras El-Zoxbî destnîşan kir ku Tûnis di nava welatên Bihara Ereban de xwedî cihekî girîng e lê bi geşedanan re ev wêne hejiyaye û serokomarê berê yê Tûnisê Mihemed Moncef Merzûkî bi bîr xist û got: “Senaryoya niha jî heman senaryo ye dema ku Mihemed Moncef Merzûkî têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re qut kirî. Nawras Al-Zoghbî destnîşan kir ku Qeys Seîd guh nade mafên jinan û wiha got: “Di vî warî de wek jin di navbera me de koordînasyon girîng e. Tevgerên femînîst ên li cîhanê divê li dijî zîhniyeta baviksalarî hêza xwe bikin yek.”
‘Pişta xwe da ciwanan’
Nawras Al-Zoghbî da zanîn ku Qeys Seîd jî pişta xwe dide ciwanan û wiha got: “Ne tiştekî nû ye ku serokomar pişta xwe bide ciwanên ku ew hilbijartine. Têgînek bi navê azadiya xwe îfadekirinê heye û di meşên aştiyane de mirov dikare nêrînên xwe bêje û dirûşman berz bike. Ciwan jiyana demokratîk dixwazin û li dijî wê ne ku referandûm ji aliyê yek kesî ve bê nivîsandin. Ciwanên ku bi biryarnameyan dengê xwe bilind kirin şandin dadgeha leşkerî. Ev ciwan 10 sal in li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind dikin.”