Navê berxwedanê: Dayika Taybet

Taybet Înan a ku di berxwedana rêveberiya xweser a li Silopiyayê de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanan hat hiştin, bû sembola jinên Kurd ên li berxwe dide jî.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê aştî, yekîtî, hevgirtin, xwişk û biratî û gelek gotinên din, di bin gotinên ‘yek al, yek milet û yek dewlet’ de bi hezaran caran hatin pelçiqandin. Hikûmeta AKP'ê di her kêliyê de bal kişand ser 'malbat' û parêzkarî, bi 'çekên' dewletê bersiv da kesên ku li derveyî pargala xwe tarif dike re gav diavêjin. Li kolanan dilên ku ji bo aştî, xwişk û biratî û azadiyê diavêje hatin qetilkirin. Di qetlîamên ku Wezareta Karên Hundir bi gotina "dawiya jênerevin" pênase dike de, dayik, zarok, jin û ducanî tu kes ne hat berçav girtin.

Di Îslamê de divê kesê mir di demê herî zu de were şuştin, kefenkirin û piştî nimêja cenazeyê were definkirin. Di hin hedîsan de tê xwestin demildest mirî bên veşartin. Li Tirkiyeyê li nîvê kolanê cenazeya dayikek bi qetilkirine 7 roj û 7 şevan hat rawestandin. Zarokên wê da ku ajalan zirar nede cenazeyê dayika xwe nobet girtin. Malbatê li hemberî hemû bangan encax piştî 7 rojan dengê xwe dan bihîstin û cenazeyê Taybet Înan girtin. Lê belê çewisandin bi dawî nebû, cenazeya Taybet Înan piştî 16 roj an hat definkirin.

Hemû cîhanê navê wê bihîst

Di dîroka 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiye qedexeya derketina derve hat îlankirin û 37 rojan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de siyasetmedarên jin ên Kurd Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr jî di nav de 68 kesên temenê wan di navbera 11 û 75'an de jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 500 xanî hilweşiyan. Cenazeyê bêcan ê Taybet Înan a 57 salî ku di dema qedexeyê de 7 rojan li nava kolanê ma, di bîra me de xwe bi cih kir. Hemû cîhan Dayika Taybet bi vê qetlîamê nas kir. Taybet Înan di roja 5'emîn a qedexeyê de dema ji cîrana xwe vedigeriya malê ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku 10 gule li bedena wê ketiye. Ji cenazeya Taybet Înan a ku li Silopiyayê bû sembola qedexeyê, tenê destûr hat dayîn ku 2 kur û birayê wê tevlî bibe.

Jiyana wê bi êşan derbas bû

Jiyana Taybet Ana bi êşan derbas bû. Malbata Înan a ku malbatek Koçer e, di sala 1988'an de ji ber zextan ji gundê Xezayê yê Silopiyayê koçî navenda Silopiyayê kirin. Li navçeyê beriya salekî xwe temam bike, kurê Dayika Taybet Omer û birayê hevjinê wê Avdî Înan bêyî hincetek were nîşan di serdegirtina mala wan ya ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Omer Înan şandin Elezîz, mamê wî Avdî jî şandin girtîgeha Merdînê. Tiştên malbata Înan jiya, bi vê re jî sînordar nema. Di sala 1992'an de li Silopiyayê di encama teqîna mayînekî ya li kolana diman de zarokên wê Esmer (10) û Botan (4) û biraziyên wê Ayaz (9), Şevzet (5) û Mehmet (10) jiyana xwe ji dest dan. Dema hêj şîna zarokan dihat girtin, mala malbata Înan ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat serdegirtin û hevjinê Taybet Înan Halît Înan hat binçavkirin. Halît Înan ê hat binçavkirin birin cem birayê wî Avdî Înan ê li Girtîgeha Mêrdînê tê ragirtin. Halît Înan piştî 11 mehan di girtîgehê de ma, hat berdan. Piştî çend mehan dubarê hat girtin û bi giştî 3 sal û 9 meh di girtîgehê de ma.

Di 14'ê Kanûna 2015'an de jî di dema qedexeyên derketina derve de Taybet Înan û birayê hevjinê wê Yusuf Înan hat qetilkirin. Keça Taybet Înan Heznî Înan jî di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê hat îlan kirin li jêrzemînê hat qetilkirin.

Polîtîkaya bêcezatiyê

Di dosyaya lêpirsînê ya têkildarî piştî qetilkirina Taybet Înan kuştina wê û bi rojan cezanayê wê li kolanan hatina hiştin de, tu muameleya bingehin nehat pêkanîn. Dozgerî di sala 2020'an de ji bo tespîtkirina kiryaran 'biryara lêgerîna daîmî' da, lê ev jî wek nîşandana bêencambûn û bêcezatiya hat nirxandin.

Dê Parêzer biçin DMME'yê

Parêzerên malbatê diyar kirin ku dozgeran daxwazên wan ji neditît ve tên. Dosyaya Taybet Înan niha li Dadgeha Qanûna Bingehîn e. Lêkolîna dosyayê didome. Li gorî biryara ku li vir derbikeve, parêzer difikirin diçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Wezareta Navxweyî: Dawiya jênerevin

Di dosyaya lêpirsînê ya der barê qetilkirina Taybet Înan û Yusuf Înan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve at dest pê kirin de, heta îro tu pêşketin nehat tomarkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Silopiyê di nivisa ku ji dozgeriyê re şand de, îdia kir ku piştî 6 rojan agahiya wî ji bûyerê çebû. Dozgeriya ku bersîv da Wezareta Dadê, îdia kir ku Înaniyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nikare bê qetilkirin. Di doza ku li dijî Wezareta Karên Hundir hat vekirin de, wezaret di parastina xwe de cih da vê îdiayê, “tiştên hatine jiyîn encama tedbîrên jênerevin ya parastina jiyana Taybet Înan û xizmên wê ye". Doza ku li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hat vekirin jî hat redkirin.