Jinên Merîwanê: 'Jin, jiyan, azadî' nexşeya rêya azadiya me ye
Jinên Merîwanê ku diyar kirin ew ê Nesrîn Qadrî ya ku di serhildanên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hat qetilkirin ji bîr nekin û wiha gotin: "Dirûşmeya Jin, jiyan, nexşeya rêya azadiya me ye.”
ROJÎN QADRÎ
Merîwan – Çalakiyên jinên ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çar aliyên cîhanê daketin qadan, bi çalakiyên cuda berdewam dike. Jinên bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî, diyar kirin ku serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê destpê kir, dê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bigihîjê serkeftinê. Jinan diyar kirin ku di çalakiyan de xwendekara bi navê Nesrîn Qadrî jî hatiye qetilkirin û destnîşan kirin ku ew ê berxwedana Nesrîn Qadrî û hemû kesên hatine qetilkirin bidomînin.
'Hişmendiya civakî avabû’
Xwendekar û çalakvana sivîl a Merîwanê Soma Mehrî anî ziman ku li gorî salên borî 8’ê Adara îsal gelek cuda ye. Soma Mehrî diyar kir ku zextên jinan dijîn îsal zêdetir hatine rojevê û wiha got: “Em dibînin ku li hemberî zilma ku li jinan tê kirin, êdî di civakê de hişmendiyek avabû. Jin êdî bi li dijî ferzkirinan derdikevin û daxwaza jiyanek wekhev û azad dikin. Jinan li dijî polîtîkayên zextê li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe dimeşînin.”
'Polîtîkayên qetlîamê xistin meriyetê’
Yek ji jinên ciwan ên Merîwanê Arzo Hosseinzadeh jî wiha axivî: “Bûyera Şîler Resûlî ku dema dixwest xwe ji êrîşa tecavuzê ya hevparê hêzên rejîma Îranê rizgar bike, jiyana xwe ji dest da, jinên Merîwanî û rêxistinên sivîl derxistin kolanan. Jinan hêrsa xwe li her qadê anîn ziman. Piştre Jîna Mahsa Emînî hat qetilkirin. Piştî bûyeran hêrsa gel li her derê welat belav bû. Hêzên rejîmê ji bo tepeserkirina serhildana gel polîtîkayên qetlîamê xistin meriyetê. Qetilkirina Nesrîn Qadrî jî ji bo tirsandina gel bû.”
'Zextên li ser jinan zêde bû'
Çalakvana sivîl Laleh Fatahî jî balkişand ku Îran zêdetirî 40 sal in ji aliyê Komara Îslamî ve tê birêvebirin û ji ber ku paşverûya yasayan bi taybetî li ser jinan zext zêdetir hene. Laleh Fatahî da zanîn ku rêzdarî ji mafên herî bingehîn ên jinan re jî nayên girtin û wiha got: “Ne Komara Îslamî jina azad qebûl dike, ne jî jina azad Komara Îslamî qebûl dike. Em êdî dibêjin 'Jin, jiyan, azadî'. Ev dirûşeme nexşeya rêya azadiya me ye.”