Zarokên Efrînî ji ber dorpêç û rêgiriyê nikarin biçin dibistanan

Xwendekarên navçeya Til Rifet û Şêrewayê diyar kirin ku ne dorpêç ne jî êrîş dikarin wan ji zimanê dayikê bêpar bihêlin.

Şehba- Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dorpêça hikumeta Sûriyeyê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, rêzeçalakiyan li gund û navçeyên kantona Şehbayê organîze dikin. Çalakiyên ku ji daxuyanî û meşên xwendekaran pêk tê dê heta 22 vê mehê bidomin. Di çalakiya îro de xwendekarên navçeya Şêrewayê daxuyanî li pêşiya dibistana xwe dan her wiha li navçeya Til Rifetê jî şagirt ji çarxeriya zarokan heya dibistana li navçeyê meşiyan û di meşê de daxuyanî hat xwendin.

Xwendekaran di çalakiyên xwe de dan zanîn ku ji ber dorpêça li ser kantona Şehbayê ji aliyê Hikumeta Sûriyeyê ve hatiye ferzkirin û nederbaskirina pêdiviyên jiyanî û sotemeniyê bûye sedem ku bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bêpar bimînin û li ber sermayê berxwedana xwe bidomînin. Di heman demê de diyar kirin ku ne dorpêç ne jî êrîşên ku rojane pê re rûbirû dimînin wê nikaribin zarokan ji hînbûna zimanê dayikê qut bikin.

‘Ji ber dorpêçê em ji xwendinê bêpar mane’

Xwendekara ji navçeya Şêrewayê Nûvîn Sîdo dorpêça ku li ser wan hatiye ferzkirin şermezar kir û got: "Em çalakiyên xwe li dar dixin ji bo şermezarkirina dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin. Armanca me bi van çalakiyan ew e ku em nîşan bidin, berxwedana gel ruxmî zehmetiyên ku dibînin jî berdewam dike. Bêdengiya Rûsyayê li hember vê yekê hevgirtina wê ya bi Sûriyeyê re diyar dike. Divê saziyên mafên mirovan xwedî li erkên xwe derkevin. Hikumeta Sûriyeyê nahêle pêdiviyên me yên jiyanî û tendirustiyê derbasî herêmê bibin ev jî dê xeterê bi xwe re bîne. Di demên pêş de dê nexweşxane û saziyên tendirustiyê jî neçar bimînin xizmeta xwe rawestînin. Di heman demê de dorpêçê bandor li ser xwendina me kiriye, em bê xwendin mane ji ber tunebûna mazotê."

Daxwaza me vegera dibistanê ye

Sara Mustafa ya ku ji navçeya Şêrewayê ye daxwaza vekirina dibistanê û berdewamiya xwendinê kir û wihagot: "Em xwendekarên navçeya Şêrewayê, daxwaza me ew e ku dibistan careke din deriyên xwe ji me re vekin da ku em karibin xwendina xwe bidomînin. Dibistanên me ji ber dorpêça Hikumeta Sûriyeyê hatine girtin. Bi hezaran zarok ji mafên xwendinê mehrûm mane divê cîhan vê yekê di ber çavan re derbas bike û zextê li Hikumeta Sûriyeyê bike da ku em karibin careke din vegerin dibistanên xwe û waneyên xwe bibînin."

‘Armanc bi dorpêçê ew e ku em ji zimanê xwe dûr bikevin’

Nezîra Ereb yek ji xwendekarên navçeya Til Rifetê ye mafê xwe yê xwendina zimanê dayikê anî ziman û wiha bi lêv kir: "Em li Til Rifetê dijîn ji destpêka koçberiya me ve dorpêç li ser me hatiye ferzkirin lê di van demên dawî de dorpêç zêdetir bûye û bandorê li ser xwendina bi zimanê dayikê kiriye. Em li ber sermayê dijîn. Armanc bi vê dorpêçê ew e ku em ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar bimînin û dûr bikevin."