Şêniyên Firatê li dijî tecrîdê li qadan bûn

Bi sedan şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî hêrsa xwe nîşan dan. Jinê beşdarî meşê bûn gotin, “Li dijî tecrîdê em ê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ misoger bikin.”

Kobanê – Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, îro bi sedan ji pêkhateyên herêma Firatê di bin diruşmeya "Em ê bi rihê fedayî yê ciwantiyê azadiya Rêbertî misoger bikin" meşiyan. Gel bi hilgirtina poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û bi berzkirina siloganên "Bê serok jiyan nabe" ji qada Jina Azad heyanî kolana şehîd Sarya Ozgur meşiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Xûnav Xelîl axivî. Xûnav Xelîd bal lê kişand ku dû 21 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin û wiha domand, “Em nizanin rewşa wî çawa ye, gelo çi di wê girtîgehê de deqewime. Ev yek ji bo me metirsiyê ava dike. Weke tê zanîn jî di dema dawî de hat gotin ku CPT serdana girtîgeha Îmraliyê kiriye. CPT piştî vê gotinê, gelek tişên din jî gotin. Carê gotin Rêber Apo hevdîtina bi wan re qebûl nekiriye, her wiha cara din jî gotin ku wan serdana Îmraliyê nekirin. Ev nakokî û ne zelaliyên di daxuyaniyên CPT de, cihê gumanê ne. Ji bo vê yekê jî helwesta me ya di vê meşê de bi taybet ji bo CPT ye, her wiha em tevahî rêxistin û saziyên mafên mirovan yên navdewletî bi tundî şermezar dikin."

 ‘Pêkhateyên heremê bi yek daxwazê daketin qadan’

Yusra Xelîl a beşdarî meşê bûbû diyar kir ku di meşê de gelê Kurd û Ereb bi hev re daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û wiha got, “Ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye ku em bibînin tevahî neteweyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn behsa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Bi taybet weke jin, dema ku em silogana "Jin, jiyan, azadî" dibêjin, em hîs dikin weke ku Rêber Apo di nava me de dijî. Ji ber ku ev dirûşme ji bo me felsefeya jiyana azad e ku Rêbertî ji me re pêşkêş kir. Dema em xwedî li vê bîrdoziyê derkevin tê wateya ku em xwedî li Rêberê xwe jî derketin. Ji lewra em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ misoger bikin."

‘21 meh in ji Rêber Apo agahî nayê girtin’

Emîne Şêxo destnîşan kir ji bo Kurdan tevahî zagonên navdewletî tên paşguh kirin û wiha axivî: "Ewqas sazî û rêxistinên ku qaşo mafên mirovan diparêzin hene, ka kîjan rêxistin ji wan bi rastî jî parastina mafê mirovan dike. Ev 24 salin ku Rêber Apo girtiye û 21 mehin ku agahî ji Rêber Apo tune ye. Ev rewş rastiyeke ku nayê guhertin radixe ber çavan, dema ku mijar dibe Rêber Apo û gelê Kurd hemû zagon û pîvanên navdewletî tên paşguhkirin. Lê Rêber Apo bi milyonan mirov ava kir ku bikarbin li hember vê pergalê têbikoşin û hebûna xwe misoger bikin. Ji lewra têkoşîna me wê dewam bike." 

Meş bi diruşmên ku tecrîda li gireva Îmraliyê şermezar dike bi dawî bû.