Li Osloyê ji bo jinên Kurd dewreya perwerdeyê

Rêxistina Tevgera Azadî bi hevkariya Akademiya Jineolojiyê li paytexta Norvec Osloyê ji bo jinên Başûrê Kurdistanê dewreyek ya perwerdeya 3 rojan li dar xist.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Jinan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi hevkariya Akademiya Jineolojiyê di dîroka 12-13-14’ê Çileyê de li paytexta Norvec Osloyê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo jinên Başûrê Kurdistanê dewreyek perwerde ya 3 rojan li dar xist. Ji welatên cuda yên Ewropayê jî 15 jin tevlî perwerdeyê bûn.

Di perwerdeyê pêwîstiya xwe rêxistinkirina jinan hat nîqaşkirin

Di nava sê rojên dewreya perwerdeyê de mijarên weke rewşa siyasî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, dîroka tevgera azadiya jinên Kurdistanê û jineolojî, hişyarkirina jinan li ser dîroka xwe û pêwîstiya xwe rêxistinkirina jinan hatin nîqaşkirin.

Balkişandin li ser girîngiya pêşengiya jinan

Di heman demê de li ser pirsgirêkên civaka Kurd û jinên Kurd ên li welatên Ewropayê, pirsgirêkên Kurdistanê û bandora wan a li ser civaka li derveyê welat, bi tevlîbûna rasterast a takekesan di çareseriya pirsgirêkan de nîqaşeke berfireh hate kirin. Di nava nîqaşan bal kişandin ser pêwîstiya tevlîbûna jinan a ji bo çareseriya pirsgirêkan û girîngiya pêşengiya jinê di birêxistinkirina jin û civakê de.

Wek çareserî jî teqezî li ser felsefe û Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku ji stûnên demokrasiya rasterast, ekolojî û azadiya jinê pêk tê hate kirin. Jinan di nava guftugoyan de qala girîngiya nêzîkatiyên jin-jineolojiyê di guhertina zîhniyetê de û avakirina pergaleke alternatîf a ku bersivê bide pirsgirêkên roja îro.

Jinan bernameyên çandî û hunerî li dar dixistin

Jinan di êvarên her sê rojên dewreya perwerdeyê de, bernameyên çandî û hunerî li dar dixistin ku yek ji wan jî belgefîlma li ser fermandara yekîneyên jin ên Şengalê ku di êrişên 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, kolekirin û kirîn û firotin, hate nîşandan.

Jinên Başûrê Kurdistanê beşdariya xwe ji bo pêvgava azadî nîşan dan

Jinên Başûrê Kurdistanê ku piraniya wan ji endamên Rêxistina Jinan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bûn û beşek jî çalakvanên sivîl pêkdihatin, plansaziya xwe ji bo dema bê sazkirin û piştre beşdariya xwe ji bo pêgava ‘Azadî ji bo Ocalan’ nîşan dan.