Ji bo serlêdana Aysel Tugluk AYM’ê biryara ‘binpêkirin tune ye’ da

Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji ber ku di dema definkirina dayika wê Hatun Tugluk de êrîş hatibû kirin, serlêdana binpêkirina “rêzdariya ji bo jiyana taybet” kiribû AYM’ê biryara “binpêkirin tune ye” da.

Navenda Nûçeyan-Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) di serlêdana êrîşa li ser cenazeyê dayika siyasetmedara Kurd Aysel Tuglukk a nexweşa demansê Hatûn Tugluk de biryar da û got "mafê rêzgirtina jiyana taybet" nehatiye binpêkirin.

Dayika wê ji gorê hatibû derxistin û dûre li Dêrsimê hatibû definkirin

Dadgeha Destûra Bingehîn îdiayên ku di serlêdana Aysel Tugluk de tê gotin li gorî erkên erênî yên dewletê lêpirsîn nehatiye kirin û "mafê rêzgirtina jiyana taybet" hatiye binpêkirin, lêkolîn kir.

Aysel Tugluk serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û diyar kir ku piştî êrîşa di merasîma cenazeyê dayika wê ya li Enqereyê hat kirin de li gorî erkên dewletê lêpirsîn nehatiye kirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn di nirxandina xwe de îdia kir ku bûyer bi hemû aliyên xwe ve hatiye ronîkirin û mafê rêzgirtina jiyana taybet nehatiye binpêkirin.

 Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de îdia kir ku angaşt hatine lêkolînkirin, berpirsyar hatine tesbîtkirin û rayedarên cemaweriyê erkên xwe yên erênî bi cih anîne.

‘Mafê jiyana taybet nehatiye binpêkirin!’

Her wiha hat îdiakirin ku di pêvajoya lêpirsînê de bi qasî tê xwestin ji tedbîran sûd girtiye. Di encamê de Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan kir ku “mafê rêzgirtina jiyana taybet” a Aysel Tugluk nehatiye binpêkirin û destnîşan kir ku ji bo parastina temînatên di mafên wê yên rêzgirtina jiyana taybet de biryarên têkildar û têra xwe rewa hatine girtin.

 Di serlêdana Aysel de hat diyarkirin ku dewletê di dema definkirinê de berpirsyariyên xwe bi cih neaniye û her wiha êrîşî merasîma cenaze hatiye kirin.

Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyand ku ev îdia jî hatine lêkolînkirin û pêvajoya lêpirsînê bi bandor bi dawî bûye.