Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrişan dan: Bêdengî bê wijdanî ye

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin, bi gotina “Bêdengî bê wijdanî” diyar kirin ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe sûcê şer dike.

Mexmûr – Dewleta Tirk a dagiker bê navber li ser Rojavayê Kurdistanê êrişên hewayî pêktîne. Dewleta Tirk a dagirker di 12’ê Çileyê de ji nû ve êrîşên xwe zêde kir, van rojên borî de piraniya wan çavkaniyên bingehîn ên jiyanê û navendên xizmetguzariyê li dijî 80 navendan êrîşên hewayî pêkanî.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan axivî.

‘Cîhan hemu ji kiryarên dewleta Tirk re ker û lale’

Sultan Yildiztan diyar kir ku li beramberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê têne meşandin bêdengiyek navneteweyî heye û wiha got: “Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê derb dixwe, li hemberî berxwedana gêrîla nikare xwe li ser lingan bigire êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Hemu çavkaniyên jiyanî yên Rojavayê Kurdistanê dike hedef û bombardûman dike. Lê cîhan hemu ji kiryarên dewleta Tirk re ker û lale. Dixwazin me fêrî bêdengiyê bikin. Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurde, bi felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin, îro dixwazin wan destkeftiyên me ji destê me bigirin. Rojavayê Kurdistanê cîhan ji Daîş rizgar kir û ji taritiyê derxist ronahiyê. Lê îro xwedî li Rojavayê Kurdistanê derneketin cihê şermezarî û rûreşiyê ye.”

‘Li hemberî van êrişan bêdeng mayîn bê wijdaniye’

Sultan Yildiztan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê sûcê şer dide meşandin û got: “Divê em wek gelê Kurd li beramberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hemu cihên gaz, genim, elektrîk, av û hemu çavkaniyên jiyanê dike hedef, bêdeng nemînin. Dixwazin gelê me ji jiyanê qut bikin, nehêlin ku jiyan bikin. Ger ku hemu cihên çavkaniyên jiyanê yên gel hatin xirakirin, dixwazin ku wan di wirde bifetisînin. Li hemberî van êrişan bertek nîşa nekirin bê wijdaniye. Li ku derê dibe bila bibe divê em bertekên xwe nîşa bikin. Em bang li kesên ku li wir kar dikin ji ber ku berpirs ew in.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemu hêzên koalîsyonê hat kirin ku demildest bi erka xwe rabin û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê têne meşandin rawestînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.