Zarokên keç ên xwendina wan tê astengkirin li malan perwerde dibînin

Mamosteyên jin ên ku li hember polîtîkayên dijminê jin ên Talîbanê berxwe didin, li malan perwerde didin zarokên keç ên ku xwendina wan tê astengkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kuner – li bajarê Kuner ya Afganistanê li dibistanên keçan rêveber û mamoste bi giştî jin in. Nêzî 11 sal berê bi hewildanên jinan ev dibistan bû dibistana amadeyî ya keçan. Dema desthilatdarî ket destê Talîbanê dibistan piştî pola 6’an ji zarokên keç re hat qedexekirin. Mamosteyên dibistanê jî li hember vê qedexeyê bi dizî perwerde didin zarokên keç ên ku neçar man dibistanê berdan.

‘Me dizî dest bi perwerdeyên zarokên keç kir’

Rêveberiya dibistanê Hîleh Dalaver ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez di nav derçûyên yekem ên pola 12’emîn a vê dibistanê de me. Piştî 2 salan bi hewildana xwe min karibû perwerdehiya bilind biqedînim. Dema ku Talîbanê desthilatdarî girt destê xwe nehişt ku zarokên keç piştî pola 6’an bixwîne. Di vê bajarê de derûniya zarokên keç her diçe xera dibe. Her wiha ji ber hicaba ferzkirî, cînayetên li ser navê namûsê û bi hezaran pirsgirêkên din xwendina xwe winda dikirin. Em mamoste jî ji pola 6’an jordatir di malan de bi dizî destbi perwerdeya zarokan kir.”

‘Dê nikaribin dibistana me bigirin’

Hîleh Dalaver di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku nêzî salek li malan bi dizî perwerde didin zarokên keç bes ji ber zêdebûna dewriyeyan zehmetî dikşînin û wiha li ser zêde kir: “Piştre xelkê Amrbeh Maarbu û Nahî Mankr nehiştin ku em perwerdeyên xwe berdevam bikin. Her roj tên dibistanê me hişyar dikin. Em hewil didn hebûna dibistana xwe biparêzin lê ewan ji bo ku dibistana me bigrin bi dehan hincet derdixînin. Ez dikarim bibêjim ku dê nikaribin dibistana me bigrin.”

‘Hevjînê min ji ber îşkenceyan pirskirêkê derûnî dijî’

Hîleh Dalaver bal kişand ser zehmetî û zextên piştî ku Talîbanê welat ji nû ve desteser kir û wiha pê de çû: “Hevjînê min berê leşkerê hikumetê bû û Talîbanê beriya salekî wî girt. Nêzî 40 rojan girtî ma. Dema ku ez diçûm serdana wî Talîbanê her ji min re digot ‘ne livir e’. Piştre min wêneyêk wî di girtîgehê de dît. Min kêmek pere da û hevjînê xwe ji girtîgehê derxist. Hevjînê min dema di girtîgehê de bû şev û roj rastî îşkenceyan hatiye û ji ber vê pirskirêka derûnî dijî. Ev rewş êşê min dike du qat.”

Hîleh Dalaver de destnîşan kir ku ew bi hevpîşeyên xwe re bi hemû zehmetiyan re perwerdehiya keçan didomînin û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Jinên Kuner hê jî di nava berxwedanê de ne. Ew israr dikin ku şerê li dijî Talîbanê bidomînin."