Li Îranê ji ber jehrkirina komî 100 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku li Îranê zêdetirî 100 kes ji ber bûyerên jehrkirinê yên komî hatine binçavkirin, ku piraniya wan li dibistanên ku xwendekarên keç lê dixwînin in.
Navenda Nûçeyan- Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand ku zêdetirî 100 kes bi gumana jehrkirina komî li dibistanên Tehran, Qum, Zincan, Xuzistan, Hemedan, Fars, Gîlan, Azerbaycana Rojava, Azerbaycana Rojhilat û Xorasana Rezewî hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hinek ji kesên hatine binçavkirin kesên bi ‘armanca dijminatiyê’ ne û ev kes hewl didin di nava mirovan û xwendekaran de tirs û fikaran çêbikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo bê zanîn ka kesên hatin binçavkirin têkiliya wan bi rêxistinên terorê re heye an na, lêpirsîn berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên ku bi mebesta lêgerîna serpêhatî û ji bo ku dibistan bikevin betlaneyê bi bikaranîna madeyên bibêhn û bê zerar bûne sedema jehrbûnê jî hene û hat gotin ku ji hefteya borî ve hêjmara jehrbûnê gelekî kêm bûye.
Zêdeyî 5 hezar xwendekar bi jehrê ketin
Ji 30’ê Mijdara 2022’an ve, li dibistanên ku piraniya wan xwendekarên keç li Îranê dixwînin, bûyerên jehrkirina bi komî tê jiyîn. Xwendekarên bi jehrê dikevin nîşaneyên wek pirsgrêka bêhn standinê, gêjbûn, serêş û di endamên laş de tevizîn nîşan didin. Li 238 dibistanan heta niha zêdeyî 5 hezar xwendekar bi jehrê ketine.
‘Dijminên Îranê’ bi jehrbûnê hatin sûcdar kirin
Serokomar Îbrahîm Reîsî di 1’ê adarê da Wezîrê Karên Navxweyî Ehmed Vahîdî, Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Hatîb û Wezîrê Tenduristiyê Behram Aynullahî wezîfedar kiribûn ku li ser çavkaniya bûyerên bi guman lêkolîn bikin. Reîsî di daxuyaniya xwe ya di 3’ê Adarê de got ku berpirsyarê jehrkirina xwedekarên keç dijminên Îranê de û berdewam kir: “Îro bi pêşketina welat re dijminatîjî zêde bûye, mînaka herî dawîn a vê yekê hewldana afirandina atmosfera bêbaweriyê li dibistanan û fikaran di malbatan de ye.”
Rêberê Îranê Ayetullah Elî Hamaney piştî zêdebûna fikaran ya di nav civakê de, 6’ê Adarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji rayedaran re telîmat daye ku bûyerê bi cidî bigirin û sûcdaran bi cezayên herî giran ceza bikin. Serokê Dîwana Edaletê Gulam Huseyîn Muhsînî Ejeyî jî diyar kir ku kesên ku jehrî kirine dê bi cezayê darvekirinê bên darizandin.
Rayedar hatibûn protesto dikirin
Piştî daxuyaniyan hat ragihandin ku di operasyonên ku di 7’ê Adarê de li 5 eyaletan hatin lidarxistin de bi hinceta ku eleqeya wan bi bûyeran re heye gelek kes hatine binçavkirin. Li hemberî astengekirina bûyeran xwendekar û mamosteyan li hin bajarên welêt bi xwepêşandanan rayedaran protesto kirin.