Dengdêrên DEM Partiyê: Em dixwazin dawî li qeyûman were

Delegeyên jin ên ku di pêşhilbijartinên DEM Partiyê de dengê xwe dan, xwestin dawî li zordarî û zilma qeyûman were û wiha gotin: “Divê ji niha û pê ve jî tişta ku em destpêkê bikin dê xebat be.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), namzedên xwe yên hevserokatiya şaredariyan a hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, bi rêbaza pêşhilbijartina bi dirûşma “Şahiya demokrasiyê” li dar xist diyar kir. Yek ji pêşhilbijartinên ku bi coş û kelecanek mezin pêk hat li navçeya Rezana Amedê pêk hat. Jinên delege yên ku di pêşhilbijartinên navçeya Rezan de dengê xwe bi kar anîn, kelecana ji bo jiyan û hêviyên xwe ji ajansa me re gotin.

'Bila ev zilm û zordarî bi dawî bibe'

Yek ji jinên ku dengê xwe da Mewlude Sevîm, diyar kir ku tevî qeyûmên îradeya wan xesp kirine jî gel xwedî li partiya xwe derdikeve û xwest êdî qeyûman navêjin ser şaredariyan û got: “Du car serdem şaredarî tên desteserkirin. Bila ewqas xebat vê carê vala neçin. Bila ev zilm û zordarî bi dawî bibe. Em dixwazin îradeya me bê naskirin. Em dixebitin, ew jî tên dixwin û gendelî pêk tînin.”

'Bila rêveberiyên xwecihî hevgirtinê mezin bikin’

Mewlude Sevîm, diyar kir ku divê kesên di hilbijartinên şaredariyan de dibin namzedên hevserokatiyê xebatên xwe di nava gel de bimeşînin û bendewariyên xwe yên der barê hevserokên hatine hilbijartin de wiha got:

“Bila hevserokên me dema li ser qoltixê rûdinin, gel ji bîr nekin. Bila ji bo me û ji bo vî gelî xebat bimeşînin. Bila daxwazên gel bi cih bînin. Bila hem ji bo jinan hem jî ji bo ciwanan xebatan bimeşînin. Dema em lê dinêrin dibînin ku jin di nava civakê de rastî gelek zehmetiyan tên, em azadiyê dixwazin. Em naxwazin jin bên qetilkirin. Bila jin jî ji bo hev hevgirtinê nîşan bidin û di rêveberiya xwecihî de vê hevgirtinê mezin bikin. Yekane daxwaza me ev yek e. Daxwaza me ji rêveberiyên xwecihî ew e ku ji bo welatiyan xebat bimeşînin.”

'Bila tecrîd rabe û aştiya civakî pêk were'

Nazîme Fîdan jî da zanîn ku li benda 31’ê Adarê ne. Nazîme Fîdan, anî ziman ku qeyûman îflas kiriye û wiha got: “Me di hilbijartinên pêşwext de dengê xwe da, em ê di 31’ê Adarê de careke din biçin ser sindoqan. Bila hevşaredarên me ji bo jin û ciwanan xebatan bimeşînin. Bila qeyûm neyên tayînkirin, em zehmetiyan dikşînin lê ew tên û dixwin. Serkeftin a me ye. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê jî bi dawî bibe. Bila êdî ev pêvajo jî bi dawî bibe, yekane daxwaza me ya dayikên Kurd aştî ye. Bila xwîna tu kesê neyê rijandin, bila di civakê de aştî serwer be. Ev yek jî wê bi naskirina îradeya me dest pê bike.”

'Em ê bi şiyarî biçin ser sindoqan'

Sureya Çakir jî bi bîr xist ku di encama hilweşandina bi hezaran avahiyan ji ber erdheja 6'ê Sibatê, ew li kolanan dimînin ji şaredariyên ku qeyûm avêtine ser wan piştgiriyê negirtine. Sureyya Çakir, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Ez li Rezanê rûdinêm. 5 sal in qeyûm ji bo vî gelî tu xizmet nekiriye. Em dixwazin di hilbijartinên îsal de namzedek ku her dem xizmeta gel bike û deriyên wî/wê her dem vekirî bin, were hilbijartin. Li ku derê be bila bibe, kî dibe bila bibe, xebata herî rast xebata di nava gel de tê kirin e. Ji hemûyan re serkeftinê dixwazim. Yekane daxwaza me ew e ku êdî qeyûm navêjin ser şaredariyan. Gel li vir îradeya xwe datîne holê. Divê hemû kes rêzê ji vê îradeyê re bigre. Daxwazên me ev in. Bila namzedên bên hilbijartin jî bi gel re bibin yek.”

Sureya Çakir, da zanîn ku haya wan ji hîleyan heye û bi vê hişmendiyê wê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û wiha got: “Em hem ji bo hilbijartinan hem jî ji bo namzedan pir bi kelecan in. Divê ji niha û pê ve jî yekane tişta em bikin xebat be. Divê namzed jî derbikevin kolanan, bi gel re bên cem hev û di vê mijarê de xebatan bimeşînin. Divê heta 31’ê Adarê li kolanan xebatan bimeşînin.”

'Hemû xebatên qeyûman li ser bingeha asîmîlasyonê bûn'

Îlayda Guzelgul jî diyar kir ku weke ciwan tu karê qeyûman ji bo ciwanan nedîtiye û wiha axivî: “Berevajî vê gel hat kedxwarîkirin û gendelî hat kirin. Mafên jin, ajal, ciwan û civakê hat paşguhkirin.” Îlayda Guzelgul, destnîşan kir ku hemû xebatên ku qeyûm dibêjin ‘me kir’ li ser bingeha asîmîlekirin û dûrxistina gelê Kurd a ji nirxên wan e û wiha got: “Hêvîdar im ev pêvajo di demeke herî kurt de bi dawî bibe. Em jin li benda 31’ê Adarê ne.” Îlayda Guzelgul a ku xwest piştî hilbijartinê rêveberên hatine hilbijartin bi gel re di nava hev de be û axaftina xwe wiha domand:

“Kesê ku bi gel re nebûbe yek, ne mayînde ye. Divê der barê cînayetên jinan ên di pêvajoya dawî de tên jiyîn xebat bên meşandin. Dîsa ji bo ciwanan dikarin qadên îstîhdamê ava bikin. Bi pêvajoya qeyûm re hemû xebat bi paş ketin. Divê em vê pêvajoyê biguherînin. Ev yek jî bi xebat û çûyîna ser sindoqan re çêbibe. Em ê di van hilbijartinan de qeyûman bişînin û her dem xwedî li îradeya xwe derbikevin.”