Li dijî ambargoyê ser baregeha Rûsan ve meşiyan

Koçberên wargeha Berxwedan a navçeya Fafîn a Şehbayê li dijî ambargo û rêgiriya dewleta Sûriyeyê meşiyan. Gelê ku ser baregeha Rûsan ve meşiyan gotin ku Rûsya jî parçeyek ji polîtîkaya ambargoyê ye.

Şehba – Ev pênc sal in dewleta Sûriyeyê Şehba xistiye nav dorpêçê. Di dû mehên dawî rêgirî û ambargoya li ser Şehbayê girantir kiriye û nahêle ku gel pêwistiyên xwe yên jîyanî pêk bîne. Li dijî amborgoya ku dewleta Sûriyeyê ser kantona Şehbayê dimeşîne, koçberên kampa Berxwedan a girêdayî Fafînê meşek li darxistin û berê xwe dan baregeha Rûsan a li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafînê.

Di meşê de welatiyan pankertên bi nivîsa "Dorpêçiya we berxwedana me lawaz nake","Dorpêçiya ser Şêx Meqsûd û Şehbayê dijî wekheviya gelan e","dorpêçî mirovan dikuje" hildan, her wiha diruşmeyên şermezarkirina dorpêçiyê berz kirin.

Nexweşî zêde bûne

Meş ji rêya gundê Wehşiyê heyanî baregeha Rûsan a li heman gundê berdewam kir. Piştî meş gihêşt pêşiya baregeha Rûsan li ser navê şêniyên kampa Berxwedan, Şoreş Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku dorpêç û rêgiriya dewleta Sûriyeyê bûye sedema zêdebûna rewşên nexweşî di nav zarok û kal û pîran de û hat gotin ku ger rewşa dorpêçkirinê berdewam bibe wê rewşa mirovî bi giştî bixe metirsiya kerasetan. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Rusya bêdengiya xwe ya li hember siyaseta dorpêçkirinê li ser koçberên Efrîn û Şehbayê bi dawî bike.

Ji jinan banga têkoşînê

Edûlê Musa ya yek ji koçberên kampa Berxwedan bêdengiya Rûsya ya li hemberî siyaseta dorpêçkirinê şermezar kir û got: "Em bi vê meşê rabûne ji bo ku berê xwe bidin baregeha Rûsan û hesab ji wan bixwazin. Li hember siyaseta dewleta Sûriyê ya dorpêçkirinê bêdeng mane. Em gelek astengiya ji ber dorpêçiyê dibînin bi taybet di aliyê veguhetinê de, her wiha aliyê tunebûna dermanan. Dewleta Sûriyê nahêle pêdîviyên me derbasî herêmê bibe bi taybet em di demsala zivistanê de ne, pêwîstî bi mazot û xazê heye. Em tu carî ranawestin heya em vê dorpêçiyê ji ser xwe radikin. Em ê berxwedana xwe ruxmî hemû şert û mercan bidomînin."

Zahîde Xilo jî wiha hestên xwe anî ziman: "Rûxmê dorpêç û rêgiriyê jî em berxwedan û tekoşîna xwe bernadin. Mayîna me li Şehbayê vegera me ya Efrînê misoger dike. Em nexweş in, dewleta Sûriyê derman û pêdîviyên tendirustî û jiyanî bernade. Ev jî zirarekê bi xwe re tîne. Em li kampa Berxwedan dijîn, di wargehan de jî pêwîstî bi xaz û mazotan heye. Lê dewleta Sûriyeyê nahêle pêwistiyên me bên bi cih anîn.”