Şerê li Sûdanê li qadên di lîsteya Mîrateya Cîhanê de ne belav bû

Şerê ku li Sûdanê 9 meh in di navbera du generalan de didome li qadên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê belav dibe, ji bo bermahiyên Qraliyeta Çûkan a 2 hezar û 300 salî hişyarî hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Çandî ya Herêmî, şerê ku ji 15’ê Nîsanê vir ve di navbera artêşa orgeneral Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn a hevparê wî yê berê general Mihemed Hemedan Dagalo de berdewam dike, belavî girava Meroe bû.

Li gorî STK’ê, ev ‘êrîşa duyemîn’ piştî "êrîşa yekem a 3’ê Kanûna 2023’an" li ser van mekanên olî yên ku li Eyaleta Nîlê li bakurê welat cih digre, roja Yekşemê pêk hat.

Reyaderên Eyaleta Nîlê jî dan zanîn ku êrîşek ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatiye kirin û ji aliyê hêza hewayî ve hatiye paşvexistin e û îdia kirin ku aramî vegeriyaye lê behsa tu zirarê nekir.

Tora Mafên Çandî ya Herêmî, diyar kir ku wêne û dîmenên ku di çavkaniyên pêbawer û torên medyaya dijîtal de hatine weşandin û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de nîşan didin û da zanîn ku dibe ew qadên rastî vandalîzm, hilweşandin, talankirin û diziyê werin.

Li gorî UNESCO’yê, Qadên arkeolojîk ên Girava Meroe ku erdek nîvçol a di navbera Nîl û Atbara de û navenda serwerên ku nêzî sedsalekê Misir dagir kirin e, pîramîd, perestgeh, avahiyên niştecihbûnê û tesîsên mezin ên rêveberiya avê dihewînin.

Gelek berhemên kevnar li Sûdanê hene

Şaristaniyên kevnar ên Sûdanê, ji yên li Misrê zêdetir pîramît çêkirine lê ew bi asteke mezin nayê zanîn. Girava Meroe ya 220 km. bakurê Xartûmê ye, cihekî Mîrateya Cîhanê ye û di sala 2010’an de li Muzeya Navdar Louvre ya li Fransayê bûbû mijarek pêşangehek. Ev şaristanî (beriya zayînê sedsala 3'yemîn heta piştî zayînê sedsala 4'an) pêvajoya Firewnên Misrê, Yewnanistan û piştre jî ji Romayê taybetmendiyên çandî deyn girtibû.

Şerê ji 15'ê Nîsanê ve vir di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin, li gorî texmîna herî kêm a ji aliyê SKT’a bi navê Projeya Daneyên Cih û Bûyerên Çekdar (Acled) ve heta niha bû sedema qetilkirina zêdetirî 13 hezar kesan. Her wiha li gorî NY’ê zêdetirî 7 milyon kes ji cih û warên xwe bûn.