12’ê Adarê bû çirûska şoreşê
Ji şahidê serhildana 12’ê Adarê ya di sala 2004’an de li Qamişlo pêk hat Nafya Esed a qala wan rojên serhildanê kir, got, “Êşa 12’ê Adarê veguherî şoreşa Rojavayê Kurdistanê.”
EBÎR MIHEMED
Qamişlo – Di 12’ê Adara 2004’an de tîma Cîhad a Kurd û tîma Fitwê ya Dêrezorê li Stadyoma Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê futbol lîstin û di nava lîstikê de li dijî kurdan pilan hatibû kirin. Rejîma Baasê bi alîkariya tîma Fitwê ya Dêrezorê amadekariyên xwe yên êrîşê li dijî kurdan kirin û temaşevanên tîma Fitwê bi xwe re çek û kevir derbas kiribûn bê ku bên kontrolkirin.
Polîsên Rejîmê bi alîkariya lîstivan û temaşevanên tîma Fitwê êrîşî ciwanên kurd kirin û di encamê de bi dehan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan ango birîndar bûn. Gelê kurd li seranserî Rojavayê Kurdistan û Sûriyê rabûn serhildanê. Her sal ev roj tê bîranîn û stadyuma ku ev bûyer pêk hatiye îro navê wê bûye stadyuma şehîdên 12’ê Adarê. Yek ji şahida serhildana 12 Adara 2004’an Nafya Esed qala rojên serhildanê kir.
‘Diyar bû ku êriş plankirî bû’
Nafya Esed bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Di 12’ê Adara 2004’an de li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîstika fûtbolê di navbera tîmekî Kurd û Ereb de ji Dêra Zorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hebû. Dema Kurd derbasî stadyuma futbolê dibûn, hemû tiştên bi wan re dihatin girtin. Lê dema yên Dêrazorê derbas dibûn, tu pirsgirêk dernedixistin. Ji xwe ev fitne ya dewletê bû, gelek ajan û leşkerên dewleta Sûriyê di nava wan koman de bûn û ev şer derxistin holê. Ji demên berê ve em dost û bira ne, tucar me nexwestiye ku şerê navxweyî çêbibe, em hemû zarokên heman welatî ne. Her tişt hatibû pilankirin, dema êrîşî Kurdan kirin, bi kêr, kevirên reş û qaîş êrîş kirin.”
‘Nedihiştin em cenazeyên şehîdan bispêrin axê’
Nafya Esed di berdewamiya vegotina çîrokê de ronî da ser kiryarên hovane yên dewletê, ji ber ku nedihişt birîndarên xwe derman bikin û şehîdên xwe veşêrin û wiha dewam kir: “Di encama wê êrîşê de şehîd çêbûn. Roja piştî bûyerê, me berê xwe da goristanê ji bo ku cenazeyên xwe bispêrin axê. Di wê demê de me dît çawa leşkerên dewleta Sûriyê bi çekan êrîşî me kirin û bê serûber gule li ser me barandin. Nedihiştin ku em cenazeyên xwe bispêrin axê, heta nexweşxane dorpêç kirin ji bo ku em xwînê nedin birîndaran, me bi destê xwe birîndar dermandikirin. Bi lingên xwe pêl zarokek biçûk kirin, ne xema wan tiştek bû, tenê xirabî û talanî dikirin û dimeşîn, bi dehan xortên me kuştin. Weke bûyera (Sînema Amûdê) li me kirin, heman siyaseta qirkirinê dan meşandin. Heta niha jî em dibêjin çima wiha bi serê Kurdan kirin? Gereke lîstika fûtbolê ji siyaset û şer dûr be, divê exlaqê lîstikê hebe.”
Wêneyên kujerê Kurdan hildan
Nafya Esed bal kişand li ser dewleta Sûriyê ji wêneyên diktatorên ku bi hezaran Kurd qetîlkirin û got: “Di vê stadyûmê de wêneyên kujerê bi hezaran Kurd; Seddam Hisên hat hildan, hema ji xwe de ev yek çênebû, bi siyaset û zanebûn hat hildan. Gelo çima wêneyên lîstikvanan nehat hildan? Me qebûl nekir ku wêneyê Seddam werin hildan, wî bi hezaran gelê me bin ax kir. Bila li welatê me û li ser axa me wêneyên kujer û dijminê Kurdan neyên hildan.”
Jin di serhildanê de çalak bûn
Nafya Esed da zanîn ku di wê bûyerê de jî jinan têkoşîn kirin, ji bo parastina gel bi îsrar bûn û wiha pê de çû: “Piranî yên ku dihatin kuştin û girtin xort û mêr bûn. Di wan rojên ku şer tê de dijwar bûbû, jinan parastin dikirin ji bo ku nikarîbin tu kesî binçav bikin. Tevî vê yekê jî, gelê Kurd aramî û aşitî hilbijart, gelê me yê Kurd li ser birayên xwe yên ereb çek û amûrên lêxistinê bikar neanî, ji ber ku baş dizanîbû ku ev fitne ya dewletê ye û navbera pêkhateyan de şerekî dijwar çêbikin.”
‘Bûyera 12’ê Adarê berî çend rojan li Bakurê Kurdistanê dûbare bû’
Nafya Esed diyar kir ku bûyera 12’ê Adarê bi faşîzma ku li hemberî tîma futbolê ya Amedsporê hat pêkanîn li Bakurê Kurdistanê jî dubare bû û wiha domand: “Her ku 12’ê Adarê tê, bi xwe re bîranînên bi êş tîne, her wiha jenosîdên ku li ser me pêk hatine, tîne bîra me. Heta ku em sax bin, em ê vê komkujiyê ji bîr nekin, dê her tim di mêjî û dilê me de jiyan bike. Piştî bûyerê bi bîst rojan me nikarî xwarinê bixwin, êşa şehadeta bi hezaran xortên me, laşê me bernade. Bûyera 12’ê Adarê berî çend rojan li Bakurê Kurdistanê dîsa xwe dûbare kir, bêguman dema ku dijminê Kurdan yek be, dê siyaset û kiryarên hov ên li dijî Kurdan jî dê yek be.”
Nafya Esed heri dawî şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anî û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser dema ku hat avakirin, şerê navxweyî ji holê rakir, bi belavbûna hişmendiya demokrasî û wekheviyê, hemû kîn rabûn. Em bi hev re jiyaneke wekhev û azad jiyan dikin, bi hezaran şehîdên pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ber vî welatî de hene. 12’ê Adarê bi êş bû, lê bû bingeha şoreşa Rojava.”